Polîsan li avahiya DBP'ê ya Çewlikê lêgerîn pêk anîn

Polîsan li avahiya DBP'ê ya Çewlikê lêgerîn kir, al û pankartên li avahiyê desteser kirin.

Polîsan li avahiya DBP'ê ya Çewlikê lêgerîn kir, al û pankartên li avahiyê desteser kirin. Yek jê zarok 5 welatiyên di serdagirtina malan de hatibûn binçavkirin jî destûrê nadin bi parêzeran re hevdîtinê bikin.

Li Çewlikê piştî polîsan bi ser malan de girt avahiya DBP'ê ya bajar dorpêç kirin û xwestin lêgerînê bikin. Rêveberên DBP'ê di biryara lêgerînê de ji ber ku navnîşan nehatibû nîşandan lêgerîna polîsan asteng kir û polîsan careke din biryara lêgerînê anîn û li avahiyê lêgerîn kirin. Polîsan li beşa weke depo dihate bikaranîn lêgerîn kirin, al û pankartên li wir desteser kirin. Piştî lêgerîn bi dawî bû ji avahiyê derketin.

Dema polîsan li avahiya DBP'ê lêgerîn dikir bi ser depo li taxa Yenî ya alîkariyên ji bo Kobanê lê dihatin komkirin de jî girtin. Di dema lêgerînê de polîsan bîdonekî vala yê benzînê desteser kir.