Onder: Wezîr Şahîn bila neçe Colemêrgê biçe Klînîka Tenduristiyê

Onder: Wezîr Şahîn bila neçe Colemêrgê biçe Klînîka Tenduristiyê

Parlementerê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder diyar kir ku, kesên gotinên himbêzkirina parlementerên BDP'ê û HPG'ê rexne dikin û nefretê zêde dikin bi fermandarên HPG'ê re tên cem hev û wiha got: "Di vê navberê de Wezîr Îdrîs Naîm Şahîn diçe Colemêrgê. Em jî dibêjin li şûna tu diçî Colemêrgê here Klînîkê xwe yên tenduristiyê lêkolîn bike. Ya herî baş ewe."

Parlementerê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder li gel Rêxistina BDP'ê ya Semsûrê civîna çapemeniyê pêk anî. Onder di civînê de diyar kir ku, di demên dawî de li Tirkiyeyê geşedanên xirab pêk tên û ev yek Tirkiye ji aştî û aramiyê dûr dixe. Onder destnîşan kir ku, di demên dawî de geşedanên wekî Roboskî, Surgu, Ragirtina Parlementerê CHP'ê yê Dêrsimê Huseyin Aygun şerê li Şemzînanê rojev tije kir û wiha got:

"Di vê pêvajoya wisa aloz de Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn diçe Colemêrg û Şemzînanê. Li herêmê kontrola HPG'ê heye. Herêm di bin kontrola HPG'ê de ye. Li qir heyeta KCD û BDP'ê rastî gêrîlayên HPG'ê hatin. Niha medya hembêzkirina parlementerên BDP'ê û KCD'ê û gêrîlayên HPG’ê tê rexnekirin. Rayedarên hikûmetê û medya bi daxuyaniyên nefret û aloziyê zêde dikin dibersivinin. Her kes dizane ku vir di kontrola HPG'ê de ye. "

PARLEMENTER BI HER KESAN RE HEVDÎTINÊ PÊK TÎNE'

Onder anî ziman ku, kesên bi daxuyaniyên nefretê diaxivin bi fermandarên van kesan re tên cem hev û rûdinên. Onder xwest di demek nêzîk de ev kesên bi gotinên aloz û nefretê civakê tînin hemberî hev dest ji vê helwesta xwe berdin û wiha berdewam kir: "Parementer dikarin bi her kesan re hevdîtin pêk bînin. Ger parlementerek bi her kesan re neyê cem hev û guhdar neke wê demê tu cûdakariya wan û karmendên dewletê ji hev namîne. Parlementer divê li her kesan guhdar bike û li pirsgirêkên her kesan guhdar bike.

'LI ŞÛNA TU BIÇE COLEMÊRGÊ BIÇE NEXWEŞXANEYÊ'

Onder serdana Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn jî nirxand û wiha got: "Dil dixwaze her kes biçe ku rastî eleqeyek germ û pêşwaziyek xweş bê. Lê Wezîr ji ber gotinên xwe yên tije nifrîn ne tenê li hemberî gelê Kurd, li hemberî hemû gelan rastî bertekan tê. Her ku diaxive dujîna dibêje. Refleks, liv û tevgera wî ne bi tenduriste. Li gorî min li şûna diçe Colemêrgê bila biçe klinika tam tekmîl ya tenduristiyê.

ONDER ÊRÎŞA LI DIJÎ AVAHIYÊN BDP'Ê ŞERMEZAR KIR

Onder êrîşên li dijî avahiyên BDP'ê yên Dîlokê ku piştî teqîna li Dîlokê pêk hatin jî şermezar kir û diyar kir ku ev êrîş alozî û tevlîheviyê zêde dikin.