Parlementerê BDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ku li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê ye dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger kir.
Parlementerê BDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ku bi armanca dermankirinê ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê anîn Girtîgeha Tîpa D ya Amedê bi rêya şêwirmendê xwe ragihand ku dest bi çalakiya birçîbûnê kiriye. Di hevdîtina bi şêwirmendê xwe re kiriye de, ragihandiye ku ew li beramberî çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ji aliyê girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ji bo sererastkirina şert û mercên tenduristî, azadî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û naskirina daxwazên demokratîk yên Kurdan bêdeng namîne û wiha got; “Ez li hemberî bedenên ku her roj di heliyan bêdeng nedimam.” Hate hînbûn ku, Sariyildiz 3 roje dest bi çalakiya birçîbûnê kiriye.
‘GUNEH DÊ YA HIKUMET Û SEROKWEZÎR BE’
Sariyildiz hevgirtina li derdora berxwedana li zindanan bilind dibe weke berpirsyartiyekî exlaqî û wijdanî dibîne û wiha tîne ziman: “Ez bang li rayedarên hikumetê yên dilê wan bûne kevir ku li hember zarokên Kurdan yê şoreşger û egîd ku her roj bêhtir nêzî mirinê dibim, dikim. Ger mirin çêbibim di serî de berpirsyar dê hikumet be û her kesê li hember vê berxwedanê bêdeng dimîne.” Sariyildiz radigehîne ku, ew dê li hemberî polîtîkaya tecrîdê ya ku pevçûnan kûrtir dike û pêkanînên dervey exlaqî yên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku gelê Kurd weke rêber ji bo xwe nîşan kirî, bêdeng nemîne. Sariyildiz anî ziman ku, ji mirinên ku rû bidin dê gunehê wan di stoyê hikumet û serokwezîr de bin.”