BI DÎMEN

Pêşangeha Pirtûkan a Kerkûkê bi dawî bû

Pêşangeha Pirtûkan a Kerkûkê piştî sê rojan bi dawî bû.

PÊŞENGEHA PIRTÛKAN A KERKÛKÊ

Li Kerkûkê bi boneya Roja Pirtûkan a Cîhanî, pêşangeha pirtûkan hat vekirin. Pêşengeh sê rojan berdewam kir. Gelek ciwan, rewşenbîr, helbestkar û nivîskarên Kerkûk beşdarî pêşengehê bûn.

Pêşangeha ku gelek weşanxane û navendên lêkolînî beşdarî wê bûbûn, îro bi dawî bû.

Hêjayî gotinê ye ku pêşangeh ji hêla Pirtûkxaneya Kerkûkê ya Giştî ve hat birêvebirin.