Parlementera BDP’ê ya Mêrdînê Gulseren Yildirim a ku di Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê de ye ji îro û pêve dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger kir.
Greva birçîbûn ê ya bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şert û mercên tendurîstî û ewlehiya Ocalan û daxwazên perwerdehiya bi Kurdî ji aliyê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ve hatiye destpêkirin, di roja 43’emîn de berdewam dike. Parlementera BDP’ê ya Mêrdînê Guleren Yildirim ku di operasyonên di bin navê KCK’ê de hatibû girtin û niha di Girtîgeha Sergirtî ya Tîp E ya Mêrdînê de ye, dest bi greva birçîbûnê kir. Hate zanîn ku Gulseren ji îro pêve dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger kiriye.
Parlementerê BDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ku di Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa D ya Amedê de ye, ji 15’ê cotmehê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger de ye.