Parlementer Yildirim: Çalakiya birçîbûnê erkek dîrokî û mirovî ye

Parlementer Yildirim: Çalakiya birçîbûnê erkek dîrokî û mirovî ye

Parlementera BDP'ê ya Mêrdînê ku ji doza KCK'ê hatiye girtin û dest bi çalakiya birçibûnê ya bêdem û bêdorveger kiriye, nameyek şand û diyar kir ku, çalakiya birçîbunê, peywirek dîrokî û mirovahî ye. Yildirim wiha got: "Ev çalakî erk û wezîfeyeke dîrokî ye. Berpirsyariya mirovî, li ser me û tevahiya mirovahiyê ferz dike."

Parlementera BDP'ê ya Mêrdînê ku ji doza KCK'ê hatiye girtin û di girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê de, piştî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwazên gelê Kurd ên demokratîk dest bi çalakiya birçibûnê ya bêdem û bêdorveger kir, nameyek ji malbata xwe re şand. Yildirim di nameya xwe de wiha got: "Gelê me yê bi rûmet û tevaya mirovên xwedî wijdan û aştîxwaz. Çalakiya birçîbûnê ku ji 12'ê Îlonê ve hatiye destpêkirin û bi tevlîbûna bi sedan hevalan hê jî didome, erk û wezîfeyeke dîrokî û berpirsyariye mirovî, li ser me û tevahiya mirovehiyê ferz dike."

Yildirim da zanîn ku, we ji wekî jineke Kurd, dayîkeke Kurd û siyasetmedareke Kurd tevî du hevalên xwe yên jin 'Aynûr Coşkun û Fatîme Demîr dikevin çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdor û wiha got: "Ez jî dilê xwe giyanê xwe û hestên xwe yên mirovî û dayîktiyê tevlî hestên wan dayîkên ku îro li ber deriyên girtîgehan bendewar û nobedarên, canê zarokê xwe û lehgenên xwe ne, dikim. Wekî em tev de jî dişopînin û dibin şahîd ku her roj bedena hevalên me ber bi xetereyê ve diçe. Windahiya her canekî, her hevalekî wê bi xwe re bibe mirina wijdan, mirina exlaq û mirina îman û edeleta mirovahiyê. Her xemsariyek û her bêdengiyeke wê bi xwe re windahiya canekî ciwan bîne. Wekî mirov wekî gel û wekî tevahiya civakeke ku xwediyê nirx û pîroziyên mirovahiyê ye, pêwîste em li hember xwestekên van hevalên xwe yên herî mafdar bêdeng nemînin û daxwaz û xwestekên wan bikin yên xwe û dengê xwe tevlî dengê wan bikin."

'SIYASETA AKP'Ê YA DÎKTATOR DEWAM DIKE'

Yildirim di berdewama nameyê de wiha got: "Wekî ku hûn jî dizanin em herdem alîgirên diyalog û çareseriyeke aştiyane ne. Lê zîhniyeta înkar û îmhayê, ku ji avakirina komara Tirkiyê ye û heta roja îro dom kiriye, îro jî heman zîhniyet xwe di asta herî bilind de bi siyaseta AKP'ê ya nijadperest û dîktator dewam dike. Dîsa înkar û, dîsa qirkirin, komkujî, kuştin, zîndan û dîsa bêrûmetkirina gelê Kurd û tecrîdkirina li ser Rêberê Gelê Kurd û dîsa bişavtin û bê hurmetiya di pêşberî gelê Kurd û nasnameya û îradeya wî de, bi heman zîhniyetê û dek û dolaban dom dike."

'EM BI QASÎ KU NAYÊ TEXMÎNKIRIN JI JIYANÊ HEZ DIKIN'

Yildirim di dawiya nameyê de wiha nivîsand: "Ev çalakî ya ku ji aliyê hevalên me, canên me, yên di zîndanan de ku hatiye destpêkirin û di encama wan polîtîkayên bêrûmetkirinê de, derketiye holê û bertekeke dîrokiye ku zarokên gelê Kurd bi canê xwe bersiva wê didin û dibêjin: Em bi qasî ku hûn nikaribin texmîn jî bikin, ji jiyanê hez dikin. Lê belê ji jiyaneke bi rûmet. Ger ku mirov nikaribe bi heqîqeta xwe bijî û nikaribe rûmeta xwe biparêze, ma wê demê wê jiyan, ne bê wate be.. Jixwe ev çalakiya birçîbûnê ji bo jiyanê bi wate bike û bibe wesîleya azadî, wekhevî û çareseriyek, aştiyek bi rûmet ya di navbera gelan de hatiye lidarxistin."