Piştî biryara Walîtiyê alîkarî ji çeteyên DAIŞ’ê re çû

Piştî ku Walîtiya Rihayê rojên 13-14’ê Sibatê xeta sînor a Kobanê weke “Xeta qedexe ya sînor” bi nav kir, berxwedêrên li ser sînorê Kobanê dan zanîn ku bi wesayitên TIR cebilxane ji çeteyên DAIŞ’ê yên li Girês Spî ya Rojava re dişînin.

Piştî ku navenda bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgakirin û gelek gund ketin destê şervanên YPG û YPJ’ê, piraniya xeta sînor a Kobanê kete destê hêzên YPG û YPJ’ê. Walîtiya Rihayê rojên 13-14’ê Sibatê xeta sînor a Kobanê weke “Xeta qedexe ya sînor” bi nav kir, berxwedêrên li ser sînorê Kobanê dan zanîn ku bi wesayitên TIR cebilxane ji çeteyên DAIŞ’ê yên li Girê Spî ya Rojava re dişînin.

Berxwedêrên li ser sînor dan zanîn ku bi wesayitên TIR ên mezin cebilxane ji çeteyên DAIŞ’ê yên li Girê Spî yê li ser sînor Akçekalaya Rihayê re dişînin. Welatiyê bi navê Xabûr Xelîl ê ku li ser xeta sînor a gundê Elîzêrê nobeta berxwedana digire,  da zanîn ku saet di 01.00'an de da zanîn ku ne tenê wî bûyerê dîtiye, hemû gundiyên li ser sînor dîtine. Xelîl diyar kir ku 10 wesayitên leşkerî û TIR’ek ku cebilxane lê hatibû barkirin, ber bi Akçekalayê ve çûn û kesên li ser sînor nobetê digirtin, karwana leşkerî şopandine û dîtine ku wesayitên leşkerî û TIR çûne Akçekaleya li beramberê Girê Spî ya ku biryargeha DAIŞ’ê ye.