Pîrên li Dêrsimê ketin greva birçîbûnê
Pîrên li Dêrsimê, li dijî şer dest bi greva birçîbûnê ya 4 rojan a bi dorvegerî kirin.
Pîrên li Dêrsimê, li dijî şer dest bi greva birçîbûnê ya 4 rojan a bi dorvegerî kirin.
Pîrên Elewiyan nerazîbûn nîşanî polîtîkaya şer a hikûmeta AKP'ê dan û banga agirbestê li her du aliyan kirin.
Pîr û rûspiyên Elewiyan li Meydana Seyîd Riza ya Dêrsimê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di dayîna daxuyaniyê de parlamenterên HDP'ê yên Dêrsimê Edîbe Şahîn û Alîcan Onlu, Hevşaredarên Dêrsimê Nûrhayat Altûn û M. Alî Bûl, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl jî amade bûn.
'LI CIHÊ XWÎN LÊ TÊ RIJANDIN, EM PÎROZKIRINA CEJNÊ QEBÛL NAKIN'
Îbrahîm Kete daxuyanî xwend û bibîr xist ku cejn roja piştevanî, yekîtî û hevgirtinê ye û diyar kir ku di vê cejnê de warên wan ên pîroz, daristan tên bombekirin û xwîn tê rijandin.
Kete da xuyakirin ku li cihê xwîn lê tê rijandin û daristan tên şewitandin ew ê pîrozkirina cejnê qebûl nekin û got, "Tevî ku şert û mercên cejnê nîne jî, yên vî şerî dimeşînin cejnê pîroz dikin. Em vê pîrozkirina cejnê şermezar dikin û di 4 rojên cejnê de bi awayekî dorvegere dikevin greva birçîbûnê."
'BILA HER DU ALÎ TILIYAN JI TETÎKÊ BIKIŞÎNIN'
Kete banga agirbestê li her du aliyan kir û got, "Weke pîrên Elewiyan em vê pêvajoya şer qebûl nakin. Ji vir em bang dikin; her du alî, destê xwe ji tetîkê bikişînin. Li cihê pêvajo xitimî, divê ji bo dewamkirina wê bi awayekî zelal û mayînde, şert û merc werin afirandin. Girîng e pêvajo bidome. Her kes ê ji xwe re dibêje 'ez mirov im' divê dengê aştiyê bilind bike."
Li dû daxuyaniyê dua aştiyê hat xwendin, find hatin pêxistin û niyaz hatin belavkirin. Piştre greva birçîbûnê destpê kir.