Operasyona HSD'ê di roja 5. de didome
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li eniyên Til Ebû Heyder û Til Berakê bi pêş ve diçin. Komên çete yên ku gundên Xizêla û Wensa winda kirin, di heman demê de ji xeteke girîng a parastinê bêpar man.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li eniyên Til Ebû Heyder û Til Berakê bi pêş ve diçin. Komên çete yên ku gundên Xizêla û Wensa winda kirin, di heman demê de ji xeteke girîng a parastinê bêpar man.
Pêngava hêzên HSD'ê ya li bejahiya başûrê Hesekê, di roja 5. de bi xurtî dewam dike.
Di roja çaremîn a operasyonê de qereqolek li ser sînorê Sûriye û Iraqê hat azadkirin. Şervanên HSD'ê ber bi Gola Xatuniyê ya di bin dagirkeriya çeteyan de ye, gav bi gav bi pêş ve diçin.
Baskekî ji hêzên operasyonê yên li qada Til Ebû Heyder bi pêş ve diçe, gundikekî navê xwe nehat hînbûn azad kirin. Baskekî din ê operasyonê yê li bakurê gola Xatûniyê ye, di destpêkê de gundê Hilulê, dûre jî gundên Xizêla û Wensa yên ji bo çeteyan xwedî girîngiyeke stratejîk e, azad kirin. Di encama vî şerê ku gelek çete hatin kuştin de, her du baskên operasyonê gihaştin hev.
Yek ji baskên bingehîn ên operasyonê jî li eniya Til Berakê bi pêş ve diçe. Hêzên HSD'ê li vê derê gundên Qeryet Elî, Rebîa, Sifeya û Beyt Hisun azad kirin.
Şervanên ku li herêmê bi pêş ve diçin, tê payîn ku di demeke nêz de gola Xatuniyê kontrol bikin.