Komîteya Rêveber a PKK'ê got, "Serketinên Çiyayê Kizwanan û Girê Spî yên li hemberî faşîzma DAIŞ'ê hatin bidestxistin, li hemû gelan û mirovahiyê pîroz be. Em hêvîdarin ev serketin wê demokrasî û azadiyê bi xwe re bîne."
Komîteya Rêveber a PKK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, serkatina Girê Spî pîroz kir. PKK'ê di daxuyaniya xwe de got, "Piştî Çiyayê Kizwanan, hêzên YPG/YPJ û Bûrkan El Firat Girê Spî (Til Ebyad) ji dagirkeriya faşîzma DAIŞ'ê rizgar kirin û azad kirin. Li dû serketinên dîrokî yên Kobanê û Til Hemîs-Til Berakê, ji ber serketinên Çiyayê Kizwanan û Girê Spî yên li hemberî faşîzma DAIŞ'ê bi dest hatin xistin, em hêzên YPG/YPJ û Bûrkan El Firat, gelên Kurd, Ereb û Asûrî-Suryanî yên li Rojava dijîn, hemû jin û ciwanên Rojavayî ji dil pîroz dikin û di têkoşîna wan a demokratîk û azadiyê ya li dijî mêtîngerî û faşîzmê de, her tim serketinê dixwazin. Ev vê serketina dîrokî, ku pêkhatina bîrdoziya modernîteya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan e, di serî de li Rêber Apo li her kesên ked dane pîroz dikin. Di şexsê fermandar û şervanên nemir ên YPG/YPJ'ê Rûbar, Gelhat, Destîna û Arînan de hemû şehîdên azadiyê yên Rojava bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin! Em diyar dikin ku bîranînên wan wê her tim li Kurdistana Azad û Sûriyeya Demokratîk bijîn."
'SERKETINA GIRÊ SPÎ SERKETINEKE DîROKÎ YA MIROVAHIYÊ YE'
PKK'ê got, "Bê guman di rewşeke ku çeteyên DAIŞ'ê yên faşîst li nava Iraq û Sûriyeyê bi pêş ve diçe û hewl dide cihên nû dagir bike de, lêdana derbên ewçend giran li eniya Kurdistanê, rewşeke mezin a xwedî girîngiyeke dîrokî ye" û bal kişand ser van xusûsan:
"Serketina Girê Spî ya ku Kantonên Cizîr û Kobanê gihand hev û pêşî li qewînbûna Şoreşa Azadiyê Rojava û Şoreşa Sûriyeya Demokratîk vekir, wê bandorê li tevahiya Kurdistanê û Rojhilata Navîn bike û rêya ber bi Konfederalîzma Demokratîk a Rojhilata Navîn nêzîktir bike. Ji ber vê yekê, serketina Girê Spî serketina gelên Kurdistan û Sûriyeyê, serketineke dîrokî û mezin a gelên Rojhilata Navîn û mirovahiya azad e.
Aşkera ye ku bi serketina Girê Spî re wê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava ku xwe dispêre vîna azad û rêxistinbûyî ya gelan, wê bêhtir bi pêş bikeve û zexm bibe. Em bawer im, mîna li kantonên din wê li herêma Girê Spî (Til Ebyad) jî gelên Kurd, Ereb û Tirkmen di bin rêveberiyeke demokratîk a hevpar de xwe bi rêve bibin û mînakeke xurt a biratî û wekheviya gelan biafirînin. Bi vî rengî wê avabûna neteweya demokratîk a xwe dispêre vîna rêxistinbûyî û azad a hemû nasname û gelan, li Rojavayê Kurdistanê û tevahiya Sûriyeyê bicih bê.
Gelên Kurd, Ereb, Asûrî-Sûryanî û Tirkmen ên li Rojava, li dijî çeteyên faşîzan ên DAIŞ’ê serketinên dîrokî qezenc kirin û bi van serketinan bala mirovahiyê roj bi roj zêdetir dikişînin ser xwe. Ev serketina ku li qadeke biçûk pêk hat, weke pratîkirina rêgeza modernîteya demokratîk û nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji hemû gelên bindest û mirovahiyê re rêbertiyê dike. Li ser vê bingehê, ji gelên Kurdistan, Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiya azad û demokratîk, destekê dibîne."
'LI HEMÛ GEL Û MIROVAHIYÊ PÎROZ BE'
Komîteya Rêveber a PKK'ê di dewama daxuyaniya xwe de got, "Weke Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê em bawer dikin ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava wê li dijî faşîzma DAIŞ'ê û her şêwe paşverûtiyê serketinên mezin bi dest bixe, bi pêş ve biçe û di neteweya demokratîk ji her alî ve bi pêş bixîne û zexm bike. Bi vê bîr û baweriyê em careke din hemû şehîdên azadiyê bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin, ji ber vê serketina dîrokî hemû şervan û fermandarên leheng ên YPG û YPJ'ê pîroz û silav dikim. Serketinên Çiyayê Kizwanan û Girê Spî yên li dijî faşîzma DAIŞ'ê bi dest hatin xistin, li hemû gelan û mirovahiyê pîroz dikin û hêvîdarin ku wê demokrasî û azadiyê bîne."