PKK'ê 'Şehîdên Meha Tebaxê' bibîr anî

Komîteya Rêveber a PKK'ê 'Şehîdên Meha Tebaxê' bibîr anî. PKK'ê got, "Di serî de fermandarê mezin hevalê Egîd-Mahsûm Korkmaz em hemû şehîdên xwe yên azadiyê bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin."

Komîteya Rêveber a PKK'ê 'Şehîdên Meha Tebaxê' bibîr anî. PKK'ê got, "Di serî de fermandarê mezin hevalê Egîd-Mahsûm Korkmaz em hemû şehîdên xwe yên azadiyê bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin."

Komîteya Rêveber a PKK'ê, bi daxuyaniyek li ser malpera xwe ya înternetê weşandî re, milîtanên xwe yên di nava meha Tebaxê de jiyana xwe ji dest dan, bibîr anî. Di daxuyaniya PKK'ê de hat gotin, "Ji bo gelên di nava mercên koledariyê de dijîn rastiyeke hatiye îspatkirin heye, ku ew jî; yên dayîna berdêlên mezin nepejirîninin, wê nikaribin jiyana azad ava bikin. Serok Apo dibêje, "Yekane rastiya di oxira wê de mirov dikare jiyana xwe ji dest bide, rastiya civaka exlaqî-polîtîk e". 15'ê Tebaxê li ser vê bingehê, ji bo Kurdan bi vîna azad re bikaranîna mafê bûyîna civaka demokratîk e. Bi fedekariya mezin a şehîdên me re, civakê mafê avakirina neteweya demokratîk bi kar aniye û ev hatiye bi ser xistin."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Divê neyê ji bîrkirin ku yên nikarin civaka xwe biparêzin, nikarin behsa mafê jiyana bi rûmet bikin. Azadî bi parastina civakê re destpê dike" û ev xal hat destnîşankirin: "Şehîdên me yên têkoşînê, bi hêza gotin û çalakiyê re azadiya vîn û zîhnî qezenç kirin, ji mewcûdiyetê veguherîn hebûneyê, yanî nasname û azadiya xwe qezenç kirin û bi vê hebûna xwe re di oxira heqîqeta civakî de xwe ji dayîna berdêlan venegirtine.

Di şert û mercên Pêngava 15'ê Tebaxê lê hat avêtin de yekane tişta bihata kirin, ji bo tinekirina şer, derew, înkar û tinekirina li ser hemû çavkaniyên civakê hatibû ferzkirin, bi xweparastinê re parastina heqîqeta civakî bû. Ya ku pêk hat jî ev bû. Şehîdên me li dijî heqîqeta civakî ya dihat xwestin ji holê bê rakirin, weke hêzeke parastin û çalakiyê, bi awayekî fedaî derketine holê. Weke ku Serok Apo dibêje, '15'ê Tebaxê hesabpirsîna bi heybetî ye!' û li ser vê bingehê hesabê êrîşên li hemberî dîrok, çand, ziman û nasnameyê bi pêşengiya şehîdên me hatiye pirsîn û hînê tê pirsîn."

'EM FERMANDARÊ MEZIN HEVALÊ EGÎD BI RÊZDARÎ BIBÎR TÎNIN'

Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê bi vî rengî dewam kir:

"Bi wesîleya 31. salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê, ku pêngava vejîn û berxwedanê ya herî bingehîn a dîroka Kurdistanê ye, di serî de fermandarê mezin ê şer gihand serketinan heval Egîd-Mahsûm Korkmaz, em hemû şehîdên xwe yên azadiyê bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin, em soz didin ku em ê serketina dawî bi şêweyê hêjayî bîranîna wan, bi awayê herî bi heybetî bi cih bînin.

'HEVALÊ ERDAL XIZMETÊN NAYÊ JI BÎR KRIN LI ŞOREŞÊ KIR'

Li gorî vê yekê;

Hevrêyê me Erdal-Engîn Sîncer ê ji Pazarcixê, di 15'ê Tebaxa 2003'an de di encama qezayeke bêbext de li Qendîlê gihîşt şehadetê. Bi cesaret, fedekarî û rûkeniya xwe ya bêhempa re, di dilê her kesî de cih girt. Hevrê Erdal ji dîplomasiyê heta pratîka şer, li her qadê tevlîbûneke bêsînor nîşan da û xizmetên neyên ji bîr kirin li şoreşê kir. Bi taybetmendiya xwe ya dilnizm û kedkar re, hevalê Erdal bû yek ji rêveberê serketî yê rêbaza rêbertiyê. Em soz didin hevalê Erdgal ku em ê di dema nû ya pêngavê de, bi ruhê şehîdên xwe bimeşin serketinê û azadiya gelê xwe pêk bînin.

'EM SOZA JIYAN BI HEQÎQETÊ RE LI ŞEHÎDÊ DESTPÊKÊ YÊ PKK' ALÎ DOGAN YILDIRIM DUBARE DIKIN'

Di dema salên 1974-75'an de ku tevgera me hînê di asta komê de bû, hevrê Alî Dogan Yildirim ê ji Dêrsim-Pilemûrê, nêrînên Apoyî pejirand û di demeke kurt de bi awayekî milîtanî li derdora xwe belav kir. Weke şehîdê me yê destpêkê di Tebaxa 1976'an de gihîşt şehadetê. Em hevrê Alî Dogan Yildirim ku yek ji lêgerînerên destpêkê yên heqîqetê bû bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin, soza jiyana bi heqîqetê re dubare dikin.

'JI BO BÎRANÎNA HEVRÊ MAHÎR EM Ê GERÎLA MEZIN BIKIN'

Hevrê Mahîr Dêrsim-Şerîf Yalçin ê ji Dêrsimê, li Êlih-Qubînê di 21'ê Tebaxa 2003'an de gihîşt şehadetê. Hevrê Mahîr bi zanebûna xwe a leşkerî û cesareta xwe re şervan û fermandarekî serketî bû. Ji bo bîranîna hevrê Mahîr em ê gerîla mezin bikin, bi şerê gel ê şoreşger re em soz didin ku em ê welat û gelê xwe bigihînin azadiyê.

'DELÎLA BÛ AWAZA QÎRÎNA AZADIYÊ'

Hevrêya me Delîla Meyaser-Şenay Goçer a ji Farqînê, di 24'ê Tebaxa 2007'an de li Qilabanê gihaşt şehadetê. Hevrê Delîla ku milîtanî û hunermendiya şoreşgerî bi awayê herî serketî gihand hev, bi dengê xwe yê zelal û afirîneriya xwe, bû awazek ji qîrîna azadiyê. Em soz didin ku di her stran, her gotin û her çalakiyê de em ê hevrê Delîla bibîr bînin û di bedewiya baxçeyê çandê de em ê Kurdistana xweser ava bikin.

Hevrê Mehmet Ece ê ji Riha-Xelfetiyê di 28'ê Tebaxa 1978'an de li Nîzîpê ji aliyê faşîstan ve hat qetilkirin. Em soz didin hevrêyê xwe Mehmet ku em ê faşîzmê têk bibin û gelên xwe bigihînin demokrasiya radîkal.

Di Tebaxa sala 1979'an de hevrê Şerîf Kevcî yê ji Riha-Sêweregê, ji aliyê çeteyên noker ên feodal ve şehîd hat xistin. Li pêşberî bîranîna wî em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û soza dilsoziya pê re dubare dikin.

Di şerê 23'ê Tebaxa 1981'ê de hevrê Zekî Yildiz ê ji Depê heta fîşeka xwe ya dawî li ber xwe da û gihîşt şehadetê. Bi xeta berxwedanê ya hevrê Zekî re meşa me ya ber bi serketinê wê bênavber dewam bike.

Hevrê Halef Kavrî yê ji Mêrdînê di Tebaxa sala 1980'yî de piştî çalakiyekê li stasyona Mêrdînê ket kemîna dijmin û di şerê li vir de şehîd ket. Hevrê Halef ê zewicî û bavê 6 zarokan bû, ku di heman demê de karkerek bû, piştî têkoşîn nas kir hemû keda xwe da şoreşê. Ji bo bîranîna hevrê Halef em soza welatekî ked û edalet lê serdest e, didin.

'EM Ê LAYIQÎ BÎRANÎNA HEVRÊ GURCAN BIN'

Hevrê Gurcan Ozcan a ji Sêwas-Dîvrîgî, weke enternasyonalîsteke Tirk cihê xwe di nava têkoşîna sosyalîzmê ya PKK'ê de girt. Mîna Kemal Pîr, di xeta Serok APo de serketin dît û bi milîtanî tevlî têkoşîna rizgariya demokratîk bû. Hevrê Gurcan di 31'ê Tebaxa 1982'an de pratîka herî radîkal a berxwedanê nîşan da, heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û gihîşt şehadetê. Em soza Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Azad a dane gelên xwe dubare dikin û dibêjin ku em ê layiqî bîranîna wê bin.

Di 17'ê Tebaxa 1985'an de hevrê Hasan-Hamît Avci ji aliyê hêzên neteweperest ên paşverû ve hat girtin, radestî dewleta Tirk hat kirin û piştre ji aliyê hêzên mêtînger ve hat qetilkirin û şehîd ket. Ji bo bîranîna hevrê Hasan em careke din soz didin ku em ê ti carî nehêlin xeta nokerî û siyaseta wê ya qirêj li Kurdistanê serdest be û em ê di xebata neteweya demokratîk de jiyana azad bi rûmet pêşkêşî gelê xwe bikin.

Hevrê Mehmet Erturk ê ji Riha-Xelfetiyê, di 20'ê Tebaxa 1985'an de li Çiyayê Agirî gihîşt şehadetê. Em hevrê Mehmet bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê di meşa şoreşê ya wî ronî kiriye de bi biryardarî bimeşin.

Hevrê Hayrî Avareş-Dervîş Kûrt ê ji Semsûr-Gergerê, di 16'ê Tebaxa 1990'î de li Bestayê gihîşt şehadetê. Bi rêzdarî û mînetdarî em wî bibîr tînin.

Di 16'ê Tebaxa 1990'î de hevrê Sûltan Bêrîvan-Adalet Bora ya ji Riha-Sêwerekê, li Şirnexê gihîşt şehadetê. Em hevrê Sûltan ku weke şagirta milîtan a Rêbertiyê di xeta serketinê de bi awayekî serketî meşiya, bi rêzdarî bibîr tînin û dibêjin ku em ê bi civaka azad re bersivê bidin şehadeta wê.

Hevrê Nacî Ahmed-Necîp Hasev Hasan ê ji Duhokê, di 24'ê Tebaxa 1992'an de li Oremarê gihîşt şehadetê. Em soza xwe dubare dikin ku em ê yekîtiya demokratîk û neteweyî ya gelê xwe di paradîgmaya Serok Apo de bi cih bînin.

Di 27'ê Tebaxa 1992'an de hevrê Mem Botan-Mehmet Şahîn ê ji Dîlok-Îslahiyeyê, li Pazarcixê şehîd ket. Meşaleya wî pê xistiye wê rêya me ronî bike. Em wî bi rêzdarî bibîr tînin.

Hevrê Mahîr-Zeynel Zengîn ê li Elmanya-Verdelê ji dayik bû, di 30'ê Tebaxa 1992'an de gihîşt şehadetê. Hevrê Mahîr li dijî asîmîlasyona sîstema modernîst, bi hişmendî û nasnameya neteweyî bi awayekî aktîf tevlî têkoşînê bû. Em soz didin hevrê Mahîr ku em ê sîstema xwe ya komunal a demokratîk ava bikin û li gorî heqîqeta me bi awayekî azad bijîn.

Hevrê Çîçek Evîn-Fatma Saît Xelef a ji Hesekê, di 26'ê Tebaxa 1993'an de di şerê li dijî dijmin de bombeya dawî bi xwe ve teqand û gihaşt şehadetê. Em hevrê Çîçek ku sembola vîna jinê ya teslîm nabe ye, bibîr tînin û bejna xwe bi rêzdarî li ber şehadeta wê ditewînin.

Di 31'ê Tebaxa 1994'an de hevrê Safûra Yildirim-Hêvî ya ji Nisêbînê, li Mêrdînê şehîd ket. Hevrê Hêvî ku milîtana têkoşîna azadiyê ya jinê bû, li dijî îşkenceyên hovane yên dijmin bi vîna teslîm nayê girtina jina Kurd li ber xwe da û gihîşt şehadetê. Li pêşberî bîranîna wê em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.

Hevrê Helwest-Farûk Hacibekîr ê ji Selahaddînê, di Tebaxa 1995'an de li Botanê di şer de şehîd ket. Hevrê Helwest bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe ya pêkanîna yekîtiya neteweyî ya gelê xwe dubare dikin.

Hevrê Yekbûn-Gulê Kahraman a ji Mêrdîn-Mehsertê, di 17'ê Tebaxa 1996'an de li eyaleta Mêrdînê şehîd ket. Em soza xwe dubare dikin ku bi avakirina jiyana azad re em ê bersivê bidin bîranîna hevrê Yekbûn.

Hevrê Şivan-FerîdûN Fenveşîr ê ji Rojhilat-Botanê, di 18'ê Tebaxa 1996'an de li Metîna gihîşt şehadetê. Ji bo bîranîna hevrê Şivan em soza avakirina jiyana azad û xweser li çar parçeyên Kurdistanê didin û wî bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin.

Hevrê Malîk-Dilbirîn Temo yê ji Hesekê û Xelat Sîpan-Rasmiye Ekîncî ya ji Sêrt-Dihê di 24'ê Tebaxa 1997'an de li Herekolê gihîştin şehadetê. Ji bo bîranîna wan, ji Bakur heta Rojava em soza civaka azad û welatê azad dubare dikin.

Di Tebaxa 1997'and e hevrê Jiyan-Remziye Nervîn a ji Serêkaniyê li Qilabanê şehîd ket. Em soza xwe ya dilsoziya bi bîranîna wê re dubare dikin.

Hevrê Şahîn-Siyabend Cemal ê ji Silêmaniyeyê, di Tebaxa 1997'an de li Behdînanê şehîd ket. Bi rêzdarî û minetdarî em wî bibîr tînin.

Hevrê Têkoşer-Sebah Ahmed ê ji Rojava-Dêrikê, di Tebaxa 1998'an de li Colemêrgê şehîd ket. Bi rêzdarî em wî bibîr tînin û soza dilsoziya pê re dubare dikin.

Di 18'ê Tebaxa 2000'î de hevrê Mordem-Mehmet Bîlkan ê ji Riha-Hewengê, li Zagrosê gihîşt şehadetê. Em hevrê Mordem ê vegotina biryara vegera ji dîasporayê ye bi rêzdarî bibîr tÎnin û soza jiyaneke bi rûmet û azad a li ser xaka welatê xwe, dubare dikin.

Hevrê Vasfî-Hamza Yavûz ê ji Êlih-Kercewsê di 20'ê Tebaxa 2000'î de li Elmanyayê ji ber nexweşiyeke giran tevlî karwanê şehîdan bû. Hevrê Vasfî, wê weke milîtanê herî bedew, herî sempatîk û milîtanê hestewar ê cîhana me ya helbestan, her tim di dilê me de bijî.

Hevrê Xelat-Soran-Hewreman Alî yê ji Silêmaniyeyê, di 18'ê Tebaxa 2003'an de li Qendîlê şehîd ket. Bi minetdarî em wî bibîr tînin.

'HEVRÊ NÛCAN FERMANA BIJARTE YA PÊŞENGIYA JINÊ'

Hevrê Nûcan Nûrhak-Cennet Dîrlîk a ji Pazarcixê, di 27'ê Tebaxa 2005'an de şehîd ket. Hevrê Nûcan a ku li her qad aşer ma û asta fermandariya bijarte ya pêşengiya jinê temsîl dikir, li Êlih-Qubînê di şerê li dijî dijmin de şehîd ket û tevlî karwanê nemiran bû. Bîranîna wê wê heta ebediyetê rêya me ronî bike.

Hevrê Agirî-Yûsûf Avdoyan ê ji Ermenîstanê û Xebat Civanro-Abbas Emanî yê ji Kamîran-Rojhilat, di 25'ê Tebaxa 2005'an de li Êlih-Qubînê şehîd ketin. Ji bo bîranîna hevrêyên me yên heta nefesa xwe ya dawî dilsozê şiyara 'ya serketin ya mirin' man, em  soz didin ku em ê hevgirtina azad a gelên xwe pêk bînin û em dilsoziya xwe ya bi wan re dubare dikin.

Di salvegera şehadetê ya yek ji navên bijarte yên welatparêziya Kurd û sekna rewşenbîriyê Nûrî Dêrsimî de em bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wî ditewînin, şehîdên xwe yên meha Tebaxê li ser vê bingehê bibîr tînin, di serî de hevrê Şervan Varto yê di dema pêngava nû de şehîd ket hemû hevrêyên xwe yên fedaî bi vê wesîleyê bi rêzdariyeke mezin bibîr tînin. Pêngava 15'ê Tebaxê ku di şert û mercên herî dijwar de bi fedekarî û cesareteke bêhempa bi cih hat anîn, di roja îro de bi şert û mercên herî zêde de nêî serketinê ye. Bi bi hezaran şehîdên me re ev yek îspat bûye; Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd a bi pêşengiya PKK'ê destpê kir, wê heta serketina civaka demokratîk û exlaqî-polîtîk a heqîqeta yekane ya mirovahiyê ye dewam bike û weke destpêka pêvajoyeke dîrokî herikîna dîrokê her biguherîne.

Em bang li tevahiya gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku di dema nû ya têkoşînê de berxwedanê mezin bikin û li dijî êrîşan bi rêxistinbûyîna xwepareastinê, faşîzmê têk bibin."

...