'Perwerde bersiva li fermanê ye'
Li dewreya Şehîd Êzdîn Brahîm a li Akademiya Zanist û Ramanê ya Şehîd Egîd Efrîn, endamên saziyên li Şengalê perwerdeya qedandin.
Li dewreya Şehîd Êzdîn Brahîm a li Akademiya Zanist û Ramanê ya Şehîd Egîd Efrîn, endamên saziyên li Şengalê perwerdeya qedandin.
Perwerdeya xebatkarên saziyan bi beşdariya 25 kesan li dewreya Şehîd Êzdîn Brahîm a li Akademiya Zanist û Ramanê ya Şehîd Egîd Efrîn di 20'ê Gulanê de destpê kir.
Di perwerdeyê de endamên Meclîsa Avaker a Şengal, TEVDA, Xizmetgûzarî, Rêveberiyên Kampa Newrozê û hwd amade bûn. Perwerdeyê mehekê dewam kir. Di perwerdeyê de waneyên siyasî, bîrdozî, dîroka Êzidî û Kurdistanê hatin dayîn.
Derweya perwerdeyê duh bi civînekê bi dawî bû. Xebatkarên saziyan yên beşdarî perwerdeyê bûn, di civînê de encamên ji perwerdeyê derxistîn û bandora perwerdeyê ser şexsiyeta wan, nirxandin.
Endamê Meclîsa Avaker a Şengalê Heso Brahîm girîngî û bandora perwerdeyê anî ziman: "Em bi vê perwerdeyê gihiştin wê baweriyê ku êdî em dikarin gelê xwe bi rê ve bibin, wan perwerde bikin. Êdî pêwîstiya me bi kesekî tine ku were vê derê û perwerdeyê bide me. Em ê xwe bi xwe perwerde bikin. Em gihiştin asta perwerdekirin û zanakirina gelê xwe."
Brahîm bal kişand ser qelsiya yekîtiya wan a beriya niha kir û got, "Em 25 kes tevlî perwerdeyê bûn. Her yekî ji me ji gundekî, ji cihekî cuda hat. Bi vê perwerdeyê ve me girîngî û yekbûna Êzidiyan baştir fêhm kirin."
Brahîm li ser vê akademiyê jî got, "Ev perwerde ne perwerdeya PKK'ê ye. Ev perwerdeya civaka Êzidiyan û Êzdîxanê ye. Perwerde bersiva herî rast û dirust a li fermanê ye."
Brahîm bang li hemû jin, ciwan û tevahiya civaka Êzidî kir ku xwe perwerde û zana bikin û wiha dewam kir: "Perwerde zanebûn e, pêşketin e. Hinek dibêjin perwerde kêmahî ye. Lê ev ne rast e. Berevajî vê, perwerde kêmahiyên mirovan ji holê radike."
Endamê Meclîsa Avaker a Şengalê Heso Brahîm di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ev perwerde û akademî wê vekirî be û got: "Ji bo ku em bikaribin endam, xebatkarên saziyên Êzidîxanê zana bikin, pêwîste dewreyên perwerde bidomin."