NÛ BÛ II

Ocalan: Dewlet bixwaze wê pirsgirêk di 6 mehan de çareser bibe

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, "Pêvajoya çareseriyê ji aliyê me ve nehat qedandin. Projeyên me hene û eger dewlet ji dil bûya, wê ev pirsgirêk çareser bibûya. Dewlet amade be, ev pirsgirêk wê di nava 6 mehan de çareser bibe."

Mehmet Ocalan birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo daxuyaniyê li ser hevdîtina duh a bi Ocalan re bide, hat cem berxwedêrên greva birçîbûnê yên li avahiya DBP'ê ya Amedê. Berxwedêr jî bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bi berxwedanê em ê qezenç bikin", "Bê Serok jiyan nabe", tilîlî û çepikan hatin Salona Konferansê ya Vedat Aydin. Mehmet Ocalan daxuyaniya destpêkê ya li ser hevdîtinê li vir kir. Tevî eleqeya zêde ya çapemeniyê, bi sedan welatî jî li salonê amade bûn.

'SILAV LI HER KESÎ KIR'

Mehmet Ocalan got, "Me duh bi Rêberê Gelê Kurd re li Girava Îmraliyê hevdîtin kir. Silav û hurmetên xwe ji her kesî re hebû." Mehmet Ocalan da xuyakirin ku ev 2 sal in ew nikarin mafên xwe yên qanûnî û hiqûqî bi kar bînin û got, "Ev mafê me ji aliyê dewletê ve hatibû qetilkirin. Eger ev dewlet dewleteke hiqûqî be, divê ev mafê me yê qanûnî û demokratîk bidan me. Dewletê Serok Ocalan bir Girava Îmraliyê û diviyabû bihişta em hevdîtinê pê re bikin. Ev 2 sal in malbat, 5 sal in jî parêzer nikarin wî bibînin. Nahêle em mafê xwe yê qanûnî bi kar bînin. Mafê parêzeran ji aliyê dewletê ve hat binpêkirin. Girîngiya Ocalan ji bo Kurdan, ji bo Rojhilata Navîn gelekî zêde ye."

Mehmet Ocalan diyar kir, ew gotinên weke 'serkêşê terorîstan' ê li dijî Ocalan tên bikaranîn bi ti awayî qebûl nakin û got, "Ev 23 sal in ji bo aştiyê, ji bo sekinandina rijandina vê xwînê têdikoşe. Lê belê çapemenî jê re dibêje 'serkêşê terorîstan'. Em vî zimanî bi ti awayî qebûl nakin."

'ÇARESERÎ JI ALIYÊ ME VE NEHAT QEDANDIN'

Mehmet Ocalan da zanîn, ku Ocalan li Îmraliyê dikare bi 3 hevalên xwe re hevdîtinê bike û gotinên Ocalan ragihand: "Tecrîd dewam dike. Di rewşa min de pirsgirêkek nîne. Projeyên me hene. Eger projeyên dewletê jî hebin em dikarin di nava 6 mehan de biqedînin. Pêvajoya çareseriyê ji aliyê me ve nehat qedandin. Min ji heyeta hat cem me re ragihand û wan jî gotin em ê di nava 15 rojan de dîsa bên. Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêka 40 salan e. Pirsgirêk pirsgirêka 100 salî ye, 200 salî ye. Eger dewlet ji dil bûya, ev pirsgirêk wê çareser bibûya. Ewqas mirov nedimirin. Ji ber van mirinan ez nikarim razêm. Ne heqê vî welatî bû, ewqas mirina mirovan bibîne. Eger dewlet amade be, wê du mirovên xwe bişîne vê derê. Ev pirsgirêk pirsgirêkeke giran e.

'PIRSGIRÊK BI YEK ALÎ ÇARESER NABE'

Projeyên me amade ne. Ev şer şerekî kor e. Di vî şerî de kes nikare bi kesî. Ev 30-40 sal in ev şer dewam dike. Dibe ku 80 salên din jî dewam bike. Êdî bes e bila rijandina vê xwînê û rondikên çavan bisekine. Çareserî bi yek alî nabe. Aliyê herî mezin dewlet e. Eger dewlet işaretê pê bike, ev pirsgirêk demeke dirêj dewam nake. Wê çareser bibe. Cejn e û eger li welatekî di nava rojekê de 20-30 mirov dimire, hingî ew cejn ne cejn e. Ez ê cejnê pîroz bikim, lê ev rewş ne exlaqî ye. Divê rewşenbîr, demokrat, partiyên siyasî û hemû mirov, ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bikevin nava tevgerê."

GUVEN: DARBE NE ÇARESERÎ YE

Li ser navê berxwedêrên greva birçîbûnê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven axivî. Guven da xuyakirin ku ew di pêvajoyeke krîtîk de ne û bibîr xist, ku îro heman roja darbeya 12'ê Îlonê ye û darbe hê jî dewam dikin. Guven got, "Li pêş çavên me hemûyan darbeyek hat kirin. Em vê zîhniyetê bi tundî şermezar dikin. Darbe çareserî nîne. Îro cejna Qurbanê ye. Di cejnê de hê bêhtir piştevanî û yekîtî esas tên girtin. Lê mixabin weke gel em cejnê li ser gorên xwe derbas dikin."

Guven daxuyaniya 31'ê Tebaxê bibîr xist û got, "Me dabûn xuyakirin, ku ji ber agahî ji Birêz Ocalan nayê wergirtin em gelekî bi fikar in û me xwestibûn ku derhal hevdîtin bi Birêz Ocalan re were kirin. Bi vê armancê weke 50 siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û hunermend me dest bi greva birçîbûnê kir. Daxwaza yekane ya greva birçîbûnê pêkanîna hevdîtina bi Birêz Ocalan re bû. Me dixwest, ji bo agahî têkildarî rewşa wî ya tenduristiyê bê girtin, heyetek biçe serdana wî. Duh Mehmet Ocalan pê re hevdîtin kir. Tişta ku vê berxwedanê nîşan da, gelekî zelal e. Me li ber xwe dan û ji berê ve bi berxwedanê me qezenç kir. Li Strasboûrgê piştî 20 rojan, li Amedê jî piştî 8 rojan me agahî ji Ocalan girtin. Silav ji berxwedêran re. Lê belê ev yek her tim got; agahîgirtina ji Birêz Ocalan nayê wê wateyê ku tecrîda li ser hatiye rakirin. Berxwedan ji bo me neqediya ye, hê ev destpêk e. Belê me îro agahî jê girt, bêhn hat ber gelê me. Ji niha û pê ve jî ji bo azad bibe, ji bo tecrîd rabe, wê têkoşîna me dewam bike.

Gava me dest bi greva birçîbûnê kir, me gotibû, ev kampanyayek e. Greva birçîbûnê biqede jî em ê her li qadan bin. Berxwedana li dijî darbeyan rewa ye û em ê li ber xwe bidin. Beriya her tiştî divê Birêz Ocalan azad bibe. Weke gel em ê di dema herî kurt de vê pêk bînin. Bi rastî jî eger aştiyeke mayînde tê xwestin, divê beriya her tiştî dev ji vî zimanî bê berdan. Gotinên weke 'serkêşê terorîstan' ne nêzîkatiyeke bê qebûlkirin e. Divê rayedar û medya beriya her tiştî vî zimanî biterikînin.

GREVA BIRÇÎBÛNÊ QEDIYA

Dema me dest bi greva birçîbûnê kir, me gotibû rojeveke me ya bi tenê heye. Ev rojev û daxwaza me îro pêk hat. Me agahî ji Birêz Ocalan girt. Em îro li vê derê greva birçîbûnê diqedînin. Ji niha û pê ve em ê têkoşîna xwe li her qadê bidomînin."

...