Polîs diavêjin ser malan û terorê dimeşînin: 12 binçavkirî

Li Gever, Serêkaniyê û Qoserê di serdegirtina malan de herî kêm 12 kes hatin binçavkirin. Hat îdîakirin ku li Serêkaniyê lîsteyeke ji 30 kesî ya divê were binçavkirin heye.

Li Gever, Serêkaniyê û Qoserê di serdegirtina malan de herî kêm 12 kes hatin binçavkirin. Hat îdîakirin ku li Serêkaniyê lîsteyeke ji 30 kesî ya divê were binçavkirin heye.

Li navçeya Colemêrg Geverê, tîmên taybet nîvê şevê bi maşînên zirxî avêtin ser malên li taxên Cûmhûriyet, Esentepe û Gungorê û herî kêm 7 ciwan kirin binçavan. Hat ragihandin ku ciwanên hatine binçavkirin Huseyîn Kina, Jêhat Geylanî, Sedat Kiziltaş, Mesût Yakiş, Aydin Kiziltaş, Erdal Başaran û Vedat Dûman in û guman heye ku ev hejmar zêde bibe. Sedema binçavkirinan nehat zanîn û ciwan piştî kontrola tenduristiyê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê birin Midûriyeta Emniyetê.

TÎMÊ TAYBET Ê TIRK BI QÛNDAXA TIVINGÊ LI EXTIYARÊ 60 SALÎ XIST

Tîmên Taybet ên Tirk, di serdegirtinên nîvê şevê de, beriya hilbijartinan mîna dema OHAL'ê teror meşandin. Di serdegirtina li mala Huseyîn Kina ya li Taxa Gungorê de hat ragihandin ku polîsan li bav Şemsettîn Kina xistine û gef lê xwarine. Li gorî agahiyan, polîsên tîmên taybet ên Tirk ku nîvê şevê saet di 02:00 de avêtin ser malê, bi qîrîn û sixêfan ketin hundir, bav Kina yê 60 salî li bin guhê dîwêr xistin, bi qûndaxa tivingê li wî dan û devê lûleya tivingê xistine devê wî. Kina yê nexweşê dil e, piştî serdegirtinê malbata wî ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê û tê gotin ku hînê di bin çavdêriya doktoran de tê ragirtin. Fikar hene ku hejmara binçavkiriyên li navçeya zêde bibin.

LI SERÊKANIYÊ GELEK KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li navçeya Riha Serêkaniyê polîsên tîmên taybet û leşkerên ser bi Fermandariya Jendermeyan a navçeyê danê vê sibehê avêtin ser navend û gundên navçeyê. Di serdegirtinan de li gel belavkirina alavên malan, li navenda navçeyê ciwanên bi navê Lutfî Akçan, Suleyman Tîlhat û Mehmet Akîf Kayacan û li gundê Humera Jorîn jî Mehmet Firat hatin binçavkirin. Binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê û tê gotin ku li Serêkaniyê lîsteyeke ji 30 kesî ya divê were binçavkirin heye.

POLÎSÊN RÛYÊ WAN BI MASKE PÊÇANDÎ DERIYAN DIŞIKÎNIN

Li navçeya Mêrdîn Qoserê jî welatiyê bi navê Serhat Ozel li taxa Ataturk di mala xwe de hat binçavkirin. Polîsên tevgera taybet ên rûyê wan bi maske pêçandî avêtin ser mala Ozel û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê. Tê gotin ku sedema binçavkirinê serhildanên 6-8'ê Cotmehê yên ji bo Kobanê ye.