PDK'ê Hewlêr li Mexmûriyan qedexe kir
Asayîşa Hewlêrê da xuyakirin, ku ew ê ji bo sê rojan nehêlin gelê Mexmûrê biçe Hewlêrê û îro danê sibehê Mexmûriyên diçûn Hewlêrê vegerand.
Asayîşa Hewlêrê da xuyakirin, ku ew ê ji bo sê rojan nehêlin gelê Mexmûrê biçe Hewlêrê û îro danê sibehê Mexmûriyên diçûn Hewlêrê vegerand.
Berpirsyarê Têkiliyên Derve ya Kampa Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Polat Bozan agahî da ANF'ê û diyar kir, li ser sedema vê astengiyê bi rengekî fermî ti agahî ji wan re nehatiye ragihandin. Bozan got, "Beriya niha jî ji ber hin sedeman heman astengî derdixist. Danê vê sibehê, bêyî hincetekê eşkere bikin dan xuyakirin, ku ji bo sê rojan çûyîna Hewlêrê ji bilî rewşeke lezgîn, qedexe ye. Ji bo fêhmkirin û zelalkirina rewşê, em bi Qeymeqamê Mexmûrê re axivîn. Qeymeqam ji me re got, ku ew ê piştre me agahdar bike, lê hê jî ti agahî nedaye."
Bozan wiha dewam kir: "Kengî li Hewlêrê protesto, xwepêşandan bên lidarxistin, Hewlêr li Mexmûriyan tê qedexekirin. Sibe jî biryara greva giştî ya karmendên li Başûrê Kurdistanê heye û îro heman astengî derxistin pêşiya me. Pêkanînên bi vî rengî ne yên qebûlkirinê ne. Ji ber ku piraniya vî gelî, ji bo karibe debara xwe bike neçare li Hewlêr an jî cihekî din bixebite. Em hêvîdar in e qedexe wê bê rakirin û careke din astengiyên bi vî rengî dernekevin pêşiya wargeha Mexmûrê."
Di rojên dawî de hin karkerên Mexmûrî yên li Hewlêr û Silêmaniyeyê ji kar hatibûn derxistin. Komîteya Karkeran a Mexmûrê duh bi beşdariya gelek karkeran daxuyaniyek dabû çapemeniyê û nerazîbûn nîşanî vê yekê dabû.