Welatiyên taxa Şêx Şamilê ya navçeya Rezan ya Amedê ku xwestin 27'ê Mijdarê roja damezirandina PKK'ê pîroz bikin ji aliyê polîsan ve bi hinceta "Demjimêr piştî 18.00'an li qadên vala şahî û çalakî li gorî zagonan qedexe ne" hatin astengkirin.
Welatiyan li Taxa Şêx Şamilê ya navçeya Rezan ya Amedê bi boneya pîrozbahiya 27'ê Mijdarê damezirandina salvegera PKK'ê hatin cem hev. Girseya ku ji bo pîrozbahiyê xwestin li hev bicivin, ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Polîsan her wiha nasnameya koma muzîkê ku ji bo şahiyê hatibû wir kontrol kir û wan ji qadê dûr xist.
Polîsan bi maşîneyên zirxî û TOMA'yan dora qada pîrozbahiyê dorpêç kirin. Polîsan bi hînceta "demjimêr piştî 18.00'an li qadên vala şahî û çalakî li gorî zagonan qedexe ne" destûr neda pîrozbahiyê. Dema nûçegihanê DÎHA'yê xwestin nûçeyê bişopînin rastî mudaxeleya polîsan hatin. Polîsan xwest dest bide ser wênekêşa nûçegihanan û wêneyan jê bibe. Li hemberî astengiyan komek welatî li ber Komeleya Welatiyên Azad ya Taxa Şêx Şamilê hatin cem hev û li ber stranan govend girêdan.