Parlamenterên Kurd ên li Bexdayê daxwaza azadkirina Ocalan kirin
Parlamenterên Kurd ên li Parlamenta Iraqê, bi daxuyaniyekê ji Tirkiyeyê xwestin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbest berde.

Parlamenterên Kurd ên li Parlamenta Iraqê, bi daxwaza ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê. Di daxuyaniya ku hemû parlamenterên Kurd ên li Bexdayê amade bûn de, Seroka Koma YNK'ê ya li Parlamenta Iraqê Ala Talabanî, 16 salên di ser komploya navneteweyî ya li hemberî Ocalan derbas bûn bibîr xist û got, "Hikûmeta Tirkiyeyê di wê demê de bawer bû ku wê bi şîdetê daxwazên gelê Kurd ên ji bo aştî û azadiyê têk bibe. Lê piştî demeke ewçend dirêj gelê Kurd îspat kir, ku bi xebata gelê Kurd re Herêma Kurdistanê derketiye holê. Ev yek ji bo azadiya herêmê, girîng e."
Ala Talabanî bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û ji Tirkiyeyê xwest li ser pêvajoyê û azadiya Ocalan bisekine û bigihîne encamekê.
Seroka koma YNK’ê li parlamentoya Iraqê Ala Talabanî di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Divê agahdariya me hemûyan ji wê yekê hebe ku şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengên hemû hêz û aliyên din ên di şerê li hemberî DAIŞ’ê de bûn. Navçe ji metirsiyên DAIŞ’ê parastin.”