NPG: Wê li dijî her êrîşê mafê bersivê bê bikaranîn

NPG’ê diyar kir ku ji vir şûn ve li dijî êrîşên ku hêzên dewleta Tirk pêk bîne, wê hêzên gerîla di çarçoveya mafê parastina rewa de xwe biparêze û mafê bersivê bikar bîne.

NPG’ê diyar kir ku ji vir şûn ve li dijî êrîşên ku hêzên dewleta Tirk pêk bîne, wê hêzên gerîla di çarçoveya mafê parastina rewa de xwe biparêze û mafê bersivê bikar bîne.

Fermandariya Navenda Parastina Gel  (NPG) daxuyaniyek nivîskî weşand û da zanîn tevî hêzên gerîlayan xebateke çalakîbûnê pêk neanîne jî, Fermandariya Giştî ya Tirk bi îdîaya ku hêzên HPG’ê bi top û doçkayan gule barandine Alaya Oremarê û bi vê îdîayê li mewziyên gerîlayan xistine.

NPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Duh (30'ê Hezîranê) tev ku hêzên me yên gerîlayan di xebateke çalakîbûnê de cih negirtine, balafirên şer ên artêşa Tirk li mewziyên gerîlayan xistibûn û me ev ji raya giştî re aşkera kir.  Lê Fermandiya Giştî ya Tirk îdîa kir ku hêzên wan bi doçkayan êrîşê Alaya Oramarê kirine û li ser vê yekê balafirên wan li mewziyên me xistine. Ti rastiya vê tine û hatiye berevajî kirin. Ev du meh e fermandariya Alaya Oramarê û Hêzên wan her tim rêbazên agirbestê binpê dikin û bi avêtina top, hewan, tank û balafirsawaran li hember hêzên me dikin.  Me ev di pêvajoya dawî de roj bi roj parve kir.

Herî dawî di meha Hezîranê de di rojên 4, 5, 8, 9, 11, 12, 13, 16, 17 û 29’ê Hezîranê de ji Alaya Oremarê li dijî hêzên me yên gerîlayan rojane 1-3 saetan topbaran û avêtinên balafirsawarê pêk hatiye. Ev hemû tevahî yekalî pêk hatine û artêşa Tirk li hemberî herêmên ku hêzên me lê dimînin pêk hatiye. Hêzên me di rojên bihurî de çend caran bi hewan û doçkayan bersiv dane.

Herî dawî dîsa di şeva 29’ê Hezîranê ku bi 30’ê Hezîranê ve girê dida, li dijî çeperên me yên gerîlayan bi top û doçkayan êrîş pêk hatiye. Li dijî van êrîşan hêzên me bi çekên giran bersiv dane. Li dijî vê balafirên şer ketine dewrê û gelek hedefên li qadê 4 saetan bombebaran kirine. Bûyera qewimiye ji vê pêk tê. Gerîla li vir li dijî êrîşkariya dewleta Tirk bersiv daye. Hêzên me wekî din çalakiyek pêk neanîne.

Ji vir şûn ve hêzên me yên gerîlayan wê li dijî êrîşên hêzên dewleta Tirk di çarçoveya mafê parastina rewa de, wê xwe biparêze û mafê bersivê bikar bîne.”