Bi hezaran Êzidiyên ev 7 meh in li çiyayê Şengalê li ber xwe didin, dan xuyakirin ku ku çûyîna gerîla ji çiyayê Şengalê wê jiyana wan têxe nava xeteriyê û gotin, "PKK'yî bi ku ve biçin em ê jî bi wan re biçin."
Helwesta hikkûmeta herêmî û çapemeniya Başûrê Kurdistanê ya înkarkirina rola gerîlayên HPG'ê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de yê li Başûrê Kurdistanê, ji aliyê endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan û dûre ji aliyê Hevserokatiya KCK'ê ve hatibû rexnekirin û hatibû destnîşan kirin, ku divê ev helwest were guhertin, di rewşeke berevajî de ew ê hêzên xwe ji qada şer vekişînin. Li dû vê daxuyaniyê gelek derdoran, ji bo guhertina helwest û nêzîkatiya hikûmeta herêmî û çapemeniya Başûrê Kurdistanê daxuyanî dabûn. Êzidiyên ev 7 meh in li Çiyayê şengalê li ber xwe didin jî, nêrînên xwe yên ji bo venekişîna gerîla ji Başûrê Kurdistanê, bi ajansa me re parve kirin.
Ji gundê Gir Izêr Şekir Hisên Xidir ê naxwaze PKK ji çiyayê Şengalê derkeve got, "Çûyîna PKK'ê ji çiyayê Şengalê tê wateya dawî û mirina bi hezaran Êzidiyên li çiyayê Şengalê."
Şekir Hisên Xidir destnîşan kir ku eger PKK'yî ji çiyayê Şengalê biçin li holê ne Êzidî ne jî Şengal dimîne û got, "Şengal wê bikeve destê dijminan." Xidir da zanîn ku ew hêvîdar in hemû hêzên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê bibin yek û axaftina xwe wiha dewam kir: "Dijminên me yek in, lewma divê hemû Kurd bibin yek û li dijî dijmin şer bikin. Bila kes xwe venegerine, bila her nebe parçekar. Bila her kes bibin yek, cehwer û gotina her kesî yek be. Divê hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî nebêje ev der ê min e, bila kes neyê."
Şekir Hisê Xidir da xuyakirin ku ji rojên destpêkê yên fermana 73'an û vir ve yên ji bo Êzidiyan westiyan, ked dan, xwêdan û xwîn rijandin PKK'yî ne û got, "Divê her kes qîmeta PKK'ê zanibe." Xidir axaftina xwe bi van gotinan dewam ir: "Em ji nava lepên kafiran, ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin, zarok û jinên me rizgar kirin. Ji roja em derketine seriyê çiyê û heta roja îro xwarin, nan dane me, ji vê derê korîdor vekirin û jiyana bi sed hezaran Êzidî, Şîa, Tirkmen û Ereb rizgar kirin. Ji bo me li ve xakê şehîd ketin. Di nava me Êzidiyan de ên bi kok û esîl, ên xwedî wijdan, ên Xwedê ji bîr nekirine, ên mafê Xwedê teslîm kirine, îro nikarin dijminatiya PKK'ê bikin. Em Êzidî ancax dikarin bibin dostê PKK'ê. Derketina PKK'ê ji çiyayê Şengalê ancax bi rijandina xwîna me dibe. Eger ji PKK'ê re bêjin bila ji vir biçe, wê demê PKK bi ku ve biçe em ê jî bide dû wan û bi wan re biçin. Eger PKK ji çiyayê Şengalê biçe, em Êzidî jî li çiyayê Şengalê namînin. Ji bilî PKK'ê em ji kesî bawer nakin. Baweriya me bi tenê bi Xwedê û PKK'ê heye. Em dixwazin bi gerîla û civata PKK'ê re li vir bimînin."
Xelef Îlyas Hesen jî ragihand diyar kr ku ji roja destpêkê ya fermana 73'an û vir ve ji bilî PKK'ê kesî alîkarî nedaye wan, kes li wan xwedî derneketine û got, "Wan hem erzaq ji me re anîn, xwarin belav kirin, em ji nêza rizgar kirin hem jî em parastin."
Xelef Îlyas Hesen da zanîn ku gerîlayên PKK'ê ji bo xaka Êzidîxanê ya ji bo Êzidiyan pîroz e şer kirin, gihîştin şehadetê û got, "Em naxwazin ew ji vî çiyayî biçin."
Hesen ragihand ku bi qasî sed gerîlayên PKK'ê di şerê li vî çiyayî de jiyana xwe ji dest dane û got, "Nêzî sed kadroyên PKK'ê li vî çiyayî ji bo vê xakê şehîd ketin. Êzidî li komkujiyekê rast hatin, ji bilî wan me kesek li dora xwe nedît. Eger PKK nebûya, ti ji me nikarîbû li vî çiyayî bimîne. DAIŞ em qetil nekira jî em ê ji nêza bimira. Em alîgirin ku PKK û PDK tifaqekê bikin û em ê ji vê kêfxweş bin."
Ji gundê Xanesorê Xoxê Cindî jî diyar kir ku yên nêrîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pejirandine ew parastine û got, "Yên di şopa Rêber Apo de dimeşin li vê derê em parastin û em ji birçîbûna rizgar kirin. Li vî çiyayî em parastin. Ji bo gelê me, çi ji destê wan hat kirin. Em naxwazin heval ji nava me, ji çiyayê Şengalê biçin. Eger tiştekî wiha bibe, jiyana me wê bikeve xeteriyê, jiyana me wê nemîne. Eger gerîla biçe kes nikare li çiyê bijî. Ji xwe yên diçin kampên li Başûrê Kurdistanê dikevin nava xefikan. Bi vî rengî wê Êzidî nemîne. DAIŞ'ê hin jê revand, yên reviyan jî ji xwe çûn, tiştekî bi vî rengî biqewime em jî namînin. Lewma daxwaz û bendewariya me ew e ku gerîla ji çiyayê Şengalê neçe."