Polîsan cenazeyên gêrîla Şervan Fidanten (Navdar Çiya) û Rohat Sirek bi sedema 'Dê pîrozbahiyên salvegera 27'ê Mijdarê damezirandina PKK'ê pêk bê" nedan malbatan.
Di 22'ê Mijdarê de li gundê Fîsê yê Lîceyê pevçûn derket û di pevçûnê de gêrîlayê HPG'ê Şervan Fidanten (Navdar Çiya) jiyana xwe ji dest da. Di 24'ê mijdarê de jî li Gundê Suveren yê navçeya Dara Hênê ya Çewlikê jî pevçûn derket û gêrîlayê HPG'ê Rohat Sirek jiyana xwe ji dest dan.
Cenazyê gêrîla Fîdanten û Sîrek ji bo otopisyê birin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê. Malbatan 2 roj berê ji bo cenazeyên zaroken xwe wergirin serî li dozgeriyê dan. Lê li gel malbatan cenazeyên zarokên xwe teşhîs kirin jî nekaribûn bigirin. Polîsên Meletiyê cenaze nedan malbatan. Polîsên Meletiyê bi hinceta 'Dê pîrozbahiyên salvegera 27'ê Mijdarê Damezirandina PKK'ê pêk bê" nedan malbatan. Malbatan gêrîla û rêveberên MEYA-DER'ê ji bo cenazeyan wergirin li ber morgê di rawestin. Malbatan piştî ku nekaribûn cenazeyên xwe wergirin vegeriyan Amedê.
Piştî ku malbatan cenaze wergirtin dê li Lîce û Amedê defin bikin.