Operasyonên qirkirina siyasî: Zêdeyî 80 kes hatin binçavkirin
Li navenda Êlihê û navçeyên Sason û Hezoyê, hêzên dewleta Tirk avêtin ser malan. Di serdegirtinê de zêdeyî 80 Kurd hatin binçavkirin.
Li navenda Êlihê û navçeyên Sason û Hezoyê, hêzên dewleta Tirk avêtin ser malan. Di serdegirtinê de zêdeyî 80 Kurd hatin binçavkirin.
Li navenda Êlihê û gundên Heznê, Kurêrê, Reşe Darê, Seyrantepe û Zengavî yên ser bi navçeyên Sason û Hezoyê berê sibehê polîsên dewleta Tirk bi ser malan de girtin. Di operasyonan de hate gotin ji 80’yî zêdetir Kurd hatin binçavkirin.
Ên ku hatin binçavkirin birin Sasonê da ku lêpirsîna wan were kirin. Hate gotin ji hêla Dozgeriya Komarê ya Sasonê ve li ser dosyayê biryara ‘’veşartinê’’ hate dayin û parêzer 5 rojan wê nikaribin bi miwekîlên xwe re hev nebînini.
Di nav binçavkiriyan de li gel rêveberên HDP’ê û DBP’ê endamê PM’ê ya DBP’ê Mehmet Candemîr jî heye ku tevlî girêva birçîbûnê bûbû li Amedê ya bi mebesta ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî were standin, dest pê kiribû.