Pêngava Minbicê: Nîhat Babanî û dozera wî
Pêngava Rizgarkirina Minbicê dewam dike. Tevî hêzên şervan, hin mirovên din û maşînên kar bi ji bo azadiya gelê Minbicê dixebitin.
Pêngava Rizgarkirina Minbicê dewam dike. Tevî hêzên şervan, hin mirovên din û maşînên kar bi ji bo azadiya gelê Minbicê dixebitin.
Nîhat Baanî (Ebû Buro) ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye. Zewicî ye û bavê sê zarokan e. Li gorî gotinên wî, malbata wî beriya niha bi 70-80 salan ji Nisêbînê koç kiriye û li bin xetê li Qamişloyê bi cih bûye. Malbata Babanî ji ber hin pirsgirêkên li Nisêbînê xwe li Qamişloya kêleka xwe girtiye. Bi dehan salan, nasnameyek ji wan re nehatiye dayîn.
Nîhat Babanî, bi navê xwe yê din Ebû Buro, dema şoreşa Rojava destpê kir ket nava coş û kelecaneke mezin. Coşa wî ya herî mezin jî bi destxistina nasnanemeyekê bû. Ji destpêka şoreşê ve sond xwariye ku di nava hemû xebatên şoreşê de cih bigire. Ji bo alîkariyê bide şoreşê, karê xwe yê bi rengekî herî baş û serketî dike, yanî operatoriya dozerê xist xizmeta şoreşê.
ŞERVANAN EWLE DIKE
Bi dozeran, carna bi şervanan carna jî berî şervanan berê xwe dide eniya pêş a şer. Şervanên li eniya şer bi pêş de diçin, di heman demê de ewlekariya xwe jî dikin. Yek ji hîmên bingehîn ên vê ewlekariyê jî zexmkirina çeperên hatine kolandin e; girtina rê li pêşiya êrîşên çeteyan û danîna bendan a li ser rê ye. Ji bo vê jî pêwîstî bi maşînên kar, bi kepçeyan heye. Yên ku ewilî çav li dijmin dikeve, ev maşîn in. Û ajokarên wan e. Li eniya pêş herî zêde ev dibin hedef.
Ebû Buro rola xwe ya di nava şoreşê de bi vî rengî vedibêje: "Berê jî min dozer dajot. Di nava şoreşê de jî pêwîstî bi ajokariya dozerê hebû. Min bi xwe xwest. Pê bawer bûm ku bi vî karî ve ez ê alîkariyeke xurt bidim şoreşê. Bi vê dozerê tevlî hemû pêngavên li dijî çeteyên DAIŞ'ê bûm. Bi van maşînan min ji şervanan re çeper kola û li ser rê bend danî. Gelek caran min li pêşiya hêzên şervan cih girt. Şervan hatin li çeperên me zexm kirin bi cih bûn û şer kirin. Min li Til Hemîsê destpê kir, tevlî pêngavên Til Berak, Mebrûka, Til Temir, Girê Spî, Şehîd Rûbar Qamişlo, Hol, Şedadê bûm û niha di operasyona Minbicê de cih digirim."
ÇAVEKÎ WÎ RIJIYA; TEVLÎ PÊNGAVA MINBICÊ BÛ
Babanî, ji bo çeperan bikole û zexm bike di pêngava Şedadê de cih digire. Li refên herî pêş, dema karê xwe dike, mayîneke çeteyan diteqe. Di encama teqîna vê mayînê de xisareke mezin li vê dozera niha bi kar tîne dibe. Ê wî jî, çavê rastê dirije. Ew bi xwe diçe nexweşxaneyê, dozera wî jî diçe tamîrê.
Niha jî bi yek çavî di operasyona ji bo azadiya gelê Minbicê de cih digire û li refên herî pêş tevî şervanên azadiyê cih digire.
Li rojavayê bajêr, bi dozera xwe ji bo şervanan çeperan dikole, bendan datîne ser rêyan.
Gotina dawî ya Ebû Buro ev bû: "Bi tenê gundek di navbera me û Minbicê de ma. Ez bawerim em ê tevî dozera min bikevin nava bajarê Minbicê."