Operasyona li sînorê Avaşîn didome

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku operasyona artêşa Tirk a li xeta sînorê Avaşîn didomîne bi êrîşa 21’ê Cotmehê ya li hember qada Şehîd Rehîme ketiye asteke nû.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku operasyona artêşa Tirk a li xeta sînorê Avaşîn didomîne bi êrîşa 21’ê Cotmehê ya li hember qada Şehîd Rehîme ketiye asteke nû. Li van qadan ku pevçûn rû didin, balafirên şer jî bomberdûmanan dikin.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê ku daxuyaniyeke nivîskî weşand got: “21’ê Cotmehê operasyona artêşa Tirk a li hember xeta sînorê Avaşîn didomîne saet 22.00’an bi êrîşa li hember qada Şehîd Rehîme ketiye asteke nû. Li hember êrîşa nuqteyên hêzên me yên gerîla heman kêliyê bersiv hatiye dayîn. Li van qadan balafirên şer bomberdûmaneke zêde dikin. Têkildarî êrîşa li hember qada Şehîd Rehîme her ku agahî bên wê bi raya giştî re bê parvekirin.

22’ê Cotmehê saet 11.40 qereqola Peyanis a girêdayî Colemêrgê; qada Kato Marînos bi awayekî navber bi obus û hawanan bomberdûman kiriye.

Operasyona ku fermandariya leşkerî ya Şirnexê 21’ê Cotmehê li herêma Mawa dabû destpêkirin, didome. Leşkeran li nêzî Şehîdgeha Şehîd Kendal mudaxeleyî çalakiya girseyî kirin, 20 çalakvanên mertalên zindî binçav kirin. Piştre leşkeran bi dozeran êrîş birin ser şehîdgehê û şehîdgeh xera kirin. Detayê vê operasyonê wê piştre bên ragihandin.

22’ê Cotmehê saet 07.50’an li nêzî gundê Mîr Alî ê di navbera rêya Amed û Farqînê de li hember konvoyekê ji bo bîranîna 8 hevalên me yên di êrîşa hewayî ya Şehîdgeha Licê ya Amedê şehîd ketin, çalakiya bersivdayinê hat lidarxistin. Di vê çalakiya bersivdayinê de 5 leşker hatin kuştin.

Operasyona li herêma Çiyayê Şerefdîn a girêdayî navçeya Kanîreş a Çewlikê destpê kiribû didome. 22’ê Cotmehê ji saet 21.30’an heta vê sibehê, helîkopterên Kobra bi navber qûntarên li herêmê bomberdûman kirin.”