BI DÎMEN

'Ocalan azad bibe wê Rojhilata Navîn ji Ewropayê pêşketî be'

Ji eşîra Şemer a li kantona Cizîrê Şêx El Şemer diyar kir ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê fîzîkî ve azad bibe û ji parlamenteran xwest, ku ji bo vê bixebitin. El Şemer nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Ocalan da.

Ji eşîra Şemer a li kantona Cizîrê Şêx El Şemer diyar kir ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê fîzîkî ve azad bibe û ji parlamenteran xwest, ku ji bo vê bixebitin. El Şemer nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Ocalan da.

Ji şêxên eşîra Şemer a li Kantona Cizîrê Ahmed Dûhan El Şemer got, "Di navbera Rêber Apo û Nelson Mandela de ti cudahî nîne" û ev xal destnîşan kir:

'HEMÛ GELAN DIPARÊZE'

"Ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd hat kirin, komploya navneteweyî bû. Ji ber ku xwedî felsefeyeke nû ya ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn e, Rêbertiyeke siyasî ye. Ji ber vê yekê, dewletên rojavayî nêrînên wî xetere dîtin û li hemberî wî bûn yek. Lewma di navbera Rêber Apo û Mandela de ti cudahî nîne. Mandela bêyî rahêje çekekê Başûrê Afrîkayê azad kir. Tevî ku ranehişt çekê 27 salan li girtîgehê hat ragirtin. Piştî ku azad bû gelek dewletan ew nas kir, bû xwedî dost. Taliyê bû Serokê Başûrê Afrîkayê û veguherî nîşaneya gelên cîhanê. Rêber Apo jî ti carî çek hilnegirt. Çeka wî ya herî mezin nêrîna wî ye. Bi felsefeya xwe re ne tenê PKK'ê û mafên Kurdan, hemû gelan, gelên Ereb, gelê Yahûdî jî diparêze."

El Şemer bal kişand ser sîstema xweseriya demokratîk û got, "Em bi sîstema xweseriya demokratîk re bûn xwedî jiyan. Li her sê kantonan bi hemû gelan re me aştî ava kir. Em weke Ereb, Suryanî û gelên din li van kantonan bi hev re dijîn. Ji ber vê yekê divê sîstema xweseriya demokratîk ji bo tevahiya Sûriyeyê be."

'DIVÊ JI BO AZADIYA OCALAN XEBAT BÊ MEŞANDIN'

El Şemer got, "Divê Rêber Apo ji girtîgehê derkeve. Weke Ereb, Keldanî, Suryanî em dixwazin Rêber Apo li kantonên xwe bibînin" û bal kişand ser serketina HDP'ê ya di hilbijartinê de. El Şemer got, "HDP'ê hemû gel di nava xwe de vehewand û bi ser ket. Parlamenterên hatin hilbijartin û dostên wan, girîng e ji bo Rêbertî bixebitin. Ji bo azadiya Rêber Apo divê bixebitin."

El Şemer axaftina xwe bi vî rengî dewam dikr: "Tecrîda li ser Rêber Apo zilm e. Pêwîste AKP li gorî xwe tevbigere. Eger hûn ji xwe re dibêjin 'em partiya edaletê ne', hingî ji bo Rêber Apo pêvajoya xwe bi encam bike, divê hûn wî berdin. Ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn divê vê pêvajoyê bibe serî.

Rêber Apo serketinên mezin bi dest xistiye. Sîstema xweseriya demokratîk serketina herî mezin a van serketinan e. Bi azadbûna Rêber Apo re em ê di rewşeke ji Ewropayê bêhtir demokratîk de bijîn û em ê ji Ewropayê bêhtir pêşketî bin."

...