Polîsan li Farqînê ciwanek qetil kirin

Li navçeya Farqînê ku ji saetên sibehê heta niha dewlet êrîşî gel dike, piştî Muslum Tayar di saetên êvarê de Sertîp Polat jî hate qetilkirin.

Li navçeya Farqînê ku ji saetên sibehê heta niha dewlet êrîşî gel dike, piştî Muslum Tayar di saetên êvarê de Sertîp Polat jî hate qetilkirin.

Êrîşên piştî qedexeya kolanan a li taxên Mescît, Konak û Tekelê yên navçeya Farqînê destpêkirîn, dijwar dibin. Berî qedexeya kolanan di saetên sibehê de ciwanê bi navê Muslum Tayar hatibû qetilkirin. Di êrîşên tîmên taybet û polîsan ên heta niha dom dikin de, ciwanê bi navê Sertîp Polat ê 20 salî jî di saetên êvarê de jiyana xwe ji dest da.

Li navçeyê êrîşên dewletê yên li dijî gel berdewam dikin. Li hemberî êrîşan berxwedana gel jî didome.