Platforma ji Ocalan re azadî: Li dora avakirina komara demokratîk em li hev bicivin

Platforma "Ji bo Aştiyê ji Ocalan re Azadî" hişyarî da û diyar kir ku polîtîkaya şer a AKP'ê dikare rê li ber "teqîna civakî" veke.

Platforma "Ji bo Aştiyê ji Ocalan re Azadî" hişyarî da û diyar kir ku polîtîkaya şer a AKP'ê dikare rê li ber "teqîna civakî" veke. Platformê destnîşan kir ku azadiya Ocalan di asta dîrokî de girîng e û banga muzakereyê, rakirina tecrîdê û avakirina komara demokratîk kir.

Platforma "Ji bo Aştiyê ji Ocalan re Azadî" daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya platformê de hat gotin, "Ji meha Nîsanê û vir ve, ku hevdîtinên li Îmraliyê qut bû û şer ji nû ve destpê kir 602 mirovan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan însan birîndar bûn û hatin girtin. Mirinên her roj ji ber şerê heyî rû didin, hêviya civakê ya ji bo aştiyê kêm kiriye, civak xistiye nava rewşeke depresîf û em bi fikar in ku ev yek dikare veguhere teqîneke civakî."

'DIVÊ DERHAL LI MUZAKEREYÊ VEGERE, TECRÎD BÊ RAKIRIN'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku aştiya herî xerab ji şerê herî baş çêtir e, ya zehmet ne meşandina şer e, pêkanîn aştiyê ye û hat gotin, "Li gorî vê rastiyê, bi vegera li maseya muzakereyê, rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan û afirandina mercên azadiyê yên Ocalan re aştiyeke mayînde pêkan e. Ev yek daneya herî girîng e ku pêvajoya çareseriyê ya 3 salan daye me."

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Sedema bingehîn a ku pirsgirêkên civakî veguherandiye girêka kor, polîtîkayên li ser bingeha ewlekariyê tên meşandin e. Bi nêzîkatî û rêbazeke siyasetê ya azadîparêzî û heqîqeta gelan destnîşan dike re, ji bo welatê me ku di her firsendê de dibêje endamekî rêzdar ê 'welatên pêşketî' ye, yekane rêya demokratîkbûyînê ne.

Di vê çarçoveyê de pêwîstiyeke girîng e ku partiyên li meclîsê komên xwe hene, di serî de pirsgriêka Kurd hemû pirsgirêkên bingehîn ên demokratîkbûyînê binirxînin. Tecrûbeyên me yên rojane û dîrokî, wezîfeya 'xerakirinê' nadin Meclîsê, berevajî wezîfeya 'damezrîneriyê' didin Meclîsê. 'Nûnerên serweriya Milet' nabe ku xwe ji pirsgirêkên civakî vegirin. Di van rojên ku hêviyên jiyana bi hev re qels bûye de, ya bi lezgînî were kirin; meşandina siyaseta neçareseriyê ya hatiye ceribandin nîne. Li gorî felsefeya vîna damezrîner a bi destûreke bingehîn a nû, demokratîk û azadîparêz re danîna hîmên komara demokratîk a nû ye."

'DI AVAKIRINA TIRKIYEYA DEMOKRATÎK DE EM LI HEV BICIVIN'

Platformê da xuyakirin ku azadiya Ocalan di asteke dîrokî de girîng e û ev bang kir:

"Birêz Ocalan ku hem ji aliyê ramanî hem jî di pratîkê de bi pêşniyar-destwerdanên xwe re yek ji temînatên damezrîner ê avakirina komara demokratîk e, azadiya wî di asta dîrokî de girîng e. Azadbûna Birêz ocalan ku 17 sal in li Girava Îmraliyê ji bo tedawîkirina kangrenên demokratîkbûyînê yên Tirkiyeyê tevdigere û ji bo vê yekê girava Îmraliyê kiriye 'Ofîsa Aştiyê', di şexsê wî de wê çareseriya demokratîk û pêşeroja demokratîk a gelan azad bibe. 10 mîlyon mirovên bi pêşengiya platforma me ji bo azadiya Birêz Ocalan îmzeya xwe bikaraniye, vegotin û îspata vê rastiyê ye. Em bang li tevahiya Hêzên demokrasiyê û aştîxwazên li Tirkiyeyê dikin ku vîna 10 mîlyon kesên ji bo azadiyê îmze dane esas bigirin, bibin aliyê aştî û çareseriyê: Em di têkoşîna Avakariya Tirkiyeya Demokratîk de li hev bicivin."