PKK’ê banga bilindkirina têkoşînê kir

PKK’ê banga bilindkirina têkoşînê kir

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi boneya 34’emîn salvegera damezrandina PKK’ê peyamek weşand û bang li hemû gelê Kurd, demokrat, rewşenbîr, hunermend û parêzvanên mafê mirovan kir ku têkoşînê bilind bikin.

Di daxuyaniyê de 34’emîn salvegera damezrandina PKK’ê di serî li Rêber Apo û hemû gelê Kurd û yên têkoşîna demokrasiyê didin pîroz kirin.

Komîsteyê di daxuyaniya xwe de wiha got:” Em pêşengên PKK’ê Hakî Karer, Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Mehmet Xeyrî Durmuş, Ferhat Kurtay, Çaran, Egîdan, Bêrîtanan û hevalên xwê yên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin û em soza ya ji bo bilindkirina têkoşîna wan nû dikin.”

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Gelê Kurd damezirandina PKK’ê roja pîroz dibîne. Ji ber ku PKK’ê di civaka Kurd û rojhilata Navîn de ronahiyek mezin afiandin. Bi PKK’ê re gelê Kurd li her derê têkoşîna xwe bilind kir. xwedî li nirxên xwe derket. PKK dîroka gelê Kurd guhert û nasnameya ji nû ve afirand.

PKK li dijî mêtîngeriyên şaristaniyên kapîtalîst têkoşîya û ji roja ku hatiye avakirin heta niha tavîz nedaye pergala serdestan. Serkeftinên mezin bidest xistiye.

Rastiya Serok Apo û PKK’ê di sedsala 20’emîn de li her derê xwe daye nîşandan û di dîroka mirovahiyê de pêngavên gelek girîng avêtiye. Di sedsala 21’ê de bûye tevgereke pêşeng û bi îdiaya têkoşîneke mezin bûye hêviya gelên ku hesreta azadiyê. Tevgera PKK’ê beriya her tiştî nûbûneke şoreşî li Kurdistanê afirandiye.”

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku, tevgera Azadiyê di dîroka xwe de pêkanînên li dijî gelê Kurd her tim vala derxistiye û maskeya îxanetkeran û xayînan xistiye û wiha got: “Zihniyeta koletiyê şikandiye. Bi hezaran mîlîtanên jin û mêr gihandiye. Ya herî girîng şîfreya koda çîrova bê hêvî ya gelê kurd şikandiye û bi pêngavên bi wateye têkoşîna azadiyê bi bilindtir kiriye. Bi hebûna PKK’ê gelê me hebûna xwe fêm kiriye. Kurd êdî ne kurdên berê ne, ji bo azadiya xwe xwe bi rêxistine kirine û gihişine hişmendiya netewa demokrastîk a azad. Têkoşîna azadiyê ya gelê kurd ligel hemû êrîşan pêl bi pêl mezin dibe û li her derê Kurdistanê belav dibe. Li Qamişlo, Amed, Suleymaniya û Mahabadê xwe nîşandaye. Polîtîkayên TC vala derketiye. “

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Tevgera PKK’ê gihişt milyonan. Bi têkoşîna xwe ya bi rumet li dijî qirkirin û êrişan têkoşîna xwe bilindtir kir. Asta ku niha lê armanc dike û esareta Rêber Apo bi dawî bike û gelê Kurd bigihijîne statûya wê. Di esasê de serkeftinên mezin jî bidest xistiye.

Me weke tevger: Di 2012’an de bi qonaxa 4’emîn a şerê gel ya şoreşger serkeftinên mezin bidest xist. Bi çalakiyên Çelê, Çewlîk, Amend Agulên deweleta tirk careke din hêza me dîtiye û her AKP’ê carek din îflas kiriye. Her wiha berxwedanên zindanan destpê kir. demek dirêj berdewam kir. AKP’ê kampanyayên reşkirinê domand. Ligel vê em bi serketin. Em dikevin 35’emîn sala damezrandina PKK’ê û em bang l hemû gelê Kurd, demokrat, dost, hunermend û parêzvanên mafê mirovan dikin ku têkoşîna xwe bilind bikin.