'Ocalan têkoşîna zayendî bi plankirî û sîstematîk bi rê ve bir'

'Ocalan têkoşîna zayendî bi plankirî û sîstematîk bi rê ve bir'

Endama Koordînasyona YJA Evîndar Ararat bi boneya 34’emîn salvegara PKK’ê û têkoşîna ku di meşîne nirxand. Ararat diyar kir ku di PKK’ê de azadiya jinê, weke azadiya civakê hatiye dest girtin û Rêber APO têkoşîna zayendî bi awayekî sîstematîk bi rêve dibir.

Di sala 1978’an de li gundê Fîsê bi pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de PKK hatiye damezirandin. Endama Koordînasyona YJA’yê Evîndar Ararat bi munasebeta 34’emîn salvegera PKK’ê nirxand. Ararat balkişand têkoşîna PKK’ê û di têkoşînê de tiştên ku jinan bi destxistine û mîsyonên ku di tevgerê de kirine.

Endama Koordînasyona YJA’yê Evîndar Ararat têkoşîna 34’emîn a PKK nirxand û tespîtên balkêş kirin. Ararat da zanîn ku, di dema partîbûyînê de balkîşand ser têkoşîna 40 salan û diyar kir ku, mîrasek pir girîng daye avakirin û felsefeya jiyana azad avakiriye.

Ararat ev nirxandin kirin: “Ez salvegera 27’ê Mijdarê roja Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê di destpêkê de li Rêber Apo û hemû gelê Kurdistanê pîroz dikim ez dîsa heskirin, rêzdarî û girêdan bûna xweya bi Rêber Apo re tînim ziman. Bi avakirina PKK’ê û têkoşîna ku heya roja îro tê dayîn bi pêşengtî û keda Rêber Apo hatiye vê merhelê. Divê têkoşîna azadiyê de di destpêkê de ez hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bibîrtînim. Avabûna PKK ev 34 sale lê belê ev 40 sale Têkoşîna partîbûyîna PKK berdewam dike.”

MÎRAS HAT AVAKIRIN

Ararat diyar kir ku, dinava vê têkoşînê û şoreşê de gelek sal dinava xwede digire. Gelê me bi têkoşîn ked û fedekariyekî mezin heya vê astê anî. Ararat bi lêv kir ku bivê yekê cûda bûna PKK’ê derdikeve holê. PKK’ê dinava gelê kurd de çanda ku daye avakirin de di tevahiya Kurdistanê de hem di aliyê jiyan, hem di aliyê exlaqî û polîtîk de civak avakiriye. Ararat divi de cûda bûna PKK’ê derdikeve holê. Ji ber ku beriya niha 28 serhildanên kurdan çêbûne. Gelek tevgerên kurd binavên cûda û pir cûda derketine. Lê belê tu partiyên kurdan weke PKK’ê dinava civakê de cihê xwe negirt. Ararat wiha axivî: “ PKK’ê jiyanek azad û nû da avakirin. Hem di aliyê Rêbertiyê de hem jî di aliyê rêxistinbûyînê de mîrasek pir girîng da avakirin. Di pêşengtiya Rêber APO û PKK’ê ya 34 salan de ev têkoşîn berdewam dike.”

FELSEFEYA JIYANA AZAD HATE AFIRANDIN

Ararat wiha dom kir: “Têkoşîn û sekna Rêber Apo ya bîrdozî bivî awayî derketiye. Rêber Apo bi sekna xwe û îdeolojiya xwe bivî awayî milîtan derxistiye. Bi PKK’ê re jiyanek nû, civakek azad û felsefeya jiyana azad afirand. Ev yek jî hertim bi berxwedana çandî dinava gel de afirand. Têkoşîna PKK bi komek biçûk destpêkir lê belê îro gihişt bi milyonan kesan. Di pêşengtiya Rêber Apo û PKK’ê de jiyana xweseriya demokratîk avakiriye. Ne tenê ji bo gelê kurd ji bona tevayî gelê rojhilata navîn. Niha asta ku PKK gihiştiyê ji bona hemû gelan hêviye mezine.”

Ararat da zanî ku, jinan azadiya xwe di îdeolojiya Rêber Apo de dîtine û wiha got: “Nêzîkatiyê Rêber Apo her tim tarzê ku baweriya cewher dide avakirin. Jiyaneke wekhev û bihevereyî dide avakirin. Di kesayeta jina kurd de hestên welatparêzî, girêdana bi axêre, xwedî li ziman û dîroka xwe derketin ji bo jinan pir giring. Ji ber rastiya ku tê jiyîn û muameleya ku li jinan tê kirin Rêber Apo di got ‘Pêwîste jin di vê têkoşînê de cih bigre.’ Ev ya ji di jinan de bawerî û hêviyeke mezin ava kir. Jin herî zêde ji nava PKK’ê de dikare xwe îfade bike. Jinan di warê têkoşîna leşkerî, siyasî, bîrdozî, çand û civakê de her dayîm cihê xwe girtiye.”

TÊKOŞÎNA HEVPAR PÊWÎSTE

Ararat bal kişan ser têkoşîna ku ji aliyê gelê kurd ve tê meşandin û wiha pêde çû: “Pêwîste kurd yekitiya xwe pêş bixin. Ji bo pirsgirêka kurd gereke kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê dimînin bên çem hev û pirsgirêka kurd bi hêzeke mezin çareseriyekê ava bikin. Jinên kurd jî pêwîste bi heman şêwazê tevlî siyaseta neteweyî bibin û rola xwe bilîzin. Ji bo kongireyan navneteweyî divê ked bê dayîn. Pêwîste gelê kurd bihevre xwedî li nirxên ku hatine avakirin derbikevin. Derdorên ku jiyaneke azad û demokrat dixwazin, bi jinan re bên gel hev û li hemberî zîhniyeta dewletçî yekitiya jinan ava bikin û têkoşînê bilindtir bikin.

AZADÎ Û TÊKOŞÎN

Ararat da zanîn ku ew bi tundiyekêre rû bi rû ne û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Ev tundî di aliyekê de li ser Rêberê me û di aliyê din de jî li hemberî gelê me tê meşandin. Ji salekê zêdetire tecrîdeke giran kirî li ser Rêber Apo tê meşandin. Pêwîste ciwanên kurd xwedî li Rêber û tevbera me derbikevin. Divê bi awayê aktîf tevlî serhildan û têkoşînê bibin. Bi tevlibûna serhildanan dikarin aliyê têkoşîna gerîla temam bikin. Stratejiya Çaremîn azadiya Rêberê Gelê Kurd û azadiya gelê kurde. Têkoşîna ku em ê bidin dê me bigihîne armanca me.”