Polîsan gule berdan jina derket ser banê mala xwe

Li Cizîrê welatiya bi navê Fadîme Kiliç a ku ji bo antêna televîzyonê sererast bike derket ser banê, ji aliyê polîsan ve hate gulebaran kirin.

Li Cizîrê welatiya bi navê Fadîme Kiliç a ku ji bo antêna televîzyonê sererast bike derket ser banê, ji aliyê polîsan ve hate gulebaran kirin.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê, berxwedana gel qedexeya derketina derve bi dawî kir lê êrîşên polîsan berdewam dike. Li Taxa Yafesê, welatiya bi navê Fadîme Kiliç a ku ji bo antêna televîzyonê sererast bike derket ser banê, ji aliyê polîsan ve hate gulebaran kirin. Polîsan, ji herêma ku avahiya Miduriyeta Emniyetê li wir e gulebaran kirin û Kiliç ji êrîşê bêyî ku birîndar bibe xilas bû.

Her wiha, welatiyên bi navê Servet Aydik û Îsmaîl Şêrifoglu yên ku di dema qedexeya derketina derve de ji aliyê polîsan ve hatin birîndarkirin, ji Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê sewqî nexweşxaneyên cûda hate kirin. Hate zanîn ku Aydik, sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Xarpêtê, Şerîfoglu jî sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Amedê hate kirin.