Ok: Bi Rêber Apo re ne hevdîtin rasterast muzakere

Sabrî Ok destnîşan kir ku gelê Kurd û gelên li Rojavayê Kurdistanê kember û bendên dagirkeriyê hilweşandine û li Rojhilata Navîn deriyekî nû vebûye. Ok ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re got ku divê derhal muzakere destpê bikin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok der barê gihîştina Kantona Cizîrê û Kantona Kobanê de got ku eger serketin û berxwedana Kobanê nebûya, îro Girê Spî nedibû û kanton nedigihîştin hev. Ok destnîşan kir ev pêngav gaveke dîrokî ye û guhertina Sûriyeyê bi xwe re bîne, demokratîkbûna Sûriyeyê jî deriye Rojhilata Navîn veke. Ok da zanîn ku gelê kurd û gelên li rojavayê Kurdistanê korîdorek ji xwe re vekirin û bi vê korîdorê wê nefesekê bigire. Ok der barê hevdîtinên li Îmraliyê jî wiha got: “Hema derhal pêwîst e bi Rêber Apo re hevdîtin çêbibin. Weke hevdîtin jî na, rasterast muzakere. Ev muzakere li hemû cîhanê çawa bûne, li Kurdistanê û Tirkiyeyê jî divê wiha be. Du alî hene. Yek îradeya gelê kurd û hêza demokratîk temsîl dike Rêber Apo ye. Yek jî li ser navê dewleta Tirkiyeyê û dagirkerî ye. Li ser vê yekê heyet werin avakirin, ew ê wekhev bin, li gorî vê muxatabiyê bikin û bi awayekî aşkera muzakereye bikin. Eger ne wisa be, dê neyê qebûlkirin.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok bû mêvanê bernameya ‘Rojeva Welat’ a Stêrk TV û der barê gihîştina hev a Kantona Cizîrê û Kantona Kobanê, her wiha der berê encamên hilbijartinên 7’ê Hezîranê û mijarên di rojevê de axivî. Ok, pirsên rojnamevan M.Emîn Yildirim wiha bersivand.

Li rojavayê Kurdistanê bi Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo re serketinên mezin hatin bidestxistin. Herî dawî Kantona Cizîrê û Kantona Kobanê gihîştin hev. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

Destpêkê sekna Rûbar û hemû şehîdên ku di vê hemleya dîrokî de jiyana xwe ji dest dane di serî de bejna xwe li ber wan ditewînim. Taybet şervanên YPG û YPJ’ê, gelê me yê qehreman jî ji bo vê serketinê pîroz dikim. Ev hemle li ser navê Şehîd Rûbar pêş ket. Ev hemle dîrokî ye, ya muhîm jî çiyayê Kizwanê di dîrokê de cara yekem bi îradeya gelê kurd, bi hêzên gelê kurd hat azadkirin. Heta niha hêzek weke DAIŞ’ê ku hov û li dijî mirovahiyê ye, bi piştgiriya dewleta Tirkiyeyê û hin hêzên navneteweyî li ser gelê kurd, gelê suryan, gelê ereb wehşetek pêş dixist; talan dikir, gund xerab dikir, jin difirot û her cure wehşet pêk dianî. YPG û YPJ biryar da û xwe li hemberî hemû gelên li Sûriyeyê dijîn berpirsyar dît û ev hemle pêş xist. Bi ruhekî fedaî û qehremantî hemle pêş xist û encam girt. Bêguman bandora vê hemleyê wê hebe. Hem li ser kurdan hebe, hem li ser tevahiya Sûriyeyê hebe û bêguman bandora xwe ya siyasî û eskerî hebe û tê nîqaşkirin jî. Ev hemle tiştekî din diyar kir. Paradîgmaya Rêber Apo, hêzên parastina yekitiya Rojava divê xwe li hemberî hemû gelan berpirsyar bibîne. Bi zihniyetek netewe dewletê, tenê weke li ser axa Kurdistanê na, tenê weke gelê Rojava na, xwe li hemberî hemû gelên bindest asurî, suryanî, ereb, ermenî berpirsyar bibîne. Xwest li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê van gelan biparêze, axa wan biparêze û xelkê bindest azad bike. Di dîmenên televîzyonan de jî hate dîtin, bi rastî ne tenê gelê kurd ew hemû gelên me anî ziman, di serî de gelê suryan û ereb serketina çiyayê Kizwanê û îro Girê Spî bi kêfxweşiyeke mezin pêşwazî kirin. Ew ji bin bandora DAIŞ’ê derketin û kêfxweşiya azadbûna xwe anîn ziman. Di vê derê de mirov dikare bêje weke serketina eskerî û îradeya siyasî rêya Sûriyeyeke nû, Sûriyeyeke demokratîk ku hemû gel û ol tê de weke aştiyane, bi biratî û demokratîk bijîn hate vekirin. Esas deriyê vê vekir. Çima? Hemû dinya dizane, bi taybet jî gelên li Sûriyeyê û Rojava dijîn hîn baştir dizanin ku ev muxalefeta heyî di esas de ne muxalefet e jî, bê îrade û bê perspektîf e. Rewşa DAIŞ û El Nûsra li ber çavan e. Rewşa rejîmê li ber çavan e, careke din ne mimkûn e ku bi vê zihniyetê xwe komî ser hev bike û bi vê paradîgmayê emrê xwe dirêj bike. Ji hemû alozî û nakokiyên heyî re yê ku xwedî paradigma ye, yê ku xwedî perspektîfa çareseriyê ye îradeya Rojava ye. Ev jî weke me anî ziman bi netewe dewletê na, bi ruhekî û bi perspektîfeke neteweya demokratîk hemû gel bi hev re dikare aştiyane bijîn. Ev yek bawerî û cesaretê dide van gelan, ji bo vê careke din vê hemleyê, vê serketinê û kêfxweşiya gelan pîroz dikim.

BERXWEDANA KOBANÊ NEBÛYA SERKETINA GIRÊ SPÎ NEDIBÛ

Kantona Cizîrê û Kantona Kobanê bi gihîştina hev, ew ê bandoreke çawa li ser dengeyên li Rojhilata Navîn hatine avakirin bike? Dengeyeke nû çawa bi xwe re derdixe holê?

Ev zihniyeta dagirkerî ku Kurdistan di nav xwe de kirine parçe parçe tê zanîn. Îro jî Rojava weke sê kantonan tê naskirin. Ev rastiyek e. Di navberê de gelê ereb heye. Heta niha bi gelê kurd re bi biratî jiya ne. Lê di serî de dewleta Tirkiyeyê, AKP û yên ji wan re piştgiriyê dikin xwestin ku nefesa gelê kurd biçikînin. Taybet ev yek li Kobanê hate dîtin, xwestin dorpêç bikin, bê nefes bihêlin, gelê kurd ne di nava danûstandinê de bin û di esas de yek bi yek wan tune bikin û welat vala bihêlin. Li hemberî vê mirov careke din berxwedana Kobanê bi bîr bixe tiştekî pîroz e. Eger serketin û berxwedana Kobanê nebûya, îro Girê Spî nedibû, çiyayê Kizwanê jî nedibû. Ev ruhek bû. Her kes dibîne li beranberî DAÎŞ û El Nûsra yên li ber xwe dide, derveyî îradeya gelê kurd nîne. Ne li Iraqê heye, ne li Başûr heye, ne li Sûriyeyê heye, ne li Lîbyayê heye, ne jî li Rojhilata Navîn heye. Gelê kurd bi îradeyeke xurt li ber xwe dide û gavê bi DAIŞ’ê paşde dide avêtin. Pêş dikeve û encamê digire. 

GELÊ KURD KORÎDORA XWE VEKIR

Îro pêwîst bû ku gelê me yê li Kantona Cizîrê bi Kantona Kobanê re bibe yek. Pêwîstiyên Kobanê hebûn, diviyabû ji wan re bibe bersiv. Îro korîdorek bi ked û berxwedaneke mezin hate vekirin. Dihat gotin ku korîdorek mirovahiyê ji Kobanê re bê vekirin, lê AKP’ê her tim ew xetimand. Îro dewleta Tirkiyeyê û AKP her tiştê ku derbasî Kobanê dike, li ser wê weke zextekê bi kar tîne. Tiştê ku derbasî Kobanê dike, deh qat, pêncî qat buhatir dida milet û milet perîşan dikir. Ji aliyê moral û manewiyatê jî, ji aliyê jiyanê û maddiyatê jî pêwîst bû ew korîdor bê vekirin. Gelê me hem kêfxweşiya xwe, coşa xwe, êşa xwe bike yek hem jî ji wan pêwîstiyên xwe re bibe bersiv. Ew ê bandora vê hebe. Îro nerazîbûnên dewleta Tirkiyeyê em dizanin. Derhal reaksiyon nîşan da, lê heta duh jî li deriyê Girê Spî DAIŞ hebû. Lê dewleta Tirkiyeyê bi vê kêfxweş bû, rehet bû, hîç jê ne aciz bû. Heta rojane belge derdikevin, piştgiriyê dide. Weke belgeyeke fermî derket, ji waliyê Raqqayê re bi nivîskî hatiye şandin, çawa çeka bigirin, çawa bazirganiyê pêş bixin, çawa şervanên wan ji ser Kurdistanê derbasî Raqqayê bikin. Dewleta Tirk ji vê kêfxweş bû. Em bêjin YPG, YPJ, Bûrkan El Firat, hin beşên Artêşa Azad û îradeya gelê ereb li wê derê heye. Berxwedan ne tenê ya YPG û YPJ’ê ye. Bûrkan El Firat heye, hin beşên Artêşa Azad heye, gelê ereb bi xwe piştgiriyê dike. Lê dewleta tirk ji vê yekê aciz e. Naxwaze gel ji bin tesîra DAIŞ’ê azad bibe û naxwaze DAIŞ darbeyê bixwe. Reaksiyonek wê heye.

AKP BI ZIHNIYETA DAGIRKERIYÊ TEVDIGERE

Ev reaksiyona Tirkiyeyê çavkaniya xwe ji ku digire?

Dewleta tirk siyaseta xwe li ser neqebûlkirin û tinekirina gelê kurd ava kiriye. Ev li Bakur jî wisa ye. Mesele AKP’ê hebûn, îrade û azadiya gelê kurd tu carî qebûl nekiriye. Di heman demê de li ser Rojava û li ser parçeyên din ên Kurdistanê taybet zihniyeta AKP’ê ya dagirkerî, li ser kîjan ax û parçeyê Kurdistanê be, dema gelê kurd gavekê bavêje ber bi azadiyê ve biçe yan jî qedera xwe ew bi xwe tayîn bike qet vê qebûl nake dagirkerî. Ne tenê li Bakur, li cîhanê qebûl nake. Tabî zihniyeteke şoven e, zihniyeteke netewe dewlet e û her tim bi salan li ser neqebûlkirin û tinekirina gelê kurd ev siyaset meşandiye. Yek jê bingeha xwe ji vir digire. Dudo, dewletên Rojhilata Navîn ên weke Qatar, Siûdî û dewletên navneteweyî bi DAIŞ re di nav têkiliyê de ne û destekê didin. Îro hîn jî destekê didin El Nûsra. Hîn jî Tirkiyeyê destekê dide muxalefetê. Hin kesên bêxêr jî hene, weke hereket li ser navê kurdan tevdigerin, lê mafên kurdan datînin aliyekî berjewendiyên şexsî û teng difikirin. Tabî ev hemû ji hev hêzê digirin. 

HÊZA XWE JI  BÊAQILIYA XWE JÎ DIGIRE

Dewleta Tirkiyeyê yek jê jî hêza xwe ji bêaqiliya xwe digire tabî. Dewletek wiha stratejik bifikire, ew ê bibîne û bizanibe ku ev rewşa li Rojhilata Navîn, rewşa kurdan weke berê ne mimkûn e berdewam bike. Guhertin ji sedî sed e. Ev guhertin jî zêdetir ber bi azadî û demokratîkbûna kurdan ve diçe. Lê li hemberî van reaksiyon heye, qebûl nake, di vê derê de zihniyet girtî ye. Ev yek hêza xwe ji bêaqilî û zihniyeta dagirkeriyê digire. Lê di encamê de ti şensê wan nîne. Xwe çiqasî li erdê dixe bila li erdê bixe, çiqas qebûl neke bila qebûl neke. Rastiyek heye, gelê kurd li Rojava bi gelê ereb, suryanî, ermenî, elewî re têkiliyên xwe pêş dixe. Dixwaze Sûriyeyeke demokratîk ava bibe, bi rastî encam bigire û serketin heye. Dewleta Tirkiyeyê û ti hêz li hemberî vê îradeya demokratîk nikare bisekine û ti mafên wan jî tine mudaxele bikin yan jî reaksiyonên nexweş li dijî gelan pêş bixin. Bêguman ne tenê dewleta Tirkiyeyê yên din jî hene. Me anî ziman yên statukoparêz, yên netewe dewlet mafên gelan, îradeya gelan û azadiya gelan qebûl nakin, red dikin. Li Rojhilata Navîn ev hene, dewletên dagirker zêdetir gelê kurd her tim di bin dest de girtiye. Wekî din dewletên olîgarşîk ên Rojhilata Navîn hene. Siûdî, Qatar, Tirkiyeyê, li aliyê din Îran meseleya kurd çareser nekiriye û ev hêz naxwazin Kurdistan û gelê kurd azad bibe. Ev ji hev hêzê digirin, lê yên ku ji vê serketin û pêşketinê kêfxweş dibin, coşa xwe diyar dikin jî hene. Ev kî ne? Yên li dijî netewe dewletê, yên ku bi rastî jî dixwazin Sûriyeyeke demokratîk bê avakirin, ev perspektif û paradigmaya neteweya demokratîk pêş bikeve hene. Gelê ereb jî ji vê yekê pirr kêfxweş e, di dîmenan de me dît. Gelê suryan, ermenî, elewî û gelê din yên Rojhilata Navîn dibînin ku ev paradigma li hemû çand, ol û nasnameyan xwedî derdikeve. Mafên wan diparêze. Di vê derê de zext tine, tinekirin tine, neqebûlkirin û redkirin tine. Demokrasî heye, biratî heye, hemû gel bi hev re azad bijîn heye. Yên vê dibînin û fêm dikin bi rastî kêfxweşiya xwe tînin ziman. Reaksiyonên pozîtîf ku mirov jê zahf kêfxweş bibin jî hene. 

We behsa vekirina korîdorê kir. Di navbera Kantona Cizîrê û Kobanê de korîdor vebû, li ser vebûna korîdorê reaksiyonên erênî û neyînî hene, hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Weke me anî ziman, dema ev hemleya li ser navê Şehîd Rûbar Qamişlo pêşdikeve, ev Girê Spî ji aliyê YPG, YPJ û Bûrkan El Firat ve hate girtin, korîdor jî vebû. Mesele di heman şevê de li Qamişlo di navbera rejîmê û hêzên YPG û YPJ’ê de hin pirsgirêk derketin. Heta asteke weke şer pirsgirêk hatiye jiyîn. Agahî wisa hatin. Gelo ev tesaduf e? Hinek kes naxwazin îradeya gelê kurd, gelê ereb a azadîxwaz pêş bikeve? Di heman demê û şevê de rejîma Sûriyeyê xwest pirsgirêk derxe. Li gorî em dibihîzin û agahiyên ji me re tên, li ser çapemeniyê em dişopînin YPG’ê bersiv daye. Reaksiyonên negatif û naxwazin îrade pêş bikevin hene. Mesela dewleta Sûriyeyê, li kêleka dewleta Tirkiyeyê û zihniyeta AKP’ê ma hîç dixwaze Sûriyeyeke demokratîk ava bibe û gelê kurd azad bibe. Hewldana wan ji destpêkê heta niha fetisandina Rojava bû. Ewqas zext li ser dewleta tirk û AKP’ê hene û gelê kurd reaksiyonên xwe nîşan dide. Koalîsyonên navneteweyî her tim rexne dike, çima alîkariyê dide DAIŞ’ê. Lê AKP jî gav paşde naavêje. Hîn jî destekê dide û israr dike. Çima? Tenê ji bo gele kurd azad nebe. Hebûna xwe nikaribe biparêze, statuko neyê guhertin û Sûriyeyeke demokratîk neyê avakirin. Naxwazin elewî li Sûriyeyê azad bin, eger bi zihniyeta AKP’ê be çiqas elewî hebe bi destê DAIŞ’ê were serjêkirin. Naxwazin Sûriye azad be. Lê vê yekê ji bo kurdan hîç naxwazin. Ligel vê tabî dema ev korîdor vedibe, nefesek tê girtin, derfetan bi xwe re çêdike. Bêguman gelê kurd bi hev re alîkar be, derfetên xwe bike yek, heyecan û coşa xwe bike yek. Gelê din pê kêfxweş dibin. Tabî beranberî vê yekê reaksiyonên dewleta tirk hene û wê hebe jî.

We got naxwazin gelê Sûriyeyê azad bibe û bi awayekî demokratîk îradeya xwe bîne ziman. Ev hemleya rojavayê Kurdistanê ku pêş ketiye ew ê di demokratîkbûna Sûriyeyê de roleke çawa bilîze?

Roleke zahf girîng e. Çawa hêzên statukoparêz weke dagirkeriya Tirkiyeyê, Sûriyeyê, li Rojhilata Navîn dîsa rejîmên olîgarşîk naxwazin guhertin çêbibe, sedemên vê hene. Mesele şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê, zanebûn bi gelê Sûriyeyê re pêş xist, têkiliyên bi gelan re çêbû. Tabî ji vê ditirsin. Mesele ev hemleya dawî ya çiyayê Kizwanê û korîdor hate vekirin, ji vê ereb, kurd, suryan, elewî, yên azadîxwaz, muxalefet hîn zêdetir têkiliyên xwe pêş bixin, hîn zêdetir bi hev re hereket bikin. Li ser stratejiyeke demokratîkbûna Sûriyeyê, ji vê ditirsin. Ev yek bi xwe re guhertineke esasî tîne tabî. Yanî ne bê maneye ku rejîm ji vê aciz e, dewleta tirk ji vê aciz e û ev hêzên statukoparêz jê aciz in. Di mantiq û zihniyeta xwe de mafdar in. Çima? Aşkera û diyar e ku ev hemle û pêşketinên dawî bi rastî guhertinekê bi xwe re tîne. Yanî di serê mirovan de pirsgirêk çêdibin, nakokî çêdibin, pêvajo bi ku de diçe, ew ê çawa bibe, bi rastî ev hovîtiya ku DAIŞ li ser gelan û bi taybet li ser Sûriyeyê bi kar tîne, milet dinêre ku ji vê encam dernakeve û di bin zextê de ne. Mêze dike rejîm eynî ye, azadî û demokrasî tiştek nîne. 

RÊYEKE NÛ Û PERSPEKTÎFEKE NÛ DERKETIYE HOLÊ

Mêze dike bi vê hemleyê rêyeke nû tê vekirin. Weke perspektîfeke nû tê dîtin. Di vir de nîqaş hene, ji hev hêz girtin pêş dikeve, hevdû hîn zêdetir fêmkirin pêş dikeve, bingehê guherîna Sûriyeyê tê çêkirin. Ez di wê baweriyê de me ew ê bi xwe re pêşketinên dîrokî bîne. Tabî xebat û têkoşîn dixwaze, taybet em bêjin li gorî me şoreşa Rojava û TEV-DEM, hikûmeta Kantonan, em bêjin siyaseta giştî ya li rojavayê Kurdistanê perspektîfa xwe teng negire dest. Yanî derveyî kantonan li ser Sûriyeyê bifikire. Heta ji wê wêdetir li tevahiya Rojhilata Navîn bifikire. Yanî tenê berjewendiyê gelê kurd na, tenê azadî û demokrasi û parastina gele kurd na. Hemû giştiya Sûriyeyê, hemû ol, çand, bawerî yên li Sûriyeyê, bi giştî guherîna Sûriyeyê, giştî li ser perspektif û paradigmaya neteweya demokratîk bifikire. Têkiliya xwe bi eşîran re çêbike, taybet hîn zêdetir bi elewiyan re çêbike. Mesele li aliyê Efrîn, Lazkiyê, Helebê danûstandinên wan hebe, civînan çêbikin. Di roja îro û pêşerojê de li ser tiştên were jiyandin bifikire. Danûstandina wan hebe, bawerî bidin hev. Bi suryanî, ermenî û yên din re derfetên heyî hîn zêdetir piştgiriyê bide demokratîkbûna Sûriyeyê, ji bo ev perspektîfa neteweya demokratîk were jiyandin. Bi vî esasî xebatek bê meşandin, bawer dikim ku ev hemle gaveke dîrokî ye û guhertina Sûriyeyê bi xwe re bîne, demokratîkbûna Sûriyeyê jî deriye Rojhilata Navîn veke. Bi xwe re esas deriyekî nû, hewayeke nû biafirîne, ne mimkûn e ku Rojhilata Navîn ji vê bandor nebe.

RÊBER APO RUH Û MEJIYÊ GELÊ KURD KIRIYE YEK    

Ev serketina Rojava bandoreke çawa li ser çar parçeyên Kurdistanê bike û ji bo mayîndekirina van destketiyan, banga we ji bo gelê kurd bi taybet jî ji bo gelê rojavayê Kurdistanê çi ye?

Her çiqas dagirkeriyê gelê kurd kiriye çar parçe jî Rêber Apo bi têkoşîna 40 sal û vir de mejiyê wan, ruhê wan careke din kir yek. Em vê rojane dibînin. Mînak hilbijartinên Bakur HDP encamek girt, me di televîzyonan de şopand li ser sînor gelê kurd bi hewayî fîşekan kêfxweşiya xwe nîşan da. Di heman demê de dîsa me di televîzyonan de dît ku ji Qamişlo bigire heta Dêrikê, Serêkaniyê wan jî bi hezaran fîşekên bi rêçnîşan bersiv da, kêfxweşiya xwe anî ziman, bûn yek. Di heman demê de li Silêmanî, Hewlêrê heman kêfxweşî hate jiyîn. Di heman demê de li Sinê, Urmiyê, Mahabad, Merîwan li gelek cihan gelê me yê Rojhilat daket qadan, kêfxweşiya xwe anî ziman û pîroz kir. Îro jî ev hemleya Rojava pêş dikeve di nezera gelê kurd de yek e. Em di wê baweriyê de ne û em dibînin jî. Mesele li Bakur her tim xwe weke parçeyekî Rojava didît. Ev di bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an de hate dîtin. Gelê Bakur, mirina xwe da ber çavê xwe û li Rojava xwedî derket. Wexta piştgirî ji çeteyan re diçû, gelê me yê Bakur bendek ava kir û bersiv da. Tabî dema ev hemleya dawî pêş dikeve, gelê kurd li Bakur pê kêfxweş dibe. Ne tenê gelê kurd, elewî jî pê kêfxweş dibin. Li hemberî hovîtiya DAIŞ kî wan diparêze? Rêber Apo ye. Gelê din kêfxweşiya xwe tîne ziman. Di heman demê de gelê li Başûr, Rojhilat ew îrade û dilê wan, mejiyê wan, heyecan û coşa wan, heke hinek êş û acizî tê jiyîn jî hemû dibin yek. Ya muhîm jî ev bû. Piştî têkoşîna 40 salan îro paradîgmaya Rêber Apo, li çar parçeyên Kurdistanê her ev sînorên dagirkeriyê hebe jî gelê kurd di ruh û mejiyê xwe de tine kiriye. Bi rojane vê weke îradeyekê dijî. Ne tenê gelê kurd, gelê bindest ên li Rojhilata Navîn jî dijîn, ew ol û çand jî di esasê xwe de bi gelê kurd re û bi hev re dijîn. Ya herî pîroz, muhîm û girîng jî ev e.

Li Tirkiyeyê hilbijartinek pir girîng pêk hat. Taybet di hilbijartinan de pirr bi ser HDP’ê de çûn. Tevî vê yekê HDP’ê encamek xurt jî girt. Ev serketina HDP’ê li Kurdistanê û Tirkiyeyê wê bandoreke çawa bike?

Ez du tiştan bêjim. Yek, di têkoşînê de xwedî îdia û israr muhîm e. Mesele li Kurdistanê û Tirkiyeyê ev dîrok û çîroka siyaseta demokratîk esas ji 25 salan virde û hêj zêdetir bi hezar û deh hezaran şehadet û bedel hat vê nuqteyê. Bi rastî gelê kurd li ber xwe da. Ji parlamenteran bigire, ji şaredaran bigire, gelê kurd ê welatparêz bi hezaran di faîlên nediyar de jiyana xwe ji dest dan, lê paşde gav neavêt. Di siyaseta demokratîk de israr kir û got ev mafê me ye. Ev yek muhîm bû. Dudo, paradîgmaya Rêber Apo pirr muhîm e. Taybet îro tiştên li Rojhilata Navîn diqewimin, dîsa li Sûriyeyê û Tirkiyeyê. Rêber Apo pirr israr kir, ev perspektîf û nêzîkatiya paradîgmaya neteweya demokratîk esas e. Yanî jiyana gelan, demokratîkbûna gelan, bi hev re bi rûmet e. Li hemberî dagirkerî û modernîteya kapîtalîst jî tenê yek ol û yek gel nikare bike. Dema yek bêje ez azad im û li kêleka wî olên din bindest be û ne azad bin, tu wateya wê zêde nîne yanî. Rastiya tê jiyandin jî vê pêwîst dibîne ku gel hev hembêz bikin, maf û qedera xwe bikin yek. Li ser azadî û demokrasiyê têkoşîna xwe bikin yek û li ser vî esasî bimeşînin. HDP esas ev yek temsîl kir. Ji bo vê muhîm e. 

DI SERKETINÊ DE ROLA KOBANÊ GIRÎNG E

Gelek kesan, AKP û çapemeniya wê gotin ku HDP nikare encamê bigire. Ew ê di bin bendê de bimîne û bi rastî jî hesabên wan li ser vê bû. Dîsa AKP bibe desthilat wer otorîter, wer faşîzan û li gorî xwe siyasetekê bimeşîne. Lê tiştek hesab nekirin. Di vê derê de Kobanê muhîm bû. Wexta Erdogan tiliya xwe li hemberî gelê kurd hejand û got “Kobanê ket, ew ê bikeve”, wexta ku AKP û dewleta Tirkiyeyê siyaseta xwe li ser tinebûn û tasfiyekirina gelê kurd meşand û her tim ji DAIŞ’ê re bû alîkar. Esas AKP’ê di vir de winda kir. Gelê kurd jî nêzîkatiya xwe bi gelan re, elewiyan re, kedkaran re, jin hwd. re siyaseta wê meşand tabî. Ne xerab bû, baş meşand û xwest baş bide fêmkirin. Ev muhîm bû tabî. Cara yekem di dîroka siyaseta Tirkiyeyê de hêzek weke HDP’ê, bi paradîgma û perspektîfeke weke HDP’ê cara yekem di vê astê de encam girtiye. Li parlamentê tê temsîlkirin û qebûlkirin. Berê Partiya Karkeran hebû, lê şert û zirûfên wan cuda bû. Ne xerab bû, lê hêza wan têrê nekir. Lê îro nêzî 6 milyon û nîv mirov HDP’ê qebûl dike, dibêje îradeya min e û ez piştgiriya wê dikim. Ew ê bandor bike tabî. Mirov dikare bêje li Tirkiyeyê kêmek be jî riya siyaseta demokratîk hat vekirin. Ev tirsa AKP û zihniyeta olîgarşik li ser çapemeniyê, li ser kedkaran, li ser jin û zarokan, li ser hemû civakê dimeşand hinekî pê gav paşde da avêtin, paşde şikand. Civakê nefes girt. Ji vir û şûnde rêya siyasetê hat vekirin, gel hîn bêtir dikarin ji xwe bawer bikin. Derfetên siyaseta demokratîk baştir çêbûn. Dengê xwe dikarin bêtir bilind bikin. Dikarin bêtir xwe bi rêxistin bikin. Ji bo vê rola HDP’ê û encama girtî bi rastî dîrokî ye. 

NÛBÛNEK XWE LI SER RÛXANDINA ZIHNIYETA DAGIRKERIYÊ FERZ DIKE

We behsa dîrokîbûna wê kir. Mirov li pêkhateya HDP’ê binêre ji her beşên civakê, bawermend û nasnameyên etnîkî cihê xwe di nav HDP’ê de digirin. Mirov dikare vê weke meclîsa 1920’an hatibû avakirin binirxîne, hûn çawa lê dinêrin?

Esas tam jî ev pêwîst e. Yanî di sala 1920’an de meclisek hat avakirin. Hat gotin ku ev meclis a hemû gelan û ola ye. Di meclisê de hinek kes hatin temsîlkirin jî. Lê piştre ji sala 1922’yan taybet ji sala 1924’an pêde biryar hat girtin, hemû îrade danîn aliyekî. Îradeya kurdan, gelan, şoreşgeran bi yek zihniyetê hat meşandin. Lê destpêk baş bû, weke meclisek nû hat avakirin, îradeya hemû gelên Tirkiyeyê çawa bijîn meclisek hat avakirin. Meclisek dîrokî bû. Lê piştre pêşiya wê xitimandin ku nikaribe rol bilîze, ev mijareke cuda ye. Îro dîsa çawa ew meclisa 1920’an de li ser rûxandina dewleta Osmanî xwest xwe nû bike, îro jî ev dagirkeriya Tirkiyeyê ku êdî di kesayeta AKP’ê de tê rûxandin, pêwîst e xwe careke din nû bike. Ev jî weke peleke nû ye, derfetek nû ye, weke mecliseke avakar e. Ev gelên li Tirkiyeyê çawa bi hev re bijîn, ev ol çawa azad û demokratîk bijîn, nasnameyên heyî çawa demokratîk be, Destûra Bingehîn çawa were çêkirin, naveroka wê û perspektîfa wê çawa be? Esas jî neteweya demokratîk çawa were rêxistinkirin û li Tirkiyeyê çawa were jiyîn. Di serî de pirsgirêka kurd çawa were çareserkirin. Ev nebe nabe. Demokratîkbûna Tirkiyeyê çawa pêk bê? Li ser van mijaran pêwîst e meclisek di vê girîngiyê de were rêxistinkirin, xwedî rol be û rê li ber Tirkiyeyê vebike.

Em hinekî li ser nîqaşên Koalîsyonê bisekinin. Li ser çend îhtimalên koalîsyonê nîqaş têne kirin. Koalîsyona AKP-CHP, Koalîsyona AKP-MHP, Koalîsyona AKP-HDP, Koalîsyona CHP-MHP û HDP ji derve piştgiriya wê bike tê kirin. Hûn van îhtimalan çawa dinirxînin? Li gorî we ji bo pêşeroja Tirkiyeyê kîjan koalisyon wê baştir be?

KOALÎSYON GEREK AZADIYA RÊBER APO Û ÇARESERIYÊ ESAS BIGIRE

Ji koalîsyonan bêtir ez ê vê bêjim. Ev koalisyon ew ê li ser kîjan rêgez û prensîban hebe? Bi rastî çawa xwe bi rêxistin bike? Her çi koalisyon be eger azadiya Rêber Apo neke rojeva xwe, di vir de ne xwedî biryar be, di demokratîkbûna Tirkiyeyê de ne xwedî biryar be, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ne xwedî perspektîf be navê koalîsyonê her çi be û navê partiyê çi be, ti wateya wan li hemberî dîrokê û li hemberî gelê kurd wê nebe. Nîqaş hene, dibêjin AKP û MHP. Esas ji hev ne dûr in jî, zihniyeta wan wekhev e. Kokên wan wekhev e. Tê gotin AKP û CHP çiqas li hev bikin em nizanin. Lê her çi be rola girîng û muxalefeta girîng HDP ye. HDP dikare xwedî rol be. Şensek e, ev şens çi ye? Koalîsyon her çi be, esas kîjan partî li hev bikin demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka kurd ji xwe re neke armanc, ew ê encamê negire û di demeke kurt de birûxe. Taybet ev pêvajo bi cewherekî nû, bi perspektîfeke nû, xwedî biryar be û pêş nexe ti wateya wê jî namîne. Mesele Rêber Apo bi kedeke mezin xwest pirsgirêka kurd çareser bike, xwest Tirkiyeyê biguherîne û demokratîk bike. Kedeke pirr mezin da, bi berpirsyariya dîrokî tevgeriya. Niha tu van hemûyan bide aliyekî û li gorî xwe koalisyon û navê wê her çi be, ti wateya wê wê nebe. 

ALIYEK RÊBER APO YE, ALIYÊ DIN DEWLETA TIRKIYEYÊ YE

Hema derhal pêwîst e bi Rêber Apo re hevdîtin çêbibin. Weke hevdîtin jî na, rasterast muzakere. Ev muzakere li hemû cîhanê çawa bûne, li Kurdistanê û Tirkiyeyê jî wiha be. Yanî seranser nêzîkbûn, xwe li jor de dîtin, me çawa gotiye ew ê wisa bibe na. Du alî hene. Yek îradeya gelê kurd û hêza demokratîk temsîl dike Rêber Apo ye. Yek jî li ser navê dewleta Tirkiyeyê û dagirkerî ye. Li ser vê yekê heyet werin avakirin, ew ê wekhev bin, li gorî vê muxatabiyê bikin û bi awayekî aşkera muzakereye bikin. Eger ne wisa be, wê neyê qebûlkirin. Mijara sekreteryayê jî Rêber Apo pirr girîng dît. Te dît hikûmeta AKP’ê û dewleta Tirkiyeyê seranser nêzîk dibe, kîjan kes dixwestin ew kes dixist komîteya Sekreteryayê, wisa jî nabe. Yanî hinek pîvanên me hebe, ew ê rehet be. Dîsa weke li cîhanê ev sekreterya çawa rol lîstiye dê wisa be. Ya li derve xwedî aktîf û rol be yan jî sekreteryayek hebe bi şev û roj ligel Rêber Apo be. Meseleyek dîrokî tê nîqaşkirin, lê Rêber Apo li wê derê bi tena serê xwe û li hemberî wî jî hemû dewleta Tirkiyeyê. Wisa nabe jixwe, bêedelatî ji vir destpê dike. Wê demê eger komîsyon û sekreterya were avakirin pêwîst e sekreteryaya Rêber Apo jî 24 saetan ligel wî be, bi hev re bixebitin. Rêber Apo li gorî wê talîmatên xwe bide, li gorî wê nîqaşên xwe bike, li gorî wê pêş bixe. Yanî kîjan koalisyon bi vê perspektîfê, xwe bike desthilat ez meraq dikim. Yan jî ew ê çawa bikin? Herî kêm ev 13 sal in, durûtiya AKP’ê, zextên AKP’ê yên li ser gelê me, şoreşgerên Tirkiyeyê, jinên Tirkiyeyê bi giştî em bêjin li ser mirovahiyê û gelê Tirkiyeyê pêş xist, êdî rêya vê desthilatdariyê divê were qutkirin. Ev muhîm e. Pêwîst e jî partiyên din li gorî vî esasî li hev bikin ew ê baş be. Lê kî çawa li hev bikin nizanim. Lê rola HDP’ê di vir de yekem e. Di koalîsyonê de cih bigire jî yekem e, negire jî yekem e. Têde cih negire weke muxalefeta sereke xwedî rol be, rota bide siyaseta Tirkiyeyê. Têde cih bigire jî roleke wisa heye. Yanî em dikarin bêjin rêya siyaseta demokratîk hat vekirin. Hemû ji vê hêz bigirin. Lê li ser ranezên û xwe xurtir bikin.

We behsa bandora HDP’ê kir, lê hin hêz vê gavê ji bo bandora HDP’ê kêm bikin, zextan li ser dikin ku bangî PKK’ê bike dev ji çekan berde. Ji bo ku bandora wê kêm bikin wisa tevdigerin?

Bi tabîra gelemperkî dibêjin ya, ev kes ehmeq in ku rastiya PKK’ê, Rojava û Rojhilata Navîn nizanin. Yanî yê ku bangawaziyê li HDP’ê dikin ku bila PKK dev ji çekan berde. Tu rastiya vê tine. HDP cuda ye, PKK cuda ye. Bêguman bingehekî wan ku bi hev re dibe yek heye. Ev edalet e, demokrasî ye, azadî ye, hebûna gelê kurd e, gelê Tirkiyeyê ye. Ev tiştana wan nêzî hev dike. Lê rêveberiya wan, rêxistiniya wan, bernameya wan, şêwazê wan cuda ye, yê PKK’ê cuda ye. Ti mafê HDP’ê jî, ti mafê kesekî din jî tine di vê rewşê bangawaziyê bike ku PKK dev ji çekan berde. Ev ne karê wan e jî. Karê wan çi ye? Meşandina têkoşîneke hîn demokratîktir û siyasî, rêxistinkirina civakê û perwerdekirina wê, demokratîkkirina Tirkiyeyê ye. Bêguman wê di çareserkirina pirsgirêka kurd de xwedî rol be. Lê mijara çekan tiştekî cuda ye. Ez jî, kesekî din jî nikare der heqê çekberdanê de biryarê bide. Tenê Rêber Apo dikare biaxive, hereketa me ya giştî dikare biaxive. Ti sedem tine ku mirov vê jî nîqaş bike. Rojane li doraliyên me û li Kurdistanê çi tê jiyîn her kes dibîne, şahid e û dibihîze. Yanî ti sedem tine û ev axaftin jî lingê wê li hewa dimîne. Ez ê zêde li ser wê nesekinim. Bê wate ye, lê tabî dixwazin HDP’ê tengav bikin, yanî her tim marjinal be û bi awayekî marjinal di rojevê de bigirin. Ev jî li hemberî HDP’ê têkoşînek e. Em di wê baweriyê de ne ku potansiyela HDP’ê, tecrûbeya HDP’ê, daneheva HDP’ê dikare ji vana re zêdetir bibe bersiv. Rastiya çareseriyê û demokratîk baştir bi rêxistin bike û însiyatîfê bigire. 

Partiyên ku pirsgirêka kurd çareser nekirine ber bi tunebûnê ve diçin. Me ev yek di vê hilbijartinê de jî dît. Dûrketina AKP’ê ya ji çareseriyê gelek deng pê da windakirin. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

Rast e, ji vê maqûltir tiştek tine. Çima partiyên dagirkeriyê û pergala Tirkiyeyê gelê kurd qebûl nake, red dike û di bin dagirkeriyê de dihêlin û hem jî xwe li Kurdistanê bi rêxistin dikin ev paradoksek e. Ya rast ew ê ku ew partiyên li ser navê pergala dagirkerî û dewleta Tirkiyeyê xwe bi rêxistin kirine li Kurdistanê nebin. Ya rast ev e. Ji aliye siyasî jî, civakî, sosyolojîk û exlaqî jî ev e. Çi karê MHP’ê heye ku li Kurdistanê hebe. Çi karê CHP’ê heye bi vê zihniyeta heyî xwe li Kurdistanê bi rêxistin bike. Çi maf, sedem û bingehê vê heye? Çi ya AKP’ê hebû. Tabî AKP bi durûtiyeke mezin, bi hêza dewletê ev bi kar anî û da jiyandin jî. Lê durûtiya wê jî aşkera bû. Ji vir û şûnde ti sedem tine AKP jî li Kurdistanê xwedî hêz be.

EW Ê AKP LI KURDISTANÊ TINE BIBE

 Ez vê ji aliyê eskerî ve bila xwe li Kurdistanê bi rêxistin neke, nabêjim. Siyasî, îdeolojîk, exlaqî û neteweyî dibêjim. Pêwîst e bingehê van li Kurdistanê nebe. Gelê kurd li azadiya xwe, demokratîkbûna Tirkiyeyê, li dahatuya xwe xwedî derkeve. Wisa jî dibe. Ji vir şûnde çawa ew partiyên din di wextê de ANAP hebû, DYP hebû, MHP hebû, CHP hebû ku îro li Kurdistanê nema û xwe bi xwe tine kir, tiştekî rast bû û baş bû ku tinebûn. Îro rastiya AKP’ê jî ev e. Ew ê AKP jî tine bibe. Çima? Eger AKP bêje ‘Kobanê ket, ew ê bikeve’, eger AKP li ser îradeya gelê kurd ewqas dagirkerî, qebûl nekirin, red kirin û tinekirinê pêş bixe ew ê jî tine bibe. Li ser vî esasî kîjan partî xwe bi rêxistin bike yan jî koalisyon bi vî şeklî be, yan jî nêzîkatiya ku heta niha ji bo gelê kurd û Kurdistanê be, ew ê jî tine bibin. Weke partiyên tabelayê, erozyonekê bijîn, ev jî rastiyek e. Çawa?  Eger HDP bi perspektîfeke rast nêzî gelê Tirkiyeyê, ol û çandê cuda nebûya ma dikarîbû ev bendav derbas bikira. Ne dikarî. Siyasetek rast meşand û encam girt. Eger partiyên din jî siyasetek rast û azadîxwaz li hemberî gelê kurd û Kurdistanê nemeşîne ew ê binkevin. Eger ew jî xwedî îdia ne, guhertinê ji xwe de pêk bînin, demokrat bin, azad bin, azadîxwaz bin, îradeya gelê kurd qebûl bikin, hebûna û mafên gelê kurd qebûl bikin, Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo ji bo çareseriyê şens qebûl bikin, bi kurtasî demokrat bin. Ev nebe encamê nagire. Ji xwe ti sedem tine ku ev li Kurdistanê xwedî encam be û hebe. Ji bo vê esas weke şensek e, di dîroka Tirkiyeyê û siyaseta Tirkiyeyê de tiştek careke din derket holê. Ji vir şûnde êdî paradigmaya netewe dewletê zêde israrkirin û xwe dubarekirin, hîn jî li dijî gelê kurd û li dijî azadiyê xwe dubarekirin, hîn jî li hemberî civakê, sosyalîst û şoreşgerên Tirkiyeyê, xwedî bawermend xwe dubarekirin. Tenê ji jor de teng, hişk, olîgarşik û faşîzane nikare xwe bide jiyandin. Ya guhertineke, esasî, ciddî bijîn yan jî hêdî hêdî bihelin. Li hemberî hêza îradeya gelê kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê bihelin û ber bi tasfiyebûnê biçin.