Partiya Yekîtiya Suryaniyan bi daxuyaniyekê rizgarkirina gundên Xabûr, Çiyayê Kizwanan, Mebrûka û herî dawî jî Girê Spî (Til Ebyed) li hêzên hevbeş û hemû pêkhateyên herêmê li Kurd, Ereb, Suryanî û Asûriyan pîroz kir.
Têkildarî rizgarkirina herêmên Kantonên Cizîrê û Kobanê Partiya Yekîtiya Suryaniyan daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye: ˮPiştî destketiyên li gel hev ji rizgarkirina gundên Xabûr, Çiyayê Kizwanan (Ebdulezîz) û Mebrûka ji destê çeteyên DAIŞ’ê herî dawî jî hêzên hevbeş destketiyeke dîrokî bi dest xist. Hêzên hevbeş bajarê Girê Spî (Til Ebyed) ku bargeheke din a çeteyên DAIŞ’ê bû û xwedî girîngiyeke stratejîkbû rizgar kirin. Rizgarkirina bajar bi destê hêzên YPG û Bûrkan El-Firat pêk hat. Her du hêzan dersên ku nirxên mirovahiyê û jiyana hevbeş a di nava hemû pêkhateyên Sûriyeyê temsîl dikin dan çeteyan. Rizgarkirina bajar bi yekbûna çeka hemû pêkhateyan a li dijî çeteyan pêk hat. Bi vê yekê hemû planên ku pê dihate xwestin ku tevlihevî û fitneyê di nava pêkhateyên Sûriyê derbixin hatin vala derxistin.
Em wekî partiya Yekîtiya Suryanî rizgarkirina Girê Spî li hemû hêzên xwe yên hevbeş û gelên xwe yên kantonên Cizîr, Kobanê û hemû gelên Sûriyeyê ku êdî nema hêzeke demokratîk ji bilî hêzên YPG/YPJ, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî û Hêzên Bûrkan El-Firat dibîne pîroz dikin. Van hêzên ku karîbûn çeteyên DAIŞ’ê li her du herêman dûr bixînin. Ev hêzên ku di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku bûye mînaka herî beş a çareserkirina aloziya li hemû erdnîgariya Sûriyê kar dike. Van hêzêan karîbûn ewlekarî, aramî û jiyana hevbeş a di nava hemû pêkhateyan biparêze.
Di vê dema pîroz ku hemû gelên Sûriyeyê yên azadîxwaz ji bo çareserkirina aloziyên heyî kar dikin û li çareseriyeke siyasî digerin de, em careke din tekez dikin û rêya tekane ku baweriya me pê tê çareserkirina siyasî, ne navendî ku mafê hemû pêkhateyan qebûl dike.ˮ