Polîsan êrîşê meşa meşaleyî kirin

Polîsan êrîşê meşa meşaleyî kirin

Komek ciwanên ku li navçeya Kerborana Mêrdînê xwestin 15'ê Tebaxê pîroz bikin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar bikin û meşa meşaleyî pêk anîn, li rastî êrîşa polîsan a bombeyên gazê hatin. Pevçûn heta derengiyê berdewam kir.

Şevê din, nêzî 100 ciwanên ku li taxa Bahçebaşi ya navçeya Kerborana Mêrdînê li hev kom bûn, bi boneya 15'ê Tebaxê pîroz bikin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar bikin, meşek bi meşaleyî pêk anîn.

Ciwanên ku li nava kolanê dest bi meşê kirin, welatiyan jî bi çepik û dirûşmeyan piştgiriya xwe dan wan. Koma ku demekê bi meşale û dirûşmeyan meşiyan, rastî mudaxaleya polîsan a bi bombeyên gazê hatin. Ciwanan jî bi keviran bersîvê da. Pevçûn li nava taxa Bahçebaşi belav bû. Der barê binçav û birîndaran de tu agahî nehat bidestxistin. Pevçûn heta derengiya şevê berdewam kir.