Polîsan jinek qetil kirin, 2 zarok jî birîndar kirin

Polîsan li Nisêbînê, dayika 5 zarokan Selamat Yeşîlmen qetil kirin. Di êrîşa polîsên Tirk de zarokên bi anvê Fîkret û Sevcan bi giranî birîndar bûn.

Li navçeya Mêrdîn Niêbînê, 'qedexeya derketina derve' di roja duyemîn de ye. Êrîşên polîsên tevgera taybet ên li hemberî taxan zêde bûn. Li ser vê yekê, gel li dijî êrîşan bi awayekî topyekûn dest bi berxwedanê kir. Polîsên tegaer taybet ên bi wesayîtên zirxî yên li Qada Newrozê bi cih bûn, gule li Kolana Şîrîn a Kolana Çaxçax û taxên Firat û Abdulkadîr Paşa bi hev ve girê didin, reşandin. Kurdistaniyan li ber bendên xweparastinê li dijî polîsên Tirk dest bi berxwedanê kirin û hewl didin nehêlin polîs xwe bigihînin taxên wan.

Li kolana Başyûrt a Taxa Firatê, dayika 5 zarokan Selamat Yeşîlmen a ducanî, dema bi 2 zarokên xwe yên bi navê Fîkret û Sevcan ên 13-14 salî ji pêlikan ji qatê duyemîn dadiket jêrê, rastî guleyên wesayîtên zirxî yên li kolana Çaxçaxê bicih bûbûn, hatin.

Yeşîlmen a bi giranî birîndar bû, ji pêlikan wergeriya. Kurê wê û keça wê Sevcan ên ji dest û lingên xwe birîndar bûn, bi zorê ketin hundir. Dayik Yeşîlmen a ji ber êrîşa polîsan giran birîndar û li naverastê ma, piştî nîv saetê jiyana xwe ji dest da. Zarokên birîndar jî li malê asê man. Mirovên li derdorê, piştî nîv saetê karîbûn cenazeyê Yeşîlmen ji ber pêlikan rakin. Welatiyan Yeşîlmen û zarokên wê li betaniyê pêçandin û ew gihandin ambûlansa li pêşiya kolanê. Cenazeyê Yeşîlmen rakirin mora Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Kurê wê Fîkret rakirin unîteya lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Sevcan a biçûk jî sewqî Amedê hat kirin.

LI SER RÊYA ÎPEKÊ TANK HATIN BICIHKIRIN

Polîsên tîmên taybet ên ku xwestin bi wesayîtên zirxî di kolana Çaxçaxê re derbas bibin, ji ber ku 2 TIR'ên li kolanê cih li wan teng dikir, şewitandin, dûre li pişt wesayîta zirxî ve girê dan û birin. Êrîşên polîsên Tirk ên li hemberî taxê dewam dikin. Hat ragihandin ku li ser Rêya Îpekê tank hatine bicihkirin. Di serî de Taxên Firat û Abdulkadîr Paşa li gelek deverên navçeyê elektrîk hatiye qutkirin. Rêya Îpekê jî ji roja destpêkirina qedexeyê, li trafîkê hatiye girtin.