Komîteya Rêveber a PKK'ê 'Şehîdên meha Mijdarê' bibîr anî. PKK'ê got, "Em ê dilsoziya bi şehîdên xwe yên têkoşînê re, ku xwediyên rasteqîn ên hemû destketiyan e, bi avakirina Kurdistana xweser îspat bikin û gelê xwe azad bikin."
ANF
BEHDÎNAN
sêşem, 10 sermawezê 2015, 09:39
Komîteya Rêveber a PKK'ê 'Şehîdên meha Mijdarê' bi daxuyaniyeke nivîskî bibîr anî. PKK'ê di daxuyaniya xwe de got, "Jiyîna şehîdan tê wateya jiyîna welat, jiyîna gel. Jiyîna şehîd, parastin û jiyîna bi hemû nirxên ji aliyê partî û rêbertî ve hatine afirandin e. Di rewşeke ku bi hovane êrîş li nirxên civakî tê kirin de, neparastina wan nirxan tê wateya bêparmayîna ji exlaq û polîtîkayê. Êrîşên bêrehm û bêexlaq ên li dijî şehîdgehan, cenazeyên şehîdan û gel, ancax bi xwegihandina rastiya civaka polîtîk û exlaqî, bi xwegihandina rêxistinbûyîna xweparastinê, dikarin bên pûçkirin. Ev yek jî bi jiyan, berxwedan, rêxistinbûyîn û çalakîbûna mîna şehîdan, pêkan e."
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Eger gelek di nava şert û mercên koledariyê de be, ancax bi têkoşînê û rewşeke çalakîbûnê ya timî, dikare xwe ji vê yekê rizgar bike" û ev xal hat destnîşankirin: "Bêguman her çalakî xwedî encam û berdêlan e. Lê belê divê were zanîn, ku bêçalakîtî rizandin e! Ya misoger ev e; eger gelek xwe birêxistin bike û bikeve nava çalakiyê, dikare çarenûsa xwe ji serî heta binî biguherîne. Kurd jî, ji bo vê jiyana ji koledariyê xerabtir e azad bike, ewladên xwe yên herî hêja xist nava çalakiyê, dayîna berdêlên mezin da ber çavên xwe û di rêya jiyana azad de gelekî bi pêş de çû. Dilopeke bi tenê ya xwînê jî belasebep nehat rijandin. Canekî bi tenê jî belasebep ji dest neçû. Her çalakî, her berdêl, her şehîd gelê Kurd bêhtri azad, zane û bi rûmet kir. Ji ber vê yekê dikare were gotin, ku ji tevahiya dîroka rizgariya gelan bêhtir, di dîroka rizgariya gelê Kurdistanê de şehîdên têkoşîna azadiyê xwedî cihekî taybet in û watedar in."
Divê neyê ji bîrkirin ku; her gava şoreşgerî, her, her şehadet ber bi heqîqeta me ber bi jiyana azad, civaka azad û mirovê azad e. Mîna ku Rêber Apo dibêje, 'Yên ne xwedî çalakiya mezin, nikarin jiyaneke watedar û azad bi dest bixin'. Ji ber ku azadî bi çalakiyên bi berçavkirina hemû encaman re, pêkane."
Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê bi vî rengî dewam kir:
"Ji kadroyên me yên dema partîbûyînê Cahît Dayan ê ji Dêrsimê, Fûar Erturk ê ji Elezîzê, Mûsa Îlk ê ji Xozadê, Hasan Ozçelîk ê ji Qisle ya Dêrsimê, Mehmet Beşîr Aksoy ê mi Mîdyat a Mêrdînê, Veysî Hantaş ê ji Lice ya Amedê û Veysî Şîmşek ê ji Elezîzê, di Mijdara 1982'an de dema xwestin ji Çemê Hêzilê derbas bibin, di şerê ji ber kemînê de şehîd ketin. Em van hevrêyên xwe bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û dibêjin ku em ê xeyalên wan ên welatekî azad, bi cih bînin.
Hevrêyên me Celal Hoca-Ramazan Gezgîncî ê ji Hezex a Şirnexê, Dijwar-Mûstafa Abdullah ê ji Dêrika Çiyayê Mazî yê di sala 1985'an de tevlî bû, Dogan-Seyît Şenpinar ê ji Bazarcixê yê di sala 1985'an de tevlî bû, Îbrahîm-Aydin Bûlût ê ji Elezîzê yê di sala 1984'an de tevlî bû, Saît-Suleyman Bozkûrt ê ji Silopiyayê, Xelîl-Ahmet Huseyîn ê ji Dêrikê, Xeyrî-Mûstafa Mûhammed ê bi hesê xwe ji Mêrdînê yê di sala 1986'an de ji Lubnanê tevlî bû, di 2'ê Mijdara 1982'an de li Hasena ya Cizîrê di şer de şehîd ketin û weke 'Şehîdên Hesena' cihê xwe di hiş û bîra civakê de girtin. Em ê van hevrêyên xwe ti carî ji bîr nekin û soz didin ku em ê her bihosta xaka Kurdistanê azad bikin, vê erdnîgariya mîna bihuştê bedew li dijî her şêwe êrîşan bi hişmendiya ekolojîk biparêzin.
Hevrê Azad-Kemal Markoç ê ji Erdexanê, Bêrîvan-Turkan Temel û Dogan ên ji Mûş Gimgimê di 12'ê Mijdara 1990'î de li Qers Kaxizmanê gihîştin şehadetê. Em wan bi rêzdarî bibîr tînin û soz didin ku em ê li dijî xinayeta lenetbûyî yê tê xwestin ku bikin felaketa vê xakê, em ê bi eşqa azadiyê ya pîroz heta dawiyê şer bikin.
Hevrê Rewşen-Hamdiye Yildiz a ji Şemrex a Mêrdînê, Zinarîn a ji Wêranşarê û Adar Çinar a ji Çinarê, di 5'ê Mijdara 1993'an de li Amed-Karacadagê şehîd ketin. Em hevrêyên xwe bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û biryardariya xwe nîşan didin ku em ê ji jiyaneke bi ziman, nasname û zîhniyeta azad, weke civakê ji jiyaneke bi rûmet tawîzê nedin.
Ji jinên Kurd ên leheng Mahabat-Leyla Îklîm a ji Qilabanê ya di sala 1989'an de tevlî bû, Rûken-Zohre Ocalan a ji Xelfetiyê ya di sala 1989'an de tevlî bû û Zelal-Emîne Arslan a ji Mîdyat a Mêrdînê di sala 1992'an de tevlî bû, di 14'ê Mijdara 1994'an de li Qurse Keça ya Çiyayê Cûdî li dijî hêza teknîkê ya dijmin bi vîna xwe li ber xwe dan. Em ê bi berxwedana wan re dilsoz bin û bi şiyara 'jin jiyan azadî', di xeta jina azad de li dijî înkar û tinekirinê, têkoşînê bi ser bixînin.
Hevrê Bêrîtan-Sîbel Ograş a ji gelê Mihemlmî ya ji Nisêbînê di sala 1990'î de tevlî bû, Çirav-Zuher Bîlgîç a ji Nisêbînê ya di sala 1991'ê de tevlî bû û Hasan-Kûdûsî Adsiz ê ji Pasûr a Amedê di sala 1995'an de tevlî bû, di 6'ê Mijdara 1997'an de li navçeya Mêrdîn Mîdyatê, piştî çalakiyekê li mala lê bûn hatin dorpêçkirin û bi dirûşma 'berxwedan jiyane' heta fîşeka dawî şer kirin û fedaîtiya milîtaniya PKK'ê bi teqandina bombeya dawî bi xwe ve nîşanî hemû dost û dijminan dan. Em van hevrêyên xwe bi rêzdarî û minetdarî bibîrt înin û soz didin ku em ê diyarê deng, reng, çand û nasnameyên cuda Kurdistanê bi zîhniyeta neteweya demokratîk bikin qada jiyaneke azad û bi hev re ya hemû cihêrengiyan.
Hevrê Agir-Yakûp Guler, Azîz-Nûrha Ûgûrlû, Cahît-Ekrem Bozkûrt, Cemşît Adiyaman, Gabar Batman, Garzan-Umran Karataş, Hasan-Hasan Alî Bîndal, Hawar-Cengîz Bîtkaya, Kahraman Ozer, Kahraman-Şehabattîn Irmak, Merwan-Mahmût Dûrmûş, Mêrxas Mûş, Nezîr Ertûgrûl, Nûman-Metîn Narçîçek, Ozgur-Hakî Kizilkaya, Rizgar Mêrdîn, Samet-Îlhan Yakût, Şehmûs-Yilmaz Pasîn, Xemgîn-Beşîr Karakûş di 11'ê Mijdara 1998'an de li navçeya Amed Pasûrê, ji ber gaza kîmyewî ku yek ji rêbazên bêrehm û bêexlaqî û qirêt ê faşîzmê ye, gihîştin şehadetê. Em van hevrêyên xwe bi rêzdarî bibîr tînin, bi baweriya sosyalîzma demokratîk a li dijî faşîzmê em ê têkoşînê xurt bikin û bi pirsîna hesaban ji hemû zilmê, em ê faşîzmê têk bibin.
Hevrê Serdar-Seyfettîn ê ji Êlihê di sala 1990'î de tevlî bû, Serkeftin-Nejla Salman a ji Qoserê ya di sala 1996'an de tevlî bû, Sînan-Şakîr Bayram ê ji Pasûr a Amedê yê di sala 1999'an de tevlî bû, Nûrhak Lice-Rûşen Erkiran a ji Lice ya Amedê ku di sala 1993'zan de tevlî bû, Mazlûm Amed ê ji Pasûr a Amedê di sala 1999'an de tevlî bû, Jîr-Asim Aydenîz ê ji Exîl a Amedê di sala 1993'an de tevlî bû, Dijwar-Tevfîk Çîftçî yê ji Farqînê ku di sala 1995'an de tevlî bû, Canfeda-Ferdî Odemîş ê ji Amedê yê di sala 1997'an de tevlî bû, Bêrîvan-Zubeyde Kaplan a ji Dêrik a Mêrdînê di sala 1995'an de tevlî bû, Baran-Bayram ê ji Misric a Sêrtê di sala 1991'ê de tevlî bû û hevrê Egîd, d, 14'ê Mijdara 1999'an de, di kemîna dijmin a ku dixwest pêvajoya vekişînê ji xwe re bike firsendek de, di xeta Rêbertî de li ber xwe dan, deşta Misricê veguherandin navenda berxwedanê û gihîştin şehadetê. Em van hevrêyên xwe bir êzdarî bibîr tînin û soz didin ku em ê gerîla li her qadê weke yekane hêza parastina rewa ya gelê me mezin bikin.
Hevrê Zana-Kemal Mûhammedî yê ji Mahabadê ku di sala 2006'an de tevlî bû û Sîpan-Guven Ocalan ê ji Rihayê û di sala 2004'an de ji Rihayê beşdar bû, di 4'ê Mijdara 2011'an de li nêzî navçeya Sêrt Dihê dema diçû wezîfeyê ketin kemîna dijmin û heta fîşeka xwe ya dawî şer kirin û gihîştin şehadetê. Em van hevrêyan bi minetdarî bibîr tînin û soza dilsoziya bi wan re dubare dikin.
Ji fermandarên fedaî Ferhat Hakkarî-Tahîr Çelîk ê ku bi dilsozî, rûkenî û şervaniya xwe ya milîtan ti carî nayê ji bîr kirin, di 1'ê Mijdara 2012'an de tevî 4 hevrêyên xwe di êrîşa hewayî de gihîştin şehadetê. Em wan bi rêzdarî bibîr tînin û dibêjin ku em ê sekna wan a milîtanî timî ji xwe re esas bigirin.
Hevrê Rizgar Şahîn-Îsmaîl Sîdo yê ji Efrînê û di sala 2002'an de tevlî bû, di 6'ê Mijdara 2012'an de li navçeya Şirnex Elkê gihîşt şehdaetê. Em wî bi rêzdarî bibîr tînin û soza dilsoziya pê re dubare dikin.
Hevrê Botan Erdal-Cezmî Altinbaş ê ji navçeya Bedlîs Tetwanê, di 14'ê Mijdara 2012'an de li Geliyê Teyarê di şer de tevî 3 hevrêyên xwe şehîd ket. Em hevrêyên xwe bi rêzdarî bibîr tînin û soz didin ku em ê bi xwesteka wan a şoreşê re Şoreşa Kurdistanê pêk bînin."
'EM Ê DILSOZIYA BI ŞEHÎDAN RE BI AVAKIRINA KURDISTANÊ RE NÎŞAN BIDIN'
Di dawiya daxuyaniya PKK'ê de hat gotin, "Pêşketina dîrokî ya bi saya bi hezaran şehîdên me bi taybetî şehîdên meha Mijdarê di roja îro de derketiye holê ev e; jiyana berê êdî ji holê rabûye. Em êdî di demeke welê de ne, ku di nava jiyana nû de tevahiya civak beşdarî berxwedana neteweyî bûye. Em di nava têkoşîneke welê de ne ku her tiştên me winda kirine, em dikarin ji nû ve bi dest bixin û afirînerên yekane yên vê jî şehîdên me ne. Em ê dilsoziya bi şehîdên xwe yên têkoşînê re, ku xwediyên rasteqîn ên hemû destketiyan e, bi avakirina Kurdistana xweser îspat bikin û gelê xwe azad bikin!
Di serî de ciwanên Kurd em bang li her kesî dikin ku hîn bêhtir tevlî xebatên avakirina civakî, xweparastin û xwerêveberiyê bibin û silav û hurmetên xwe pêşkêş dikin."