Operasyon YPG’ê ya li dijî heşîşê didome

Operasyon YPG’ê ya li dijî heşîşê didome

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li dijî kesên heşîşê diçînin operasyona operasyona xwe didomîne. Di çarçoveya operasyonê de 10 kes hatin binçavkirin.

YPG’ê ku piştî hişyariya hefteyek beriya niha kiribû duh li bajarê Kobanê li dijî kesên heşîşê diçînin operasyon dabû destpêkirin, operasyona xwe îro jî domand.

Tûgaya Şehîd Sadiq a YPG’ê ku duh li gundê Mînasê û mezrayên Ebroj û Sorgulê operasyon dabû destpêkirin û gelek heşîşa hatibû şandin îmha kiribû, îro li gundê Binavê operasyon meşand.

Di çarçoveya operasyonê de dema hêzên YPG’ê li nava zeviyan heşîş dihilanî, hinek kesên ku xwestin li dijî derkevin gule berdan hewa. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê 10 kes ji vana binçav kirin. Operasyona YPG’ê didome.