Parlamentera HDP’ê Îrmez hate binçavkirin - HAT NÛKIRIN

Parlamentera HDP’ê Aycan Îrmez a ji çalakiya mertalên zindî ya Çiyayê Cûdî vedigeriya bi 5 kesên pê re hate binçavkirin.

Parlamentera HDP’ê Aycan Îrmez a ji çalakiya mertalên zindî ya Çiyayê Cûdî vedigeriya bi 5 kesên pê re hate binçavkirin.

Parlamentera HDP’ê Aycan Îrmez a ji çalakiya mertalên zindî ya li Çiyayê Cûdî li dijî operasyonan destpê kiriye û bi rojan e didome, vedigeriya bi 5 kesên pê re ji aliyê jendermeyan ve li Kanên Komirê ya Şirnexê hate rawestandin û bi hinceta ku “herêma ewlehiyê” binpê kirine hatin binçavkirin. Îrmez û kesên pê re hatin binçavkirin birin Tabura Tankê ya Îkîzceya Şirnexê.

ÎRMEZ: WEKÎLTIYA MIN CIDÎ NEGIRTIN

Îrmez di bin çavan de bi rêya telefonê agahî da ANF’ê û got:
“Niha nasnameyên me kontrol dikin, em sekinîne. Min nasnameya xwe ya wekîltiyê nîşanî wan da, lê cidî negirtin. Derdora wesayîta me bi panzeran girtin, em dorpêç kirin, em nêzî saetekê sekinandin. Pêkanînên bi vî rengî bi taybet ji bo herêmên me ne, ev jî aşkera bû. Tevî min got, ez wekîl im û wan jî dizanî ez wekîl im, jî hatim binçavkirin û min anîn qereqolê. Em û 5 hevalên xwe niha di bin çavan de ne.

Em dixwazin li vî welatî dengê aştiyê bilind bikin, lê ew dixwazin bi kiryarên derveyî hiqûqê me bê deng bikin.”