Parêzer Newroz Ûysal a li Cizîrê lêkolîn kir anî ziman, ku agahiya li ser bikaranîna çeka kîmyewî gelekî zelal e û diyar kir, hewl tê dayîn ev komkujî were nixumandin. Ûysal da zanîn, hemû polîsên li cihê bûyerê lêkolîn kirin, ji aliyê dozgeriyê ve ji bajarên cuda re hatine şandin.
Li navçeya Şirnex Cizîrê, piştî qedexeya derketina derve û komkujiyên hatin kirin, karên hiqûqnasan û komîsyona tespîtkirina xisara li navçeyê dewam dikin.
Endama Platforma Hiqûqnasên Demokratîk parêzer Newroz Ûysal, li ser xebatên xwe yên li Cizîrê, ji ANF'ê re axivî.
Ûysal bibîr xist, ku ji roja rakirina qedexeya derketina derve û vir ve ew li Cizîrê ne û diyar kir, ku weke hiqûqnasan ji bo lêkolînkirina binpêkirina maf hatine vê derê, lê belê rewşa ku li Cizîrê dîtiye, gelekî cuda ye. Ûysal got, "Dîmenê ku em li vê derê dît, rewşeke ku bi binpêkirina mafan, destnedana xaniyan û kuştina bi zanebûn, nikare bê vegotin. Di asteke gelekî giran û xetere de ye, ku li ser bingeha sûcê mirovahiyê hatiye kirin. Me li vê derê dît, ku rewşeke qat bi qat ji ya ji derve tê dîtin, mezintir û girantir heye. Em hewl didin qewimînên li vê derê ji aliyê hiqûqî ve bikin belge. Ya ku li 3 jêrzemînan hat kirin nîşan dide, ku hewl hatiey dayîn heyfa dîrokî ji Cizîrê bê hilanîn û tirsê bixin dilê mirovên li bajar û navçeyên din."
'SÛCÊ ŞER HATIYE KIRIN'
Ûysal da zanîn, ku di encama lêkolînên wan ên li Cizîrê de hatiye tespîtkirin, nêzî 2 hezar xanî bûne ku nema karibin werin bikaranîn û wan yek bi yek li malbatên mexdûr guhdarî kirine. Ûysal got, "Dema mirov pêkanînên hêzên dewletê yên li Cizîrê binirxînin, di hiqûqa navxweyî de bersiva xwe hene. Lê belê dema mirov ji aliyê binpêkirina mafan ve binirxînin, hiqûqa navxweyî kêm dimîne. Pêwîste êrîşa li hemberî vê derê di çarçoveya sûcê şer de bê nirxandin. Ji ber ku êrîşek li hemberî tevahiya gelê Kurd hatiye kirin."
'QETLÎAMA KOMÎ HAT KIRIN'
Parêzer Newroz Ûysal da xuyakirin, ku li cihên derketina derve lê hat qedexekirin, hêzên dewletê ji bo komkujiyê bikin êrîş kirine û axaftina xwe wiha dewam kir: "Cizîr hinekî ji van cudatir e. Ji ber ku qetlîameke komî li vir hat kirin. Ji bo jêbirina şopên vê komkujiyê, dewletê planeke zirav kiriye. Weke hiqûqnasan em dixwazin komkujiya li vir ji aliyê hiqûqî ve lêkolîn bikin, keşfê bikin û mînakên heyî ji bo lêkolîneke rastî bişînin. Diviyabû ev belge ji aliyê dozgeriyê ve bihata berhevkirin, lê belê kesî karekî bi vî rengî nemeşand. Hînê testa DNA ya ji bo teşxîskirina cenazeyan neqediya ye."
'TI BENDEWARIYEKE ME JI HIQÛQA NAVXWEYÎ NÎNE'
Ûysal ragihand, hewl tê dayîn aliyê hiqûqî ye komkujiya li Cizîrê bê nixumandin û diyar kir, dozger bi xwe jî bi awayekî vekirî ev bilêv kiriye. Ûysal got, "Hemû polîsên li vê derê li cihê bûyerê lêkolîn kirin, ji aliyê dozgeriyê ve li cihên cuda hatin wezîfedarkirin. Bi van wezîfedarkirinan re ji aliyê hiqûqî ve kirasek ji komkujiyê re hatiye çêkirin. Serlêdanên tedbîrê yên di dema qedexeya derketina derve de li Destûra Bingehîn hat kirin û helwesta dadgehê ya li hemberî van serlêdanan, nîşan dide ku nêzîkatî wê bi vî rengî be. Mixabin ti bendewariyeke me ji hiqûqa navxweyî ya li Tirkiyeyê nîne. Gelekî eşkere ye ku ev lêpirsîn wê bê nixumandin û encamek jê dernekeve. Ji xwe pêwîstî bi veşartina vê yekê jî nabînin."
'ZELAL E KU ÇEKA KÎMYEWÎ HATIYE BIKARANÎN'
Ûysal ragihand, ku ew hewl didin mekanîzmayên navneteweyî yên ku ji derve ve lêpirsînan bişopînin bi kar tînin û got, "Welatên ku li mekanîzmayên navneteweyî heta niha hatine cezakirin, gelekî kêm in. Ji bo ku bi rêya Neteweyên Yekbûyî têkildarî van pêkanînên Tirkiyeyê dadgeheke ceza ya nû were avakirin, em di nava hewldanan de ne. Ji ber ku dewlet gelekî baş bi vê dizane, hemû delîlan ji holê radike û cihên komkujî le kiriye, paqij dike. Avahiyên ku çeka kîmyewî lê bi kar anî, hildiweşîne û enqazên wê jî davêje nava çem. Agahiyên li ser bikaranîna çeka kîmyewî gelekî zelal e. Tevî vê yekê jî, mîna ku îdîayeke bi vî rengî nîne, lêkolîn tê kirin."