Polîsan ji bo AKP ê wesayîta anonsê ya HDP ê asteng kir!

AKP’a li Mehmudî xebatên xwe yên hilbijarinê bi polîsên sivîl û çewîk re didomîne, polîsan dema hewl dan wesayîta anonsê ya HDP ê asteng bikin alozî derket.

AKP’a li Mehmudî xebatên xwe yên hilbijarinê bi polîsên sivîl û çewîk re didomîne, polîsan dema hewl dan wesayîta anonsê ya HDP ê asteng bikin alozî derket.

Li navçeya Mehmûdî ya Wanê namzetên AKP’ê yen parlemnteriyê ku xebatên xwe yên hilbijartinê bi polîsan re didomînin dema konvoya AKP’ê di ber buroya hilbijatinê ya HDP ê re derbas bû polîsan mudaxeleyî wesayîta hilbijartinê ya HDP’ê kirin û hewl dan muzîka wê asteng bikin. Li ser vê yekê rêveberên HDP’ê û gelek kesan pişta xwe dan konvoya AKP’ê û helwesta polîsan protesto kirin. Dema polîsan hewl dan strana hilbijartinê ya HDP’ê bigrin, di navber rêveberên HDP’ê û polîsan de nîqaşa devkî rû da.

Hevşaredarê Mehmudî Abdulkadir Çalişkan ji polîsan re got ku tişta dikin ne raste û bertek nîşanî wan da.

Dorpêça polîsan a li ber navenda HDP’ê berdewame.

...