Polîsan li Cizîrê du kes birîndar kirin

Li Cizîrê polîsên li Avahiya Hikûmetê, welatiyên bi navê Mehmet Emîn Butanrî û Rafet Aşut bi çekan birîndar kirin.

Li Cizîrê polîsên li Avahiya Hikûmetê, welatiyên bi navê Mehmet Emîn Butanrî û Rafet Aşut bi çekan birîndar kirin.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê polîsan êrîş birin ser gelê Cizîrê yê ji bo piştgiriya berxwedana Farqînê  derketin kolanan. Polîsan, bi wesayîtên zirxî li wesayîtên welatiyan ku ji bo rê li ber êrîşê polîsan bigirin li ser caddeyan hatibûn parkkirin qelibî û rê vekir. Polîsan, li derdora Caddeya Yafes û Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê bicih bû û taxên Cûdî, Nûr û Yafesê gulebaran kirin. Bombeyên polîsan li taxan bi dengên bilind teqiyan û şêniyên taxê jî bi tilîlî û dirûşman bersiva êrîşan dan.

2 WELATÎ BIRÎNDAR BÛN

Polîsên ku bi çekên giran êrîşî taxan dikin, 2 welatiyên ku diçûn malên xwe li Kolana Almîra a Taxa Şahê, bi çekan birîndar kirin. Welatiyê bi navê Mehmet Emîn Butanrî (42) ku dixwest biçe mala xwe ya li Kolana Almira, nêzî mala xwe ji aliyê polîsên Avahiya Hikûmetê ji milê xwe hate birîndarkirin. Welatiyê bi navê Rafet Aşut (23) jî bi heman rengî li Kolana Almîra birîndar bû. Her du welatî bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Hate zanîn ku xetereya jiyanê ya Butanrî tine ye lê Aşut giran birîndar e.

Her wiha dorpêça polîsan a li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê berdewam dike.