Polîsan êrîşî gelê çû pêşiya cenaze kirin

Polîsan cenazeyê şervanê YPG'ê Mahpûs Guzeller ê li Rojava jiyana xwe ji dest da li Xinisê sekinandin û bi hinceta 'wê propaganda hilbijartinê were kirin' nehiştin cenaze bê derbaskirin û êrîşî gel kirin.

Polîsan cenazeyê şervanê YPG'ê Mahpûs Guzeller (Şoreş Xinis) ê li Rojava jiyana xwe ji dest da li Xinisê sekinandin û bi hinceta 'wê propaganda hilbijartinê were kirin' nehiştin cenaze bê derbaskirin û êrîşî gel kirin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Mahpûs Guzeller (Şoreş Xinis) ê li Serêkaniyê di pevçûna li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, ji Deriyê Sînor ê Dirbêsiyê yê Qoserê ji aliyê rêveberên MEYA-DER û malbatê ve hat wergirtin û ew anîn warê wî Xinisê. Cenaze ji aliyê konvoyeke ji sedan wesayîtî li derveyî Gimgimê hat pêşwazîkirin û li ser rêya Xinisê ji aliyê polîs û leşkerên bi maşînên zirxî rê girtibûn ve hat sekinandin. Rayedarên emniyetê îdîa kirin ku bi hinceta 'wê propaganda hilbijartinê were kirin' Walîtiya Erzîromê destûra derbaskirina cenaze ber bi navçeyê ve nedaye û xwestin cenaze ji rêyeke din bibin gundê Pinarkoy û were veşartin.

Li navenda navçeyê ku dikan nehatin vekirin, girseya gel xwest nimêja li ser cenaze li mizgeftê bike, lê belê ji ber destwerdana polîsan alozî derket. Li ser vê yekê Hevşaredarên Xinisê, rêveberên DBP û HDP'ê ji bo bi qeymeqam re hevdîtinê bikin çûn Avahiya Hikûmetê.

Ji ber ku ji hevdîtina bi qeymeqam re encamek derneket, girseya gel ber bi navenda navçeyê ve ket ser rê. Di vê kêliyê de polîsan bi ava şid, fîşekên plastîk û bombeyên gazê êrîşî gel kirin. Girseya gel jî bi qîrîna dirûşmeyan û bi keviran bersiv da êrîşa polîsan. Pevçûna i navçeyê dewam dike.