Piştî ku Qeymeqamê navçeya Serêkaniyê ya Rihayê hemû çalakiyên li navçeyê ji bo mehekê qedexekirin, Parlementerên BDP’ê hatin Serêkaniyê.
Beriya serdana BDP’iyan Qeymeqamtiya Serêkaniyê bi dirêjahiya mehekê hemû cure çalakî, mitîng, vekirina standa, civîn, meş û çalakiyên rûniştinê qedexekirin. Parlementerên BDP’ê Altan Tan, Nazmî Gur, Erol Dora, Îbrahîm Bînîcî bi şaredarên navçeya Serêkanî, Wêranşar û Pirsûsê hatin navçeyê.
Li navçeya ku polîs û leşkeran ewlehiyên mezin girtine, şandeya BDP’ê çû avahiya Qeymeqam.