Polîsan li Cizîrê welatiyek birîndar kirin

Li Cizîrê polîsên ku di bikaranîna şîdetê de sînor nas nakin welatiyê bi navê Servet Aydik ê ji sûkê danûstandinê vedigeriya birîndar kirin.

Li Cizîrê polîsên ku di bikaranîna şîdetê de sînor nas nakin welatiyê bi navê Servet Aydik ê ji sûkê danûstandinê vedigeriya birîndar kirin. Li cihê ku Aydik hate birîndarkirin pêlavekî wî û tiştên ku ji bo malê kirîbûn di nava xwînê de man.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê welatiyê bi navê Servet Aydik ê ji danûstandina sûkê vedigeriya ji gulebarana li weyasîta zirxî hate kirin birîndar bû. Aydik ê ku piştî ku li cadeya Arîn Mîrkan ji bo malê danûstandin kir û vedigeriya ji Dortyolê derbas dibû bû hedefa polîsan. Di encama gulebarana ji wesayîta zirxî Aydik ji zikê xwe hate birîndarkirin û welatiyên ku hatin cihê bûyerê jî rastî êrîşa bi gaza îsotê ya polîsna hatin.

tevî ku welatiya bi gotina "birîndar heye" hişyar kirin jî polîsan guh nedan hişyariya welatiyan û bi gaza îsotê êrîşî gel kirin. Aydik ji nava gaza îsotê hate derxistin û bi wesayîtê ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Li cihê ku Aydik hate birîndarkirin tiştêk ku ji bo malê kirîbû û pêlava wî di nava xwînê de ma.