BI DÎMEN

Piştgiriya gel ji bo Kobanê çavkaniya moralê ya herî mezin bû

Azad û Agît Kobanê yên di berxwedana Kobanê de cih girtin, gotin destek û çalakiyên gelê Kurd wê demê ji bo Kobanê çavkaniya moralê ya herî mezin bû.

Di ser êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya Kobanê re 2 sal bihurîn. Êrîşa 15’ê Îlonê ku hewldana dagirkirina çeteyan a di serî de Kobanê, tevahî Rojava bû, mîna plansaziyên wan pêk nehat, berevajî li pey xwe berxwedan û serkeftinek ku ji tevahî cîhanê re bû çavkaniya moral û hêviyê hişt. Ji Kobanêyeke ku digotin ‘li ber ketinê’ ye, abîdeyek berxwedanê derbasî rûpelên dîrokê bû. Azad û Agît Kobanê yên di nav vê berxwedanê de cih girtin, êrîş, berxwedan û bûyerên piştî wê nirxandin.

Azad Kobanê yê ku ji roja yekem a êrîşê ve di çeperên şer de cihê xwe girt, wiha vegot; “Çeteyên DAÎŞ’ê ji 3 baskan ve; rojhilat, rojava û başûr, bi êrîşek berfireh xwestin Kobanê dagir bikin. Jixwe beriya wê jî çeteyan qadên ku li derveyî sînorên Kobanê diman bi dest xistibûn. Ji hêla bajarokê Sîrîn û Zor Maxarê êrîşek berfireh dan destpêkirin. Ev êrîşa ku li xeta gundan dest pê kir, di nav 3 rojan de gihişt bajêr. Çawa DAÎŞ’ê dest bi êrîşê kir, propagandaya ‘Kobanê li ber ketinê ye’ hate kirin. Ne li benda berxwedanek mezin bûn. Lê, ev rastî wan hat. Li hemberî berxwedana YPG û YJP’ê şaşomaşo bûn. Piştî şerekî dijwar, nêzî mehekê, êdî çeteyên DAÎŞ’ê şikestin.”  

Azad îfade kir ku ji ber Kobanê bi temamî welatparêz bû û di nav 2 kantonan de cihê xwe digire, DAÎŞ’ê xwest vê derê bi dest bixîne, ragihand ku li pey vê hevkariya Tirk heye. Azad bi bîr xist ku dema berxwedana Kobanê, dewleta Tirk alîkarî dida çeteyên DAÎŞ’ê û wiha pê de çû; “Berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê yên ku çeteyên DAÎŞ’ê şikandin, li cîhanê rastî eleqeyek mezin hat, sempatiyek çêkir. Dewletên ku bi artêşên xwe nikarîbûn li ber xwe bidin jî şaş man. Wê demê gelê Kurd ê li tevahî parçeyên Kurdistanê herikîn ser sînor, di hundir de çalakî li dar xistin, gelên cîhanê destek dan. Ev ji bo şervanan bû çavkaniyek mezin a moralê. Şervanên YPG û YPJ’ê ne ji bo xwe tenê li ber xwe dan, şer kirin. Gelên din ên ku DAÎŞ’ê naxwazin jî ji vê berxwedanê moralek mezin girtin û fêm kirin ku ev şerê berxwedanê ji bo wan e.”

Agît Kobanê jî bal kişand ku bajar dilê Rojava ye, berxwedana li bajêr mîna ‘vejînê’ pênase kir. Agît bal kişand ser desteka dewleta Tirk a ji bo çeteyên DAÎŞ’ê û wiha dewam kir: “Tirkiye ji ser bajarokê Girê Spî çek didan çeteyên DaÎŞ’ê, rê vekir ku derbasî Rojava bibin. Çeteyên ku hêza xwe kom kirin, ji 3 baskan ve êrîşî Kobanê kirin. Di nav bajêr de berxwedan û şerekî mezin çêbû. Digotin Kobanê li ber ketinêye. Lê, Kobanê bi berxwedana xwe ve neket. Li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên li bajêr şikestin, li gundan jî operasyona hatin lidarxistin. Bi van ve jî şikestina çeteyên DAÎŞ’ê dest pê kir. Pêvajoya şikestina çeteyên ku li Kobanê têk çûn, wiha dewam kir û piştre jî heta azadiya Minbicê dewam kir.” Agît di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku para herî mezin a vê berxwedanê jî şehîd in û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Kobanê bi xwîna şehîdan azad bû. Kobanê bajarê şehîdan e. Li Kobanê xwîna Kurdên ji tevahî parçeyên Kurdistanê û xwîna zarokên gelên din ên bindest hene. Hewldana gelê me ya ji bo Kobanê nekeve pir girîng bû. Piştî vê berxwedanê gelên li Rojava azadiya xwe bi dest xistin û ji zilma DAÎŞ’ê rizgar bûn.

Piştî şer, ji sedî 99 bajar kavil bû, lê Kobanê êdî bû kelha berxwedanê. Ev berxwedana nîşanî tevahî cîhanê daye ku gelê Kurd heye û têk naçe.”

 

...