Polîsan li Erdîşê êrîşî gel kirin

Koma ku bi armanca dorpêça polîsan a gundê Gergîlî ya Erdîşê protesto bike li navenda navçeyê kom bû, rastî êrîşa polîsan hat. Di bûyeran de rojnamevan jî di nav de bi dehan kes hatin binçavkirin.

Koma ku bi armanca dorpêça polîsan a gundê Gergîlî ya Erdîşê protesto bike li navenda navçeyê kom bû, rastî êrîşa polîsan hat. Di bûyeran de rojnamevan jî di nav de bi dehan kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Erdîşê piştî pevçûna danê sibehê ku gundên herêma Zîlan hatin dorpêçkirin, bi armanca şermezarkirina dorpêçê koma di nav de parlamenterên HDP’ê û hevşaredar jî ku hebû li navenda navçeyê kom bû. Kom rastî êrîşa polîsan hat.

Li qada ku polîsan gulebaran kirin, nûçegihanê DÎHA Îdrîs Yilmaz, nûçegihanên IMC Bekîr Guneş, Rûşen Takva û bi dehan kes hatin binçavkirin.

Li navçeyê ku bûyer didomin, parlamenter û gel li avahiyên DBP-HDP’ê asê man.