PDK’ê hatina wekîlên Tevgera Goran a Hewlêr asteng kir

Hat diyarkirin ku asayîşa Hewlêrê ya PDK’ê destûr neda parlamenterên Tevgera Goran derbasî Hewlêrê bibin û neçar man paşde vegerin.

Hat diyarkirin ku asayîşa Hewlêrê ya PDK’ê destûr neda parlamenterên Tevgera Goran derbasî Hewlêrê bibin û neçar man paşde vegerin.

Li gor televizyona KNN a Tevgera Goran, îro êvarî xala kontrolê ya Dêgele ya di navbera Silêmaniyê û Hewlêrê de destûr neda parlamenterên Tevgera Goran derbasî Hewlêrê bibin.

Di heman nûçeyê de tê gotin tevî hemû hewldanan destûr nehat dayîn ew parlamenterên Tevgera Goran derbasî Hewlêrê bibin û vegeriyane bajarê Silêmaniyê.

Serokê koma Tevgera Goran Birzo Mecîd der barê mijarê de ji televizyona KNN re wiha got: “Li xala kontrolê ya Dêgele gelek bêrêzî li hemberî parlamenterên me hatiye kirin. Dûrî hemû yasa û prensîban, parlamenterên me hatine lêgerîn kirin. Hêzên ewlekariyê hewl dan bi seyan lêgerînê li parlamenter û otomobîlên wan bikin. Her wiha ji parlamenteran re hatiye gotin ku goreyên li piyê xwe bixin û lêgerîn were kirin.”

Birzo Mecîd diyar kir ku wan çend caran xwestin di vê der barê de peywendî li gel Wezîrê Karên Hundir yê Herêma Kurdistanê bikin, lê ew be bersiv hiştine.