Petrola Başûrê Kurdistanê wê êdî neherike Tirkiyeyê, biherike Îranê

Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û dewleta Îranê li ser mijara firotina petrolê li hev kirin. Li gorî vê lihevkirinê, wê rojane wê rojan 250 hezar warîl petrol ji Başûrê Kurdistanê biherike Îranê.

Alîkarê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Başûrê Kurdistanê Taha Zengene da xuyakirin, ku wan bi dewleta Îranê re li ser peymaneke nû ya petrolê li hev kirine.

Alîkarê Wezîr Zengene ji televîzyona NRT a li Başûrê Kurdistanê weşanê dike re axivî û diyar kir, peymana pêncî salî ya bi Tirkiyeyê re hatiye kirin, bi kêrî Kurdan nayê. Zengene destnîşan kir, ku ev peymana bi Îranê re li ser li hev hatiye kirin, wê di hefteya destpêkê ya meha Tîrmehê de bê mohrkirin.

Alîkarê Wezîr li ser vê peymanê agahiyên berfireh da û ragihand, piştî îmzekirina peymanê wê bi alîkariya dewleta Îranê lûleyeke petrolê bê çêkirin. Zengene got, rojane wê 250 hezar warîl petrol ji Başûrê Kurdistanê biherike Îranê. Li gorî agahiyên ji aliyê Zengene ve hat dayîn, petrola Kerkûkê wê di ser Kirmanşahê re biherike Îranê.

Sefîrê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê yê li Tehranê Nazem Dabbagh jî li ser heman mijarê axivî û diyar kir, peyman wê li Tehranê bê îmzekirin.

Tê payîn ev peyman bandorê li herikîna 500 hezar warîl petrola Başûrê Kurdistanê ya di ser Tirkiyeyê re belav dibe, bike.