Noyan û Arici li Geverê ji aliyê deh hezaran ve hatin oxirkirin

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê cenazeyên Naîm Noyan û Mehmet Reşît Arici yên ji aliyê tîmên taybet ve hatin qetilkirin ji aliyê deh hezaran kesan ve hatin definkirin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê cenazeyên Naîm Noyan û Mehmet Reşît Arici yên ji aliyê tîmên taybet ve hatin qetilkirin ji aliyê deh hezaran kesan ve hatin definkirin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê cenazeyên Naîm Noyan û Mehmet Reşît Arici yên ku ji aliyê tîmên taybet ve hatin qetilkirin ji aliyê deh hezaran kesan ve hatin definkirin. Cenazeyên ciwanan piştî otopsiyê bi konvoya ku ji dehan wesayîtakn pêk tê anîn navçeyê. Wesayîtên zirxî yên ku li têketina navçeyê hatine bicihkirin piştî ku vekişiyan konvoya cenaze kete navçeyê.

WESAYÎTÊN ZIRXÎ BI KEVIRAN  DÛR XISTIN

Di heman demê de li rêya Şemzînanê bi hezaran kesên ku kom bûn rastî êrîşa wesayîtên zirxî hatin. Tîmên taybet bi bombeyên gazê û guleyên plastîk ve êrîşî gel kirin. Gel jî bi keviran ve bersiv da êrîşan. Piştî ku ciwanan bi keviran bersiv dan wesayîtên zirxî mecbûr man vekişin.

LI DIJÎ HÊZÊN DEWLETÊ HÊRSA MEZIN

Cenazeyên ciwanan ji kolanan birin malên wan ên li taxa Cumhuriyet û Ormanê. Piştre jî her du cenaze anîn Mizgefta Mehmet Şerîf Kutlar a li Taxa Ormanê. Piştî wecîbeyên olî, bi deh hezaran kesan bi laçikên kes û sor û zer cenazeyên hatin pêçandin anîn Şehîdgeha Ormanê. Di meşê de posterên ciwanên ku hatin qetilkirin hatin hilgirtin û lanet li Erdogan û hêzên dewletê yên qetlîamker hate barandin. Noyan li Şehîdgeha Ormanê, Arici jî li goristana Taxa Mezarlikê hate definkirin.

BANGA XURTKIRINA BERXWEDANÊ

Piştî merasîma li Şehîdgeha Ormanê ji bo rêzê 21 gule hatin teqandin. Piştre jî Hevserokê Meclîsa Gel a Geverê Şerafettîn Dede axivî û got ku ciwanên hatine qetilkirin "şehîdên azadiyê" ne. Dede bilêv kir ku her du ciwanan jî ji bo dozeke mezin canê xwe dane û banga xwedîlêderketina têkoşînê kirin. Dede got ku xwerêvebirina gelê Geverê mafeke rewa ye û Gever ti caran wê guh nede qedexeyan. Parlamenter Nîhat Akdogan jî anî ziman ku gel ji bo xwerêveberiyê biryar daye.

BERXWEDAN DIDOME

Piştî axaftinan welatî ji bo nobetê derbasî taxan bûn. Tîmên taybet ên li xaçeriya girtîgeha kevn bi cih bûne bi sedan bombeyên gazê avêtin riya Şemzînanê û navenda sûkê. Li navçeyê rageşî berdewam dike.