Komîteya Rêveber a PKK'ê 'Şehîdên Meha Îlonê' bibîr anî û got, "Weke ku di dîroka PKK'ê û rastiya Rêbertiyê de tê dîtin, her êrîşa bê kirin wê bi xeta berxwedanê ya şehîdan were pûçkirin û gelê me wê qezenç bike."
ANF
BEHDÎNAN
çarşem, 23 rezberê 2015, 11:08
Komîteya Rêveber a PKK'ê 'Şehîdên Meha Îlonê' bibîr anî. Di daxuyaniya PKK'ê de hat gotin, "Di rastiya şehîdan de ku di têkoşîna azadiyê de asta herî bilind e, nirxê sozê di ser her tiştî re ye. Şehîdan bi wate û nirxê sozê re ya pêwîst kirin. Yên dijîn û têdikoş in jî, yên soz dane şehîdan e. Ev yek dilsoziya bi sozê re ye, ku îro civakîbûn û têkoşîna civakî ya herî mezin, li dora rastiya şehîdan hatiye afirandin. Bi hezaran şehîd, bi hezaran hevrê, bi mîlyonan sempatîzan û dostên rast, bi soza dilsoziyê re têkoşîna jiyaneke nû û azad dimeşînin!"
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Şehîd, afirînerên civakeke nû, jiyaneke nû û azad in û ew jiyan bi xwe ne" û ev xal hat destnîşankirin: "Ji ber ku ew, di demeke bi mîlyonan mirov bûbûn qurbanê jiyaneke çewt û di demeke ku xiyanet di asta herî bilind de bû de, bûn berdevkê rastiyê û bûn kesayetên bêhempa yên bi tena serê xwe jî bimînin wê li ser şopa wê jiyana rasteqîn canê xwe feda bikin. Xwefedakirin ne karê her kesî ye!.. eger fedekarî destberdana ji xwe û bûyîna ji bo mirovên din be, wê demê divê were zanîn ku şehîdên têkoşîna azadiyê, di fedekariyê de asta herî bilind a nû ne."
Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê bi vî rengî dewam kir:
"Ji şehîdên me yên partîbûyînê hevrê Mahmût Guden ê ji gundê Balova yê navçeya Mêrdîn Dêrikê ku di sala 1978'an de tevlî bû, di şerê li Çiyayê Tûrcel ê Dêrikê de di 18'ê Îlona 1980'î de şehîd ket. Em hevrêyê xwe Mahmût Guden bi rêzdarî bibîr tînin û dibêjin ku em ê xwedî li mîrateya wî derkevin.
Hevrê Metîn-Mazhar Tutun ê ji Êlihê, di 18'ê Îlona 1980'î de di şerê li Sêweregê de gihîşt şehadetê. Hevrê Metîn ku şehîdekî me yê partîbûyînê ye, em ê bi rêxistinbûyîneke xurt a partiya rêbertiyê re wî temsîl bikin. Em hevrêyê xwe bi mînetdarî bibîr tînin.
Hevrê Mehmet Sîncar ê ji gundê Qesra Kenco yê Mêrdînê, di şerê 25'ê Îlona 1980'î de şehîd ket. Em dibêjin ku em ê şopdarên wî bin û hevrê Mehmet bi mînetdarî bibîr tînin.
Hevrêy Davût Taşkin ê ji gundê Akçapinar ê Dêrikê, di 25'ê Îlona 1980'î de di dorpêçandina dijmin de heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û şehîd ket. Em soz didin ku em ê li ser şopa kadroyê me yê pêşeng hevrê Davûd bimeşin û wî bidin jiyîn.
Hevrê Cemîl-Kerîm Baytar ê ji navçeya Mêrdîn Dêrikê di sala 1977'an de tevlî bû, li Spîvyanê dema xwest bi gel re civînê lidar bixe, ji ber meleyê noker ê mizgeftê ji pişt ve gule berdayê di 22'ê Îlona 1984'an de şehîd ket. Ji bo bîranîna hevrêy Cemîl, em careke din dibêjin ku em ê hesap ji hemû sextekarî û riyarkariyê bipirsin. Em şehadeta wî bi rêzdarî bibîr tînin.
Hevrê Dilgeş-Hasan Omer ê ji navçeya Şirnex Cizîrê, di 27'ê Îlona 1994'an de li Qaxizman-Açikdereyê, tevî hevalên xwe Karker-Ahmet Ervanî yê di sala 1993'an de li Mako tevlî bû û Zana Cîhanbeylî, di şer de şehîd ket. Em li pêşberî bîranînên wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.
Hevrê Memo-Mûhammed Xeyrî Kartmînî yê ji Qamişlo û di sala 1998'an de tevlî bû, ji îxbarekê di şerê li herêma Kalendera yê li dijî dijmin de roja 19'ê Îlona 1995'an de tevî 8 hevalên xwe şehîd ket. Fermandar Memo weke şagirtekî milîtan ê Rêberê me, li Botanê bi fedekarî xizmet kir. Li pêşberî bîranîna wî em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û soz didin ku ji Botanê heta Rojava wê hemû qad werin azadkirin.
Hevrê Bahar Dêrik-Bahar Mûhammed a ji Dêrik Rihanike, ku di sala 1994'an te beşdar bû, di 16'ê Îlona 1995'an de li Cûdî Bilûrvan di şer de şehîd ket. Em, hevrê Bahar a ku vîna azad a jina Kurd heta kêliya dawî temsîl kir bi rêzdarî bibîr tînin û soz didin ku em ê di xeta azadîparêziya jinê de jiyana azad ava bikin.
Hevrê Axîn-Hediye Kaya ya ji gundê Şehrik ê Şirnexê, ku di sala 1991'ê de tevlî bû, li girê Kevra Alo yê Bedlîsê tevî 4 hevrêyên xwe di 22'ê Îlona 1995'an de di şer de şehîd ket. Em hevrêyên xwe yên pê re şehîd ketin Hamît, Sefkan-Huseyîn Ahmet Mahsûl ê ji Hesekê, Serdar-Huseyîn Çîgdem ê ji Silopiyayê û Sîlvan-Nîhat Reşo yê ji Efrînê bi mînetdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê bîranînên wan bi civaka azad a li Kurdistana Xweser re bidin jiyîn.
Hevrê Ciwan-Newroz Aydin ê ji Amed-Liceyê yê di sala 1994'an de tevlî bû, li Dêrsim-Pulurê di 19'ê Îlona 1997'an de di şerê li dijî dijmin de dema xwest hevalê xwe rizgar bike şehîd ket. Em hevrê Ciwan ê ku sembola hevrêtî û fedekariyê ye û hevrêyên pê re şehîd ketin Kendal Dêrsim-Denîz Orhan ê ji Dêrsimê, Cîhan-Mevlut Aydin ê ji Liceyê û Tolhildan-Emîne Akyol bi rêzdarî bibîr tînin û dibêjin ku em ê bêteredût hevrêtî û fedekariya wan bi cih bînin.
Hevrê Binevş-Afyer Yildiztan a ji Wan-Ebexê û di sala 1990'î de beşdar bû, di 30'ê Îlona 1997'an de li Kurêjahro, di şerê lih emberî hêzên noker û netewperestên paşverû de, şehîd ket. Em wê û hevrêyên pê re şehîd ketin Diljin Gever a ji Geverê, Halîm-Alî Alî Mûhammed ê ji Kobanê, Şemdîn û Zîndan Wan bi rêzdarî bibîr tînin û soz didin ku li pêşberî şehadeta wan em ê paradîgmaya civaka polîtîk û demokratîk li tevahiya Kurdistanê serdest bikin.
Hevrê Cîhat-Şoreş Ahmet ê ji Silêmaniyeyê, ku di sala 1997'an de beşdar bû, di 16'ê Îlona 2001'ê de li Pilemûr-Dêrsimê li Balpayamê di şer de şehîd ket. Em soz didin hevrêyê xwe Cîhat ê hişmendî û hestên neteweyî bir çiyayên Dêrsimê, ku em ê yekîtiya neteweyî di xeta Rêbertî de pêk bînin û şehadeta wî bi mînetdarî bibîr tînin.
Hevrê Baran Botan-Mehmet Nevafnas ê ji Sêrt-Dihê yê di sala 1999'an de beşdar bû, di 22'ê Îlona 2003'an de di navçeya Tokat Almûsê di şerê li dijî dijmin de bi lehengî li ber xwe da û şehîd ket. Hevrê Baran ku têkoşîna azadiyê derxist derveyî sînorên Kurdistanê û bû mînakekî bijarte yê berxwedanê, em soz didin wî ku di armanca "Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Xweser" de em ê têkoşînê bilindtir bikin, xeta 40 salan a Rêberê xwe bixin pratîkê.
Hevrê Ahmet-Rêzan Balta yê ji Amedê ku di sala 2000'î de beşdar bû, di 29'ê Îlona 2011'an de li Antalyayê çalakiya fedaî pêk anî û şehîd ket. Li bajarekî ku dijmin weke "bihuşta tûrîzmê" ji xwe re dibîne pêkanîna çalakiya fedaî tê wateya: "Eger hûn mafê jiyana bi rûmet ji Kurdan re nas nekin, em xwedî wê hêzê ne ku bihuşta we bikin cehenem." Em hevrê Ahmet ku milîtanê fedaî yê Rêber Apo ye bi rêzdarî bibîr tînin û soza milîtanbûyîna di rastiya fedaî de didin.
Bager-Mehmet Şahîr Yavaş ê ji Amedê ku di sala 2008'an de tevlî bû, di 30'ê Îlona 2011'an de li navenda Êlihê di çalakiya li dijî dijmin de bi hevalê Mahsûm re şehîd ket. Em hevrêyên xwe Bager û Mahsûm ên mînaka çalakî û cesaretê ne, bi rêzdarî bibîr tînin û destnîşan dikin ku di şerê azadiyê de em ê bi ser bikevin.
Hevrê Agir Şervan-Nûsret Rustemî yê ji Ûrmiyeyê kud i sala 2011'an de tevlî bû, di 22'ê Îlona 2012'an de li Gemanê di şerê li dijî dijmin de şehîd ket. Em hevalê Agir ê bi kesayetiya xwe ya rengîn û taybetmendiyên xwe yên şervaniyê bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin:
Hevrê Armanç Perman-Ayşe Elban a ji Mêrdînê û sala 2006’an tevlî bûye, 17’ê Îlonê li Şengalê ya navenda pîroz a gelê me yê Êzidî dema li hember çeteya herî bi lanet a dîrokê DAIŞ’ê şer dikir, bi hevala Ronî Avaşîn-Şaban Nardan a ji Sêrtê te şehîd dikeve. Çêkirina temsîla pîroziyê bi mirovên bi exlaq mimkun e. Hevrê Armanç û Ronî wek mirovên herî bi exlaq ên zemanên modern li hember çeteyên DAIŞ’ê yên hov, dema pîroziya gelê me diparastin şehîd ketin. Em hevrêyên me yên bi çalakî û exlaqê xwe pîroz bûn bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Em soza xwe dubareke dikin ku em ê vê erdnîgariya me ya bihuşt ji tevayî hêzên bi lanet rizgar bikin.
Hevrê Brûsk Cîlo-Davût Bartin ê li Geverê ji dayik bûye û sala 2006’an beşdar bû, 29’ê Îlona 2012’an li Payîzava ya Wanê di operasyona dijmin de heta guleya dawî şer kir. Bi dilsoziya şîara “Teslîmiyet dibe xiyanetê berxwedan dibe serketinê” bi hevrê Çekdar Rojçiya re bombe di xwe de teqand û berxwedana xwe anî asta lûtkeyê. Em hevrê Brûsk û Çekdar ên pêkhênerên mîlîtantiya fedaî bi rêz bi bîr tînin, em bi biryar diyar dikin ku berxwedana di xeta wan de bi serketî encam bikin.
Hevrê Gabar-Tamer Polat ê li Dêrsimê ji dayik bûye û sala 2009’an tevlî bûye, 23’ê Îlona 2012’an di çalakiya Dêrsim-Pilemûrî ya Yolçati de şehîd ket. Hevrê Gabar ê di şerê azadkirina xakên lê ji dayik bûye de pêkhênerê mîlîtantiya bi coş bi rêz û hurmet bi bîr tînin.
Hevrê Ferzat Zagros-Resûl Dûtkanlûyîmîlan ê li Xoyê ji dayik bûye û sala 2012’an tevlî bû, di pêvajoya şerê gel ê şoreşgerî de 15’ê Îlona 2012’an li Şemzînanê di encama êrîşa hewayî de bi 8 hevalên xwe re şehîd ket. Di pêvajoya 2012’an a çeperên nû ji tevgera me re da qezenckirin û hişt ku dijmin neçar bimîne bi Rêbertî re diyalogê çêbike, Em hevrê Ferzat ê pratîkvanê mîlîtantiya egîd a vê pêvajoyê û 8 hevrêyên xwe yên şehîd ket bi rêz bibîr tînin. Em diyar dikin ku di pêvajoya nû de em ê di şerê gel ê şoreşgerî de Kurdistana Xweser ava bikin.
Hevrê Dara Tolhildan-Bozan Şêxo yê li Kobanê ji dayik bûye û sala 2011’an beşdar bûye, 28’ê Îlona 2014’an 28’ê Îlona 2014’an di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hember korîdora alîkariya mirovî ya ji bo tehliyeya gelê me yê Êzidî de bi hevrê Jiyanda Xelat-Leyla Bîşkîn û Agir Kato-Sadî Ozek re şehîd ket. Em hevrêyên xwe yên nûnertiya ku ji bo gel û axa me biparêzin mirinê jî didin ber çavan bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Di şerê mirovatiyê yê li hember hovîtiya DAIŞ’ê de em soza serketinê dubare dikin.
Herî dawî em hevrê Aram Dêrsim-Huseyîn Alî yê li Kerkukê ji dayik bûye û sala 1996’an tevlî bûye dem adi dewreya perwerdeyê de ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da, em ê bi rûyê wî yê b iken, evîna wî ya bi çiyayan û heqîqetê re bi hêza wî ya berxwedanê bi bîr bînin. Em ê armanca wî ya Rêbertî û welatekî azad pêk bînin.”
‘BI XETA BERXWEDANA ŞEHÎDÊN ME RE WÊ GELÊ ME QEZENÇ BIKE’
Daxuyaniya PKK’ê wiha bi dawî bû: “Pêwîst e mirov ji bîr neke, taybetiya herî girîng a di PKK’iyekê/î de bê bîranîn; xwe bi jiyana bi rûmet û azad ve girêdan, ev berdêla wê mirin be jî parastin e. Bi terzê mey ê lêdanê yê ji bilî serketinê cih nade ti encaman, bi fedayîtî û cesareta me ya sînor nas nake, bi terzê me yê jiyana rêxistinî û çalakî û şer, biserxistina pêvajoya nû misoger e. Weke di dîroka PKK’ê û rastiya rêbertî de timî hatiye dîtin, her êrîşa bê ferzkirin wê bi xeta berxwedanê vala bê derxistin û gelê me qezenc bike!
Em li hember bîranîna ezîz a şehîdên me careke din bi rêz xwe ditewînin. Li hember faşîzma AKP’ê em bang dikin ku li rex gelê Kurd têkoşînê bikin. Em bi baweriya bi serketinê, gelê me û raya giştî ya demokratîk bi rêz û hurmet bi bîr tînin.”