Pêwîstiya herî lezgîn nexweşxane ye

Serokê Desteya Tenduristiyê ya Kantona Kobanê Welat Omer diyar kir ku li Kobanê pêwîstiya wan a lezgîn nexweşxane ye û got, "Di nava van şert û mercan de, di her kêliyê de bi dehan mirovên me dikarin birîndar bibin."

Di komkujiya 25'ê Hezîranê ya li Kobanê de 233 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 270 kes birîndar bûn. Hin ji birîndaran ji ber nebûna derfetên tibî, jiyana xwe ji dest dan. Nexweşxaneya Rêxistina Doktorên Sînornenas ku di dema êrîşê de ji aliyê çeteyan ve hatibû dagirkirin, di rewşeke nema dikare bê bikaranîn de ye. Malzemeyên tibî û dermanên ji bo alîkariyê ji bajêr re hatin şandin, îmha bûn. Li navenda bajarê Kobanê ku zêdeyî 80 hezar sivîl lê dijîn, yek jê nexweşxaneyeke sivîl, yek jî ya leşkerî 2 nexweşxane hene, lê malzemeyê tibî lê nîne.

Serokê Desteya Tenduristiyê ya Kantona Kobanê Welat Omer diyar kir ku li Kobanê pêwîstiya wan a lezgîn nexweşxane ye û got, "Di nava van şert û mercan de, di her kêliyê de bi dehan mirovên me dikarin birîndar bibin. Tirkiye dixwaze birîndarên me vegerîne. Lê belê şert û mercên me nîne ku em tedawiya birîndarên xwe bikin."

Omer ji ANF'ê re peyivî û ji bo rêxistinên tenduristiyê û saziyên navneteweyî got, "Bi komkujiya dawî re derket holê ku, ne tenê di nava şert û mercên normal de, di her kêliyê de bi dehan sivîl dikarin serî li nexweşxaneyên me bidin. Pêwîste em xwe ji van şertan re amade bikin. Di vê astê de pêwîstiya me bi alîkariyê heye."

Di 25'ê Hezîranê roja komkujiya çeteyan a li hemberî Kobanê de, ji aliyê tibî ve hûn di rewşeke çawa de bûn? Kêmasiyên bi çi rengî derketin holê?

Di 25'ê Hezîranê roja komkujiya ji aliyê çeteyan ve li Kobanê hat kirin, di destpêkê de 80 birîndar ji gundan hatin nexweşxaneya me. Ji ber ku derfetên me yên teknîk û personelan ji bo pêşwazîkirina birîndaran tinebû, me beşek ji birîndaran veguhastin nexweşxaneya leşkerî. Ji xwe ev nexweşxaneya me, dema pêwîstî pê hebe, xizmetê dide sivîlan.

Piştî anîna birîndarên ji gundan, mirovên di êrîşên li navenda bajêr de birîndar bûn jî anîn. Êdî ambûlansên me jî ji bo rakirina birîndaran têrê nedikir. Kêlî bi kêlî hejmar zêde bû. Roja komkujî rû da, 273 birîndar anîn nexweşxaneya me. Me bang li hemû doktorên xwe kirin, heta ji me hatin me hewl dan dest li rewşa birîndaran werbidin. Lê belê ji ber kêmasiya malzemeyên tibî, kêmasiya hejmara doktoran em pê re negihand û me birîndarên xwe şandin nexweşxaneyên li Tirkiyeyê. Hin ji birîndarên me li vir jiyana xwe ji dest dan. Birîna wan giran bû. Hin ji wan gule li serî, li zik, li sîngê ketibû, rehê wan qut bûbû. Diviyabû me sînga hin ji wan vekira, rehê hin ji wan bidirûta, lê derfetên me yên tibî tinebû. Di roja komkujiyê de ji 273 birîndaran rewşa 125 ji wan giran bû. Ji van 15 li vir jiyana xwe ji dest dan. Me birîndarên xwe yên rewşa wan giran, bi korîdorek di sînor de vekirî re şandin nexweşxaneyên li Tirkiyeyê.

Rewşa birîndarên niha li Kobanê û Tirkiyeyê ne, çi ye?

Birîndarên me şandin nexweşxaneyên Tirkiyeyê li nexweşxaneyên Pirsûs, navenda Rihayê û Amedê tên dermankirin. Beşeke mezin a birîndaran ji nexweşxaneyan derketin. Niha bi giştî 116 birîndarên me li nexweşxaneyên li vê derê tên dermankirin. Hin ji wan ji nexweşxaneyê derketin, rojane tên dermanê xwe dibin. Bi hevalên xwe yên doktor ên li wir re em her tim di nava têkiliyê de ne. Birîndarên ji nexweşxaneyê derketine û tedawiya dermanan dibînin, dixwazin vegerin Kobanê. Hin ji wan vegeriyan, di rojên pêş de wê bêhtir vegerin. Li nexweşxaneyên me jî rewşa giştî ya birîndarên me baş e.

Di operasyona li dijî çeteyên ketin Nexweşxaneya Rêxistina Doktorên Sînornenas de nexweşxane ket rewşeke nema karibe bê bikaranîn. Ev yek wê bandoreke çawa li xizmetên tenduristiyê yên li bajêr bike?

Li Kobanê bi tenê nexweşxaneyeke me ya xizmeta sivîl dike heye (Nexweşxaneya Emel). Ji bilî vê Nexweşxaneya Şehîd Zozan heye ku weke nexweşxaneya leşkerî tê bikaranîn. Nexweşxaneya Miştenûrê hînê dest bi xizmetê nekiribû. Hînê negihaştibû kapasîteya xizmeta nexweşxaneyê. Lê belê li vê derê hejmareke mezin a derman û malzemeyên tibî hebûn. Herî dawî bi çar qemyonan derman û malzeme hatin û li avahiyê bûn. Cîhazên ji bo amadekariya nexweşxaneyê jî li vir bûn. Bi hilweşîna vê avahiyê re ev malzemeey jî îmha bûn. Bê guman wê ev yek zehmetiyeke mezin bide me. Niha derman û malzemeyên tibî yên têra me bikin, nîne."

Heyva Sor tevkariyeke girîng li xebatên we dike?

Heyva Sor, piştî hilweşîna Nexweşxaneya Miştenûrê, beşeke girîng a barê nexweşan hilgirt ser milê xwe. Lê belê, weke ku min beriya niha got, ev saziya me ji ber kêmasiya derman û malzemeyên tibî, nikare xizmeta pêwîst bide. Ji bo Heyva Sor pêwîstî bi alîkarî û derman heye.

Der barê pêwîstiya nexweşxaneyê ya li Kobanê de hûn dixwazin çi bêjin?

Li Kobanê di nava şert û mercên asayî de jî pêwîstiya me ya herî lezgîn nexweşxane ye. Ji xwe em di nava şert û mercên awarte yên şer de dijîn. Li Kobanê nexweşxane pêwîstiya sereke ye.