Li Şirnexê polîsên AKP’ê êrîşî girseya ku cenazeyê gêrîla Lezgîn Ozdemîr (Yaşar Jîrkî) danîbû ser milên xwe û dest bi meşê kirin, kir.
Malbata gêrîlayê HPG’ê Lezgîn Ozdemîr (Yaşar Jîrkî) ku di pevçûna 13’ê Cotmehê li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabû, ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê wergirt û anîn Şirnexê. Piştî wecîbeyên olî li Mizgefta Geylanî pêkanîn û cenazeyê gêrîla Yaşar ji bo li Goristana Tekser defin bikin danîn ser milê xwe û ketin meşê. Girseya ku bê navber bi sloganên “Bijî Serok Apo”, “Tolhildan”, “PKK gele, gel li vire” ketin meşê, polîsan li ber Bakim Eviyê êrîşê girseyê kir.
Girseyê li dijî êrîşa polîsan ya bi bombeyên gazê û ava şit, bi keviran bersiv da. Pevçûnên ku bi êrîşa polîsan destpêkir, li gelek taxan belavbû û dom kir. Girseya ku cenazeyê gêrîla Yaşar danîn ser milê xwe, li rexmî hemû êrîşan heta goristanê meşiyan. Xebatên defin kirinê berdewam dikin, her wiha hate hînbûn ku rageşiya li bajar didome.